Berxwedana 14’ê Tîrmehê Vîna Azadiyê ye

Berxwedana dîrokî, şoreşî, çandî û civakî, berxwedana 14'ê Tîrmehê di salvegera 42'yemîn de, di şexsê pêşeng û şehîdên mezin ên vê berxwedanê, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yılmaz û Alî Çîçek de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi minnet, rêz û hezkirin bi bîr tînin.

 

Bi wesîleya 42. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê em nirxandina yek ji pêşenga Tevgera Azadiyê ya Kurdistan Sakîne Cansiz (Sara) ya têkildarî vê berxwedana pîroz bi we re parve dikin.

BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ

Sala 1982’an ji hêla gelê me ve şahidî ji pêvajoyeke herî tarî kir ji ber bi îşkence û êşên pir giran ve dagirtîbû. Beşek zêde ya kadroyên pêşeng ên partiya me di girtîgehan de bûn. Bi taybet di girtîgeha Amedê de dihatin ragirtin. Ji dawiya sala 80’an Amed wek herêma pîlot hate îlankirin û hevalên ku digirtin li wir kom dikirin. Hevalê Mezlûm, Kemal, Xeyrî li vê girtîgehê bûn. Em bi salan e ku polîtîkaya cuntayê ya li ser vê girtîgehê tînin ser ziman, wek beşeke girîng a dîroka xwe, em nîqaş dikin. Îro êdî di nav pergalê de heta pergal bixwe jî vê mijarê nîqaş dike.

Di derbarê girtîgeha Amedê pir îtîraf û lixwe mukirhatin jî hene. Lê birastî çendî jî bê ziman, çiqas jî tewankar derkevin holê û lîsteya wan zêde bibe jî vegotina wê pêvajoyê dê kêm bimîne. Ew pêvajoji hêla bizava me ve yek ji qonaxên werçerxê bû. Pêvajoya hebûn û tinebûnê bû. Dixwestin di kesayeta girtîgehê de bizavê tine bikin. Bi polîtikayeke eşkere rojane, kêlî bi kêlî, serê her seatê, heta planlameyên salane dihatin meşandin. Hate astekê ku ji nefestendinê bigre heya di derbarê jiyan û mirina xwe biryargirtinê de jî dijmin got “Ez ê bikim. Mirina te jî di destê min de ye, jiyana te jî.” Birastî jî dijmin rewş anîbû vê astê. Bi giştî di tevahiya girtîgehan de kiryar pir hovane bûn, bi taybet Mamak wek model hatibû bidestgirtin, ekîba li Amedê jî piranî ji wir hatibû. Elbet tenê îşkenceya qeba nebû, ev herdayîm pêk dihat. Lê di kêleka vê de polîtîkayên ku pêk dianîn, pir mertirsîdar bûn. Ji hev belavkirina hemû avaniya rêxistinî di plana wan de hebû. Beriya ku heval werin girtîgehê di nav birêxistinbûnekê de bûn, lê di Tîpa E de di serî de dixwestin vê birêxistinbûnê belav bikin, kesayetên pêşeng bixin hucreyan. Têkîliya di navbera wan de jî qut bikin. Hemû tevnên girêdana di navbera kadroyan de qut bikin û wiha jî encam bigrin. Ev yekemîn hedefa dijmin bû. Li ser rêxistinên din jî hatibû ceribandin, encam girtibûn. Girseyeke me ya berfireh hebû, elbet ji vê polîtîkayê bandor wergirt. Her bandorbûn, her encamgirtin dijmin ber bi polîtîkayeke nû ve dibir. Li gor vê jî her roj polîtîkaya xwe diguhert. Di nav girtîgehê de kesayetên xiyanetkar ên çete wek Şahîn Donmez jî hebûn. Nêzîkatî û rênîşandêriya wan, ji ber rewşa me ya hundirîn jî deşîfre dikirin, birastî dijmin bêtecrube bû, lê bi rêya agahiyên wan bû sedem ku rewş giran bibe. Berxwedana rêheval Mezlûm Dogan, paşê jî ya çar rêhevalan ku xwe şewitandin û herî dawî jî çalekiya mezin a rojiya mirinê pey der pey pêşketin. Rêhevalên pêşeng ferq kirin heke berxwdaneke xurt neyên meşandin, dê nikaribin polîtîkayên heyî vala derxin. Bi pêşdîtina wan berxwedan pêşket. Grevên birçîbûnê, rojiya mirinê êdî bûne rêbazek ji jiyana civaka me, lê rojiya mirinê ne bûyereke hêsan e. Rojane, dîrhem dîrhem mirov dihele. Her hucreya mirov li dijî wê/wî dibe dijmin û mirov pê re şer dike. Ev bi tena serê xwe şerek e. Lê belê her kêlî kiryarên dijmin jî hebûn. Hevalên di grevê de bi di wî halî de jî rehet nedihiştin. Îzole dikirin. Bi rêbazên cuda bi ser wan ve dihatin. Li ser avaniyê propagandayên cuda dikirin. Bi awayeke pispor ev polîtîka dimeşandin, ango ji melayan heya doktur û malbatan bikar dianîn. Ji hêlekê ve bi rêya malbatan dixwestin kesên di rojiya mirinê de ji vê berxwedanê bidin vekişandin, rojane îşkence pêk dianîn, ji hêla din ve bi rêya mela û dokturan ku nesîhet dikirin, psîkolojiyeke giran pêşdixistin. Di vê rewşê de kesê di grevê de pêwîst bû xwedî moraleke bilind be, bersivên wî/wê xurt û dicih de bibin. Wek din bi hev re di nav têkîliyan de bin. Têkoşînê çawa bidin meşandin, çawa helwest nîşan bidin, tecrûbe û pêşdîtina hev parvekirin jî girîng bû. Di vê mijarê de jî têkoşîn hebû. Ji bo cara yekem di sala 1981’an rojiya mirinê hatibû destpêkirin lê ruxmî hin wede hatibû dayîn, rêveberiya girtîgehê sozên dabû pêk neanîbû. Ji ber vê jî di vê çalekiyê de eşkere bibû wê bi ti awayî bawerî bi vê nêzîkatiya dijmin neyînin û tewîz neyê dayîn. Lîstokên dijmin di vî alî de dihatin zanîn, ji ber tecrubeyên berê hebûn, li vê balder bûn. Ya herî girîng jî têgihîştibûn ku divê parastina xwe bikiçinde. Dijmin hemû kadro ji madeya 125’an dadirazand. Ev made jî îdam bû, yê/ya ku heta belavokek belavkiribû ji vê madeyê dihate darizandin. Bandora psîkolojîk a vê li ser avaniyê jî hebû. Yên ku di nav jiyanê ji hevalan bandor bibûn, notek anîbûn û biribûn, an jî xizmê yekê bûn, bê ku bedela wê hesab bikin bi yekcar bi îşkenceyên giran rûbirû diman, ev jî têr nedikir cezayên herî giran didan wan, vê jî psîkolojiyeke nebaş çêdikir. Dijmin ev psîkolojî jî dida berçav. Bi rêya sizayên giran hewl dida avaniyê bêhêz bike, teslîm wergire. Bêkesayet bisikleti. Tenê kadroyên pêşeng nedihatin armanckirin, di kesayeta wan de hemû avanî hedef girtibûn û heta lewaztiya di her takekesekê/î de bikar dianîn. Di rojiya mirinê de armanca yekemîn ew bû ku parastina xwe pêşbixin. Îdeayên pir cidî hebûn. Bi îdamê dihatin darizandin. Bizav wek terorîst dihate darizandin, hin tewanbariyên cihê hebûn û pêwîst dikir parastina vê bihata kirin, şertûmercên vê bihatana pêşxistin. Wek mînak dayîna qelem û defter ji bo nivîsandina parêznameyê hewce dikir. Lê ev pêdivî bicih nedihatin. Belge tinebûn. Her hevalekê/î di mêjiyê xwe de îdeolojiya PKK’ê, armancên wê, feraseta wê ya dîrokê û têgeha wê ya sosyalîzm, azadî û serxwebûnê wê bianiya ziman. Lê nivîsandina vê ya sîtematîk pêdivî pê hebû, şertûmercên vê jî nebûn. Ango yekemîn armanc ew bû ku parastineke hevbeş a rêxistinî derkeve holê.

Ya duyem bi awayeke acîl hewce dikir ku îşkence were sekinandin. Her însan wek milîtan û kadroyê rêxistinê bidestgirtin û evqas îşkence lê kirin, bidana sekinandin. Ev her du xal polîtîka û nêzîkatiya me ya bingehîn bûn. Di xala herî mafdar de derketinek bû. Yên ketibûn nav çalekiya rojiya mirinê ji bo xwestekên wan bicih bê heya pêk bê di wateyekê de mirin dewetî meydana cengê dikirin û ji mirinê re amadebûn. Dema heval di çalekiya rojiya mirinê de bûn, dijmin ji hevalên din re digot ku “Heval wê nikaribin liberxwe bidin. Hinekan çalekî berdane, xwarinê dixwen!” Rojane bi rêya hoperlorê ji herkesê re ev derew digotin. Hin caran yên xiyanetkar didin axaftin. Dixwestin bi vê rêyê moralê hevalan xira bikin. Ji hevalên di çalekiyê de digotin “We mişk xwariye. Hûn nikarin wiha bijîn.” Xwarinên pir xweş dianîn ji bo ku îradeya hevalan bişkînin. Lê bi helwesta hevalên di çalekiyê û hevalên li cem wan vala derdiketin. Dijmin dîn û har dibû. Hemû heval bi helwest û sekna xwe ya berxwedêr, vîna xwe derdixistin holê. Herdayîm nîqaş dikirin, di her mijarê de bersiv didan dijmin. Pir caran dijmin bêku guhdar bike derdiket diçu. Wek mînak Esed Oktay dema bûyerek nexweş ne bi dilê wî bibûya, tehemul nedianî û derdiket. Her ku biryardarî bilind bû, ew bêtir hêrs dibû. Nedikarî wate bide berxwedanî û vîna hevalan. Digot ev çi cure însanin ku dikarin evqas liberxwe bidin? Li hevalan îşkence dikir, dîsa jî ev mijarna dipirsî. Hurmet jî wiha pêşdiket. Rumxî ku dijmin bû, îşkence dikir, lê didît ku însanê li pêşberî wan ne ji rêzê ne.

Berxwedaniya hevalan maratoneke demdirêj bû. Di nav pêvajoyê de beden jî xesar didît, çavên hevalê Kemal Pîr kor bibû, guhê hin hevalên din ker bibû. Hevalê Kemal heya demekê bi kesekê neda hîskirin ku çavên wî nabînin. Dixwest heya kêliya dawî nebêje. Heya kêliya dawî têkoşînê dide meşandin.

Her hereket û tevgera ku dihate kirin pêwîst dikir bi organîze û plankirî be, ji ber ku beden bêhêz bibû. Tenê av vedixwarin, piştî demekê nema dikarîn avê jî vexwin. Însan di çalekiya rojiya mirinê de dihele, dirize û ew bêhna dev însan pir aciz dike. Wek bêhna laşê mirî ye. Mirov tim wê bêhn û tamê hîs dike, lê ruxmî vê jî hevalan bi vexwarina avê û bi dirêjkirina maratonê ber bi mirinê ve diçûn. Wan dizanîn çendî çalekiyê dirêj bikin, ewqas têkoşîn dikin. Ev jî girîng bû. Kesekê dest ji xwe bernedida. Wateya 14’ê Tîrmehê jî di vir de ye, maratoneke mezin e. Baweriyeke mezin heye. Birastî jî biserxistina armancê, bi taybet jî têkbirina tarîtî û xiyaneta ku di wê zîndanê de dihate ferzkirin, girîng e. Helwesta hevalan wiha bû “Heke mirin be jî, em ê bixwe biryara vê bidin, hûn ê biryara vê nedin. Heke em bijîn em ê birûmet bijîn, heke em bimirin jî biryara vê emê bixwe bigrin. Hûn nikarin wiha bêrûmet me bikujin.” Li wir her cure rezalet hakim bû, bi qasî serê derziyê rûmet ji însan re nedihate nîşan dayîn. Di wê rewşa ku mirov serî ditewîne, qet nirx jê re nayê dayîn. Li wir kuçikeke hebû bi navê Co, ji wî jî bênirxtir dibe. Rêbazên îşkenceyê ku mirov qet xeyal nake, li ser girtiyan pêk dianîn. Normal hin îşkence hene ku mirov an nikare liberxwe bide û teslîm dibe, an jî bi hêza xwe wê têk dibe. Lê belê di girtîgeha Amed de rojane îşkence dihate kirin. Deriyê bîra kanalîzasyonê vedikirin û serê însan dikirin nav de, an jî digotin serê hevalê/a xwe bike tê de. Ji vê zêdetir tiştek ku rûmeta mirov binpê bike nabe. Nêzîkatiyên wiha xweşikiya jiyanê tine dikir. Însan dianî rewşa ku dikete asta herî jêrê. Wek mînak heke bîrek hebe, di wan rojan însan dikêşan biniya bîrê. Ji ber ev hate dîtin û nehate pejirandin çalekî pêşketin. Çalekiya hevalê Mezlûm, destpêkirina 14’ê Tîrmehê wiha pêşket. Bi vê mebestê dixwestin nêzîkatiya dijmin pûç bikin. Pir însan ji polîtîkayên dijmin bandor dibûn. Jiyana wan bêwate bibû. Lê kadroyên rêxistinê xwedî berpirsyarî bûn, ji gel re pêşengtî dikirin. Dema dest bi vê dozê kirin, gruba ku ji çend kesan pêk dihat, ji gel re soz dabûn ku azadî û rizgariyê pêş bixin. Di girtîgehê de jî evqas însan ji ber PKK’ê dihatin ragirtin. Ji ber dijmintiya li beramberî PKK’ê, ew anîbûn. Ji ber dijmintiya ji gel re, ew anîbûn. Di girtîgehê de hin kesayetên din wek Bûcakî, Suleymanger jî hebûn, çepên Tirk û Kurd jî hebûn. Lê li ser Kurdan dijmintiyeke mezin hebû û li dijî PKK’ê jî dijmintî di asta herî bilind de bû. Lewma dixwestin întîqam bistînin. Di kesayeta yên di girtîgehê de bi taybet jî rêhevalên pêşeng dixwestin vê pêk bînin. Li ser her kesî/ê îşkence pêk dihat, lê belê ji her kesê/î heman berxwedan pêşnediket. Hewce dikir di serî de bawerî were dayîn, ew komî ser hev bihatana kirin, hêviyê li cihekê ava bikirana. Ew bianîna asta ku ketîbûna di vê astê de nepejrînin, wê jêrpirs bikin.

Her roj ku bi ser çalekiyê de diborî pêşdîtina wan rêhevalan, mezinbûna vîn, biryar û sekna wan eşkeretir dibû. Her roj ku diborî nêzîkatiyên dijmin dihatin jêrpirskirin. Yên bi navê PKK’ê hatibûn, an jî bi navê rêxistinên din hatibûn girtin herkes ev lêpirsîn dikir. Her ku ev mijarna diketin jêrpirsê, mijara derketina ji vê rewşê jî diketin rojevê. Berxwedan belav dibû. Her çar heval li pey hev şehîd bûn. 6, 7, 12 û 15’ê Îlonê şehîd bûn. Pêvajoya piştî wê jî girîng bû. Hem di warê girtîgehê, hem jî derveyî girtîgehê. Vebûneke mezin da çêkirin. Di bingeh de tişta PKK ava kir, di wateya siyasî, îdeolojîk de kire malê dîrok û civakê ev kevneşopiya berxwedanê, helqeya wê ya diyarker e. Rêbertî ev roj wek ‘roja rûmeta netewî’ binav kiriye. Bû malê hemû gelan, hemû mirovahiyê.

Wek tê zanîn di wan deman li Rojhilata Navîn hevalan bi navê van şehîdên mezin sond dixwarin. Piştî wê hin îdam pêşketin, ji hin grûbên çepgir hin kes hatin îdamkirin. Îdamên li ser hevalan pêknehatin. Wê demê hevalan dane diyarkirin ger hûn hevaleke me îdam bikin, bi dewsa yek hevalê em ê ji we hezaran têkbibin. Ev biryardarî hebû. Pêşketina pêngava 15’ê Tebaxê, bêrêxistinkirina bizavê li Rojhilata Navîn ji hêla Rêber APO, jinûve vejîn û pêşketina têkoşînê hemû bi vê kenveşopiyê ve pêwendîdar bûn. Hev temam kirin. Dijmin nekarî tiştê dixwaze pêk bîne, bêencam ma. Xiyanet wek bedela jiyînê ferz dikirin, lê ew negihîştin miraza xwe. Yên îşkencekar reviyan û çun. Yên wek Esat Oktay ruxmî ku digotin “vir cihê me ye û em ê we tine bikin!” neçar man wir biterikînin. Dewlet binkeft. Ev serkeftin jî encama berxewdana kadroyên PKK’ê bû. xeta PKK’ê û Rêber APO biserket.

Ya girîng berdewamkeriya vê kevneşopiyê ye. Hewce dike ev ruh hertim zindî bimîne. 14’ê Tîrmehê, girtîgeha Amedê tenê wek pêvajoyekê nema. Di her pêvajo û qada têkoşîna me de, ji hêla civakê jî, ku îro em hîs dikin hucreyên me zindî ne, însanbûna me zindî ye, jinbûna me zindî ye, ev berhema wê berxwedanê ye. Herkesekî/ê qibleyên wê hene. Ew berxwedan jî di wateyekê de qibleya me ye. Di qadên herî zehmet de me ew pêvajo wek mînak nîşan da. Pir amûr û rêbazên têkoşînê hene. Mirov dikare wê bide meşandin. Di vê meş û têkoşînê de ji bilî vîn û bawerî bêtir tiştek mirov tine ye. Tenê beden heye û dema vîn û bawerî nebe, hêvî nebe beden jî kêr tiştekê nayê, tiştekê îfade nake. Lê di wateya bitûnî de yekane tişta heyî ev e. Di her zorî û zehmetiyê de tişta divê em hêz bigrin, wek çavkaniya xwe ya hêzê bibînin, birastî jî hestên me radike şahê, me tîne ser hişê xwe ev berxwedane ye. Diyardeyeke girîng e. Piştî wê pêvajoyê heya niha di girtîgehan de pir pirsgirêk çêbûn, lê belê di bingeh de berxwedan bû kevneşopiyek. Ew rol û mîsyona ku dijmin di warê dîrokî û rojane ji girtîgehan re diyar kiribû, di wateya giştî de îflas kir.

Piştî komploya sala 1999’an girtîgehê wate û naverokeke hîna cudatir wergirt. Hîna bi awayeke mezin hev temam kir. Berxwedana wan rêhevalan a mezin, girêdana mezin ji Rêbertî re, baweriya wan hebû. Rêber APO jî di wê pêvajoyê de got “Van şehîdan, xeta wan esas digre.” bi Îmraliyê re ev karakterê berxwedanê bi Rêber APO re hîna bêtir bû berxwedana ku jiyan, rûmet, berxwedan û têkoşînê diafirîne. Komplo û wehşeta herî mezin komploya li ser Rêbertî hate pêkanîn, di kesayeta Rêbertî li ser gelê Kurd hate pêkanîn. Rêbertî bi vê xeta berxwedanê ev derbas kir. Berxwedaniya rêhevalên di girtîgeha Amedê li cih û di dema xwe de wateyeke pir dîrokî û mezin afirand. Rêbertî ew berxwedan hîn watedar kir.Berxwedaniya xwe jî bi awayê ku xeta wan hîna xurt pêşwazî bike, berdewam kir. Îro bi raman û felsefeya Rêber APO em têkoşîna azadiyê pêş dixin û wê berxwedaniya Rêbertî, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê serkeftinê bi xwe re pêşkêşî mirovahiyê bike.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button