Baweriya me ya bi şervanên me bêdawî ye

Gaziya şer Barîn Sorxwîn a beşdarî merasîma mezûniyetê ya Hêzên Erka Xweparastinê bû got, “Ez tevahî şervanên me yên perwerdeya xwe dîtin û wê biçin ser erkên xwe ji dil û can pîroz dikim.  Baweriya me ya bi şervanên me bêdawî ye.”

Li bajarê Hesekê berî niha bi çend rojan li Akademiya Şehîd Şervan a Hêzên Erka Xweparastinê  gelek şervanên perwerdeya xwe dîtin mezûn bûn.  Endamên Desteya Perwerdeyê, meclîsên leşkerî, gaziyên şer,  malbatên şehîdan û şervanan di merasîmê de amade bûn. Gaziya şer Barîn Kobanê têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Barîn Sorxwîn diyar kir ku di encama berxwedana gel û şervanan de şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro pir hêz e û got, “Ez hêvîdar im roj bi roj wê hejmara şervanên me zêdetir bibe. Ev ji bo em karibin gel û welatê xwe biparêzin û li wan xwedî derkevin pêwîst e. Ez her çiqasî nabînim jî di merasîma sozdayînê de, ji dirûşm û dengê lingên şervanan mîna erd û asîman dihejiya.”

Gaziya şer Barînê dayik û bavên şervanan jî silav kir û got, “Ez dayik û bavên şervanên me jî ji dil pîroz dikim. Divê malbatên me bi şervanên xwe serbilind bin. Ev rê rêyeke şeref û namûsê ye. Ji bo parastina xak û gelên xwe divê em ji her alî ve xwe pêş bixin. Li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo divê em xwe perwerde bikin û paradîgmaya Rêbertî bigihînin hemû gel û baweriyan.”

Gaziya şer Barîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ji bo parastina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kî çi ji dest were divê bike. Weke xelkên Sûriyeyê dijminên me pir in. Divê em li hember her cure fitne, fesadî û xerabiyan hişyar bin. Dîsa li hember her cure êrîşan jî hewce ye em yekîtiya gelan û jinan pêş bixin. Ti hêz nikarin jin û civakên zana û rêxistinkirî têk bibin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button