Bi tevlîbûna gaziyên şer rewşa siyasî hat nirxandin

Bi tevlîbûna gaziyên şer, gelek sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê MSD’ê ve bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya herêmê li Hesekê civînek hat lidarxist.

Hevserokê MSD’ê Mehmûd El Muslit di civînê de diyar kir ku armanca wan ew e Sûriyeyek demokratîk a li ser diyalog, aştiyê û nûnertiya hemû pêkhateyan bike were avakirin.

El Meslet destnîşan kir ku peymana 10’ê Adarê pêvajoyeke niştimanî ye û divê ji bo serxistina wê piştgirî were dayîn.

Piştî axaftina Hevserokê MSD’ê beşdaran jî têkildarî rewşa heyî û tiştên divê bên kirin nêrînên xwe anîn ziman.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button