‘Berxwedana Tişrînê teqez wê bi ser bikeve’

Berxwedana nobedarên bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk da dagirker ku bi coş û moraleke bilind berdewam dike, gaziyên ji Dêrezor û Şedadê yên tevlî nobetê bûn diyar kirin wê berxwedana wan bi serketinê tacîdar bibe.

Bi sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî gaziyên şer û şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23’ê Çileyê gihiştin bendavê.

Gaziyên şer ên ji bo tevlî nobetê bibin û piştgiriya xwe ya ji şervanên QSD û YPJ’ê re nîşan bidin hatin bendavê li wir daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ji aliyê gaziyê şer Mueyid Dêrezor ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst tevî çeteyên xwe yên dirinde û hov êrîşî gelên me dikin û dixwazin wan di qirkirinan re derbas bikin.

Di dewama daxuyaniyê de ev xisûs hat diyarkirin, “Weke gaziyên şer ên ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bedena xwe parçe dane û hê jî didin, em dibêjin ku em gelê xwe biparêzin û heya dawiyê li ber xwe bidin. Eger ew hêzên mewzûbehs wan êrîşkaran mafdar dibînin û xwe bêdeng dikin; naxwe em ê jî gelên xwe yên berxwedêr biparêzin. Xelkê Kurd tevî xwişk û birayên xwe yên Ereb îro di nava berxwedanê de ne. Tevî hemû êrîşan jî her bi serbilindî di nav têkoşînê de ne. Bi rastî gelan biryara xwe daye, ji hedef û armancên xwe venagerin…

Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîdên Tişrînê Zozan Hemo, Kerem Ehmed El Şihab El Hemed, Bavê Teyar, Kêfo Osman, Ekrem Rexo û Menîce Heyder de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî ked û welatparêziya wan ditewînin. Wê ev têkoşîn û berxwedana bi heybet teqez bi serketinê tacîdar bibe. Bi sedê salan di rûpelên dîrokê û li ser zimanan behsa vê berxwedana rûmetê ya li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî didome were kirin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button