Azadiya jinê azadiya cîhanê ye
Cûdî Cizîr

Dema em li dîrokê temaşe dikin dibînin ku desthilat bi şerê xesp û talanan li ser piyan mane. Herî zêde hebûna xwe bi van rêbazan berdewam kirin û gelên bindest ji aliyê serdestan ve tên qetilkirin.
Pergala desthilatdariya zilam, jin avêtiye bîreke bêbinî. Rêya derketina ji vê bîrê rêxistinbûn e. Divê mirov bûyerên bi dest tên girtin, bi çav tên dîtin û bi ruh tên jiyîn tecrûbe bike. Em balê bidinê, Rêber Apo ji bo parvekirina jiyana azad dibêje rêxistinbûyîn. Ango jiyana azad. Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di vê çarçoveyê de ne partiyeke ku bi hesanî, bi tesadufî û bi sedemên hêsan derketiye holê. Sedemên wê yên pir bi kok yên dîrokî, bi wate û ewqasî jî girîng hene.
Rêber Apo dibêje, “Jin netewe û çîna yekem a hatiye bindestkirin e. Ti mekanê hegemonya kapîtalîst dagir nekiriye nemaye. Bêguman pêwîstiya jinan bi mekanên jiyana wekhev û azad heye. Dîroka bê mekan nabe.” Ji bo tarîtiya li ser jinê were hilweşandin, hewce ye bedena jin, ruh, aqil û dilê wê azad û rohnî be. Divê hizir û fikren Rêbertî baş werin nasîn û xwendin. Heke jin van dinyayên tarî ferq dike, dest bi lêpirsînê dike û dixwaze rizgar bibe ev saya Rêber Apo ye. Mirov dikare bêje heke jin dikeve ferqa tarîtiya li derdora xwe, dikare wê hilweşîne jî. Beriya her tiştî ji bo rastiya jin ya heyî rohnî bibe pêwîst e fikrên Rêber Apo baş werin fêmkirin.
Divê mirov tespîtên hêja yên Rêber Apo yên jinê eleqedar dike pir baş bixwîne. Hewce ye em weke gaziyên Kurdistanê ji jiyana azad, pêşxistina pîvanên azadiya jiyanê û bilindkirina wan xwe berpirsiyar bibînin. Divê mirov li tevahî cîhanê binêre û bikeve ferqa xisûsên tarî yên li ser jin hatine sepandin. Li hemberî tundiya li ser jinê Tevgera Azadiya bi nirxên jinan, ji bo çareseriya jin û civakê têkoşîn dike. Bîrdoziya cinsiyetperestiyê mafê kuştina jinan dide hemû mêran.
Pêwîst e were zanîn ku azadiya jinê azadiya cîhanê ye. Jin bi helwesta xwedawendan dikare ruhê xwe biparêze. Divê jin ji bo azadiya xwe weke xwedawendekê tevbigere.
Rêber Apo Bîrdoziya Rizgariya Jin û pirsgirêkên azadiyê danîn holê. Rastiya koletiyê lêkolîn kir û rêyên derbaskirina vê dît. Rê û rêbazên têkoşîna vê raber kir. Hewce ye jin xwedî fikir û vîna azad be. Ya rêxistina rizgariya jinê pêk tîne û dibe serkeftinê, ji rêzê û jixweber nabe. Pîvana pejirandinê ya yekem azadî ye. Parvekirina vê bingeh tê girtin. Parvekirin jî bi rêxistinê dibe. Netewe, gel, çîn, bindest û cînsa herî zêde bêrêxistin hatiye hiştin jin e. Tevgera me li hember serdestiya zilam a ji koletiyê re rê vekiriye têkoşîn dike. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan têdikoşê. Mirov dikare bêje fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo azadiya civakê û bi taybet jî ji bo azadiya jinan e.
Di navbera jin û civakê de girêdanek çawa heye ku bîrdoziya me dibe bîrdoziyek civakî? Ji ber civaka wenda kiriye, dibe jina wenda kiriye; jina wenda kiriye dibe civaka wenda kiriye. Bingeh koletiya jinê ye, avahî li ser vê tê çêkirin. Civak ji civakbûnê tê derxistin. Ma çawa? Mînak ya civakê dike civak, hevparebûn an jî komînalbûna wê ye. Ango piştevanî û parvekirin e. Di destpêka nirxên civakî de exlaq, ango azadî tê. Azadî ji bo civakan asta jêneveger e.
Em weke gaziyên vê dozê hewce ye di serî de axên em li ser dijîn ji serdestan û zîhniyeta wan a qirêj paqij bikin. Em ji bo xwedîderketina li nasnameya xwe ketine rê. Li ser me ferz e em bi erkên rizgarkirina tevahî jinan, civakan û welêt rabin.




