Bi pêngava 15’ê Tebaxê re deriyê azadiyê ji jinan re vebû

Gaziya şer Zarîn Kobanê 41. salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li hemû gelên herêmê pîroz kir û got, “Ya rastî bi 15’ê Tebaxê re guleya yekem tirsa li ser gelê Kurd hatibû sepandin hat xistin. Ew tirs parçe parçe bû û cewherê esîl ê Kurdîtiyê careke din derket ser rûyê erdê. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re deriyê azadiyê ji bo hemû jinan û gelan vebû.”

Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ku dikeve sala xwe ya 41’emîn weke li her deverê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heyecan û coşeke mezin tê pîrozkirin. Gaziya şer Zarîn Kobanê têkildarî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Zarînê di destpêka axaftina xwe pêşengê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî û fermandarê nemir Koçero Ûrfa bi bîr anî û got, “Di vê pêvajoyê de me şehadeta du fermandarên xwe yên mezin Nûreddîn Sofî û Koçer Ûrfa bihîst. Em her du fermandarên xwe yên fedaî bi hurmeteke bêhempa bi bîr tînin. Weke şagirt û şervanên wan em ê her tim rêya wan bişopînin. Em dikevin 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê. Ev pêngav ji bo tevahî gelan vejînek e.”

Gaziya şer Zarîn anî ziman ku di encama xebateke mezin a pêşengiya Rêber Apo de Tevgera Azadiyê di fermandariya Egîd (Mahsûm Korkmaz) de pêngaveke ku rêveçûna dîrokê û qedera gelê Kurd guhert hat pêşxistin. Zarîn Kobanê wiha dirêjî da axaftina xwe, “Dayik û bavên me digotin ku di dema me de kesî nediwêrî behsa Kurd û Kurdistanê bike. Wexta ez zarok bûm min ev bandor li ser malbatê û civakê ji nêz ve dît. Lewma ez dikarim vê eşkere bînim ziman. Ya rastî bi 15’ê Tebaxê re guleya yekem li tirsa li ser gelê Kurd hatibû sepandin hat xistin. Ew tirs parçe parçe bû û cewherê esîl ê Kurdîtiyê careke din derket ser rûyê erdê.  Bi pêngava 15’ê Tebaxê re deriyê azadiyê ji bo hemû jinan û gelan vebû”

Zarîn Kobanê destnîşan kir ku piştî pêngava 15’ê Tebaxê û xebatên di pêşengiya Rêber Apo hatin meşandin, guhertinên mezin di civak û bi taybet di nav jinan de çêkir û ev xisûs anî ziman, “Bêguman berê zexteke giran li ser civakê hebû. Lê du qatê wê zêdetir jin hatibû pelçiqandin. Bi têkoşîna azadiyê re jin mîna ji xweliya xwe çêbibe rabû ser piyan. Ji çiyayan heya deşt û bajaran jinê pêşengî ji civakê re kir. Ev bêguman bi saya Rêber Apo, berxwedana hevalên weke Sara (Sakîne Cansız), Ezîme, Sultan, Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan û bi sedan milîtanên qehreman pêk hat.”

Gaziya şer Zarîn Kobanê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Em têkildarî geşedan û guhertinên erênî yên bi Pêngava 15’ê Tebaxê re derketine holê çi bêjin jî wê kêm bîmine. Têkoşîneke wê bi sedê salan behsa wê bê kirin û dê têkildarî wê bi hezaran lêkolînên akademîk bên kirin pêş ket. Di vê pêvajoyê de Rêbertiya me merheleyeke nû daye destpêkirin. Li ser vî esasî weke hevalên gaziyên şer em ji Rêbertiya xwe bawer in. Têkoşîna berî niha bi 52 salan ji hêla Rêber Apo ve hat pêşxistin îro gerdûnî bûye. Ev ji bo me serbilindiyeke herî mezin e. Em ji dil û can yeqîn dikin ku em ê Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî di nav xwe de bibînin. Li ser vî esasî ez tevahî gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê û gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button