Çareseriya pirsgirêkan fikir û bîrdoziya Rêbertî ye
Selena Dêrik

Gaziyê şer Qehreman Têkoşer li ser têkiliyên jin û mêr diyar kir ku rêya çareseriya pirsgirêkan fikir û bîrdoziya Rêber Apo ye û got, “Hewce ye em xwe di fikir û bîrdoziya Rêbertî de bihelînin da ku em bibin şervan, milîtan û şagirtên jêhatî yên Rêber Apo.”
Qehreman Têkoşer diyar kir ku pirsgirêkên civakê bi esasî ji têkilî û newekheviyên di navbera jin û mêr de çavkaniya xwe digirin û got, “Bêguman ev pirsgirêk pir kûr in û rojane xwe ferz dikin. Ev pirsgirêk bingehê xwe ji hişmendiya mere serwer digirin. Ev hişmendî serweriya xwe bi tundî û şîdetê li ser jinê ferz dike. Divê em hemû û bi taybet jî weke mêr rastiyê bibînin.”
Gaziyê şer Qehreman bal kişand ku pirsgirêk ji ya tê texmînkirin mezintir e û wiha axivî, “Rêbertiya me der barê vê mijarê de dibêje, ‘Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene.’ Li ser vî esasî ji her kesî bi taybet ji şoreşgerên wekî me yên ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev derketine rê tê xwestin ku em bibin hêza çareseriyê.”
Qehreman Têkoşêr destnîşan kir ku divê têkoşîna cins bi xurtî bê meşandin û wiha domand, “Pêwîst e mêr jî van rastiyan bibînin û li xwe mukir werin. Rêberê me rastiyan tîne ziman. Naxwe çima weke mêr em xwe di nav de nabînin? Hewce ye bi perwerde û lêkolînan em hem xwe hem jî civakê û bi taybet cinsê mêr serwext bikin. Ji bo vê bi qasî xezîneyan materyalên Rêbertî pêşkeşî me kirine hene. Ev materyal ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkan kaniyeke herî dewlemend û bi bereket e.”
Qehreman wiha gotinên xwe, berdewam kir, “Pêwîst e mêr jî, jin jî xwe nas bikin. Ne bixapînîn ne jî bidin xapandin. Hewce ye em li hember kesayetên lawaz derkevin. Weke şoreşger divê em kesayeteke lawaz layiqî xwe û hevalên xwe nebînin. Wexta me xwe pêş xist, divê em hevalên xwe jî pêş bixin. Civak şoreşgeran ji xwe re mînak digirin. Tevgera Apoyî, hevalên destpêkê yên Rêber Apo dema ji paytexta dagirkeriyê Enqereyê vegeriyan Kurdistanê bi tarz, jiyan û kesayeta xwe, xwe bi gel dan qebûlkirin. Divê em jî vê ji xwe re bikin kilavûz û pisûleyek. Ji derveyî paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ti tiştek nikare pirsgirêkên civakê, têkiliyên di navbera jin û mêr de çareser bike û bigihîne asteke gihiştî. Rêya çareseriya pirsgirêkan fikir û bîrdoziya Rêber Apo ye.”
Gaziyê şer Qehreman Têkoşer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ji bo weke jin û mêrên azad ên Apoyî em karibin jiyaneke herî xweş û bedew ji hemû gelan re ava bikin, divê em analîz, tehlîl, manîfesto û parêznameyên Rêber Apo dubare dubare bixwînin û pir baş fêm bikin. Hewce ye em xwe di fikir û bîrdoziya Rêbertî de bihelînin da ku em bibin şervan, milîtan û şagirtên jêhatî yên Rêber Apo. Li ser vî bingehî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê em timî bêsekn di nav hewldanan de bin. Weke gaziyên şer jî em ê tevahî erk û berpirsiyariyên pêvajo û dîrokê daniye ser milên me bêteredut bînin cih. ”




