Aqlê herî nûjen û pêşketî di Manîfestoya Rêbertiyê de ye

Gaziyê şer Rêzan Masîro diyar kir ku bi xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêbertî re asoya wî ya fikrî hê berfirehtir bûye û got, “Ez dikarim bêjim ku aqlê herî nûjen û pêşketî di Manîfestoya Rêbertiiyê de ye. Ez bang li her kesî dikim ku zû ne dereng Manîfestoyê bixwînin û bi derdora xwe re parve bikin.”
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji Kongreya 12. a PKK’ê re şandibû û piştre bi raya giştî re jî hat parvekirin, di nav gelê Kurd û dostên wan de dengvedaneke mezin çêkir. Li her devera cîhanê Kurd û dostên wan Manîfestoyê dixwînin, guhdar dikin û dinirxînin.
Gaziyê şer Rêzan Masîro yê Manîfesto xwend, nêrînên xwe bi me re parve kir.
Rêzan Masîro anî ziman ku dema Manîfesto cara destpêkê guhdar kir fêm kiriye ku hê jî têkildarî dîroka cîhanê, mirovatiyê û gelê xwe pir kêmasiyên wî hene û got, “Rêbertî di Manîfestoyê de têkildarî pêşketin û zîhniyeta mirov tehlîleke herî berfireh û fêmbar dike. Ev tehlîl û nirxand ji bo mirov xwe nas bike, der barê gerdûnê, xwezayê û zindiyên din de bigihîje têgihiştineke rast pir bi qîmet in.”
Gaziyê şer Rêzan destnîşan kir di Manîfestoyê de ji bo merheleya têkoşîna nû rê û rêbaz bi awayekî vekirî hatine diyarkirin û ev nirxandin kir, “Weke tê zanîn Rêbertiya me bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo çek ji dewreyê derkevin û pirsgirêk bi rêyên diyalogê çareser bibin pêvajoyeke nû pêş xist. Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd xwedî li banga Rêber Apo derketin û gavên pêwîst avêtin. Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de Rêbertî hêmanên stratejîk, teorîk ên bîrdozî, siyasî, civakî, aborî û hwd. nîşan dane. Her wiha çarçoveya rêxistinbûna nû raxistiye ber çavan.”
Rêzan Masîro anî ziman ku Manîfesto ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê çavkaniyeke herî dewlemend a avakirina jiyaneke azad û wekhev e û wiha dewam kir, “Dema mirov Manîfestoyê dixwîne eşkere dibîne bê bi dewlet û desthilatdariyan mirovatiyê û bi taybet jinan çiqasî êş û zilm dîtine. Rêbertiya me ligel van tehlîlan rêyên xwerizgarkirinê jî nîşan dide. Ji lewra di serî de jin divê hemû gel û bawerî xwedî li fikir û ramanên Rêber Apo derkevin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî divê her kesên dixwazin bi azadî bijîn têkoşîn bikin.”
Gaziyê şer Rêzan Masîro bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Ez dikarim bêjim ku aqlê herî nûjen û pêşketî di Manîfestoya Rêbertiyê de ye. Ez bang li her kesî dikim ku zû ne dereng Manîfestoyê bixwînin û bi derdora xwe re parve bikin. Bi taybet jin û ciwan divê vê erka giranbiha ji her kesî zêdetir hilgirin û bi serketî bînin cih. Em ê teqez jiyaneke li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ava bikin. Em ê hêviyên şehîdên xwe bînin cih û nîşanî hemû mirovatiyê bidin ku berdêlên hatine dayîn vala neçûne.”