Aştî û demokrasî nebe wê jiyan ji jin û civakê re bibe dojeh

Leyla Amûdê

Li gorî diyar dibe navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn weke herêma Rojhilata Navîn hatiye hilbijartin.  Sedema vê jî ew e ku Rojhilata Navîn cihê herî dewlemend, xwedî xêr û bêr e. lewma hêzên hegemon li ser çavkaniyên wê yên sererd û binerd plan û projeyan çêdikin. Bi sedê salan e Rojhilata Navîn ji bo hêzên welatên Rojavayî bûye cihekî Stratejîk. Li vê erdnîgariyê timî şer û pevçûn ji ber wan mjarên mewzxûbehs her tim heye. Di vê pêvajoyê de jî şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê bi awayê welatên Kendavê jî girtiye nav xwe berdewam dike.

Komara Îranê bela xwe firotiye gelek dewletan û nexasim jî dewletokên Ereb ên weke hevkarên Amerîkayê dibîne. Şerê îro li Îranê tê meşandin sedema xwe ji hêla her kesî ve tê zanîn. Şerê serweriyê ye.

Amerîka Dewleta Îsraîlê weke hêza yekem di Rojhilata Navîn de dide xebitandin. Dema Îsraîl were gotin divê em mîna Amerîka fêm bikin. Amerîka rola ku berê dida Tirkiyeyê niha jî dide Îsraîlê û ew li şûna dewleta Tirk tayîn kiriye. Piştî ku Amerîka weke nûnera hêzên sermayeparêz derkete ser dika siyaseta global, rola Îngiltereyê ya di nav hêzên sermayeparêz de lawaz ket.  Tirkiye jî herî zêde bi Amerîka re derket pêş. Nakokî û hevrakêşiya navend û hawİrdorê qet xelas nabe. Tirkiye hewl dide xwe li herêmê navendî bike. Ev bû sedem ku dewletên sermayeparêz Tirkiyeyê jî bikin hedef û wê ji çav derxînin.

Niha jî Tirkiye ketiye nava metirsiyê de ku wê Amerîka bi destê Îsraîlê li wan bide.  Niha xwe bêdeng kirine. Jixwe guhertina rêyên bazirganiya navdewletî bandoreke neyînî li ser Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye êdî her diçe zêdetir li derve tê hiştin. Li gorî ku diyar dibe şer weke agir geş dibe. Jixwe dema agir geş dibe jî ter û hişk bi xwe re dişewitîne. Li Amerîkayê jî mirov derdikevin kolanan û nerazîbûnên xwe yên li hember şer û rewşa xerab a aboriyê tînin ziman. Diyar dibe ku Seroka Amerîkayê Trump ketiye nava tengasiyê. Hew dikare ji nav pirsgirêka şer derkeve. Eger xwe ji nav şerê Îranê vekişîne jî wê wenda bike. Di bingeh de şerê îro heyî hilweşîna pergala sermayeparêz dide nîşandan. Wiha li wan hatiye ku hew dizanin wê çi bikin. Bûye mîna ‘ger çep biçe wê dayik, rast biçe wê bav bimire.’

Serokê Amerîkayê  her kesî tehdît dike. Eger wer dewam bike tekez wê dawiyaa pergala navendî ya sermayeparêz bîne. Jixwe pergala Îranê li ber xwe dide. Hewl dide her kesî li hemberî Amerîka û Îsraîlê rakin. Îran bi tena serê xwe nîne. Rûsya, Çîn û hin dewletên din di bin re bin re destekê didinê. Lê tişta herî dilşewat ew e ku di vî şerî de gel û jinên ji neteweyên cuda dibin qurban û zerarên pir mezin dîbînin. Aştî û demokrasî nebe wê jiyan ji jin û civakê re bibe dojeh. Lewma tekez divê hemû gelên li Îranê dijîn, di serî de jî gelê Kurd, bi rola xwe bilîzin. Hewce ye  biryara xwe bidin û yekîtiya xwe çêbikin.

Gelên li Îranê dijîn jî weke ku li ser pira siratê bin jiyan û pêşeroja wan di nav metirsiyeke xeternak de ye. Hewce ye ji niha ve li ser yekîtiya gelan û pergala demokratîk bihizirin û xwedî amadekarî bin. Vîna gelan di çareseriyê de gelekî girîng e. Her çiqasî hedef û planên dewletên dirinde cuda bin, xwediyên vî welatî gelên Fars, Kurd, Belûc, Azerî û Ereb in. Divê bi welatê xwe bifikirin, ji bo pêşeroja xwe ji niha ve bernamên xwe çêbikin da ku di welatê xwe de bi aramî, wekhevî û demokrasî bijîn û ji hemû gelan re jî bibin nimûne.

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button