Çareserî neteweya demokratîk e

Felemez Ulug

 

 

Di encama şerê 14 salan de rejîma Baas 8’ê Kanûnê hilweşiya. Bi hilweşîna rejîmê re tişta ku herî zêde tê meraqkirin wê li Sûrî Rêveberiyek çawa were avakirin e. Ji niha ve gelek derdorên cûda li ser vê mijarê dest bi teoriyên dûrî aqilan kirine. Di halê heyî de rêveberiyek demkî hatiye avakirin. Ev rêveberiya ku piranî ji endam û rêveberen Heyet Tehrîr El Şam pêk tên wê heya meha Adarê li ser erkê be û ji bo “Sûriyeya nû” xebatê bide meşandin.

Lê “Sûriyeya nû” ya ku behsa wê tê kirin wê li gorî çi ferastê bê avakirin, karaktera rêveberiyê wê çi be û ya herî girîng jî wê ev pergala rêveberiya hemû pêkhateyên herêmê bigire nava xwe yan na? Bêguman ji bo mirov der heqê vê de ji niha ve nerîn bide hîn pir zûye. Lê ez di wê baweriyê de me ku derdorên hiştin rejîma Baas hilweşe li ser vê mijarê jî ji bo xwe ajandeyek amade kirine. Lê dema mirov li karaktera rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam û nirxandinên li aliyên derdorên cuda dinêre, eşkere dibe ku wê li herêmê krîz û aloziyên ku heyî wisa zû bi dawî nebin.

Di vê pêvajoya şerê 14 salan de tevî hemû êrîş, alozî, xizanî û kaosa ku li seranserî welat hebû jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ezmûneke baş a rêvebirinê derket holê. Bi taybet ji 2018’an û vir ve bi avabûna pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve derket holê ku pêkhateyên herêmên dikarin bi hev re jiyanek demokratîk û azad bijîn. Ev pergala ku xwe dispêre hîmê paradîgmaya Neteweya Demokratîk de nîşan da ku beyî cudahiyê têxe navbera ol, ziman, çand û neteweyan, her kes dikare li gorî baweriya xwe bi awayekî adîlane û azad bijî. Di rastiyê de “Sûriyeya nû” ya niha behsa wê tê kirin divê ev be.

Ji ber ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 6 salên derbasbûyî de nîşan da ku li şûna ferzkirinên dewleta netewe ku ji bo xelkê herêmê şêwazê herî guncaw ê rêveberinê ev e. Lê mixabin qasî vê pergala ku ji bo hemû gelên bindest û dildarê azadiyê bûye heviyek mezin her ew qas jî dijminê wê jî zêde ne. Ji bo ev pergala demokratîk û hemû gelan hembêz dike negihêje armanca xwe di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû hevkarên wê çi ji dest wan hatin kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi destê komên çete yên ji bermahiyên DAIŞ’ê berhev kiriye, bi armanca li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bêîstiqrariyê û bêaramiyê pêş bixe her di nava êrîşan de bû. Tekane armanca van êrîşan lawazxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bû. Li hemberî van êrîşên pir alî hêzen welatên qaşo weke garantor dihatin pênasekirin jî bêdeng û bêhelwest man. Têvî vê jî pêkhatiyên herêmên bi hêza xwe ya cewherî li hemberî van êrîşan xwe parastin, xwedî li Rêveberiya Xweser û destketiyên şoreşê derketin.

Niha bi hilweşîna rejîma Baas re pêvajoyek nû derketiye holê. Heya niha li herêmê du aktorên sereke hebûn. Serkêşiya van Amerîka û Rûsya dikir. Amerîka di bin navê koalîsyona navneteweyî de li dijî rejîmê blokek ava kiribû. Rûsya jî bi armanca rejîma Baas li ser piyan bigire û li herême hebûna xwe daîmî bike bi Îranê û Sûriyê re di nava hevkariyê de bû. Di vir de dewleta Tirk a dagirker bi komên çete yên li herêmê bicihkirî du alî list. Ji aliyekî ve li cem Rûsya û Îranê, di bin navê hevdîtinên li Astanayê qaşo ji bo aramiya li Sûrî xebat da meşandin. Ji aliyê din ve jî di bin navê qaşo di koalîsyona navneteweyî de ye rê li ber çareseriya siyasî girt. Di vê demê de her dem mijara koçberan û cîrantiya bi Sûrî re jî kir rojev. Ji bo êrîşî herêmê bike hincet ava kir. Di çarçoveya vê siyaseta qirêj de bi erêkirina hêzên navneteweyî êrîşî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kir. Di vir de jî pir eşkere dibe ku, dewleta Tirk hemû siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye.

Bi vê armancê bi şerê 27’ê Mijdarê re di serî de li dijî Şehba, Til Rifat û Minbicê komên xwe yên çete xist hereketê. Komên çete bi piştgiriya artêşa dewleta Tirk ve bi armanca li herêmên Rêveberiya Xweser bêaramiyê pêş bixin êrîşên xwe dewam dikin. Li beramberî van êrîşên pir alî û bi erêkirina hêzên navneteweyî pêş dikevin, ne tenê şervanên HSD, YPG û YPJ’ê hemû pêkhateyên herêmê di nava berxwedaniyek mezin de ne. Hêzên navneteweyî li şûna pêşî li van êrîşên terorê bigirin û ji ber van sûcên şer dewleta Tirk mehkûm bikin, hewl didin ku destê Rêveberiya Xweser lawaz bikin. Di vir de armanc lawazkirina Rêveberiya xweser e.

Bi taybet di vê pêvajoya ku behsa “Sûriyeya nû” û avabûna rêveberiya wê tê kirin de ev êrîşên dijwar ên li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin divê mirov ji rêzê nebîne. Yek ji armanca van êrîşan li herêmê lawazkirina îradeya gelan e. Bi van êrîşan re gelê ku îro li hemberî her cure siyaset û sepanên qirej ên li ser tên ferzkirin tê armanckirin. Ji bo ev êrîş bên rawestandin, divê beriya her tiştî statûya Rêveberiya Xweser were naskirin. Ger ev herêm li gorî rastî û şeklê rêveberiya xwe, di qada navneteweyî de were naskirin, wê ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mîna demokrasiya radîkal a ku li ser hîmê azadiya gelan hatiye avakirin.

Li şûna êrîşên înkar û qirkirinê, divê îradeya gelên herêmê di rêveberiya “Sûriyeya nû” de bê temsîl kirin. Bi vê temsîlyetê ve gelê herêmê wê hîn bêhtir karibin xwedî li hebûna xwe derkevin. Naxwe ger li dijî gelên herêmê siyaseta înkarê ger dewam bike, wê li herêmê kaos û alozî bi dawî nebin. Ev jî wê bi xwe re êşên hîn mezintir bîne. Lewma divê her kesê ku alîgirê wekheviya gelan e divê di vê pêvajoya ku wisa girîng de xwedî li rastiya civaka herêmê derkevin. Li şûna şer, yekîtiya gelan pêş bixin. Yekîtiya gelan temînata herî xurt a civaka demokratîk û wekhev e.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button