Gaziyên şer wê timî di rêya Zîlanan de bin

Endama federasyona gaziyan û gaziya şer Zarîn Kobanê diyar kir çalakiya şehîd Zîlan li hember dijmin, xayîn û hevkaran bû bersiveke bêhempa û got, “Weke gaziyên şer em ê timî di rêya Zîlanan de bimeşin”

Gaziya şer û endama federasyona gaziyan Zarîn Kobanê bi boneya 30. salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) nirxandin kir.
Zarînê di destpêka azaftina xwe şehîd Zîlan bi bîr anî û ev anî ziman, “Çalakiya Zîlan a dîrokî Tevgera Azadiyê mezin kir û serê gerîlayên azadiyê gihand stêrkan. Îro jî em hemû Kurd bi serê Zîlanê sond dixwin û têkoşîn dikin. Zîlan pêşeng û xwedawenda me ye û em jî hevrê û şagirtên wê ne. Hevrê û fermandar Zîlan ji gelê Kurd û tevahî jinan re bû sembola jiyana bi rûmet.”
Gaziya şer Zarîn bal kişand ku Zîlan ji bo tevahî şoreşgeran bû hêvî û îlhama serxistina şoreşê û got, “Em weke jin û gelê Kurd deyndarên xwedawenda xwe Zîlan in. Piştî çalakiya bi heybet a Zîlan bi sedan jinên ciwan bi heyecan û baweriya azadiyê berê xwe dan çiyayan, navê xwe kirin Zîlan. Şoreş, jiyan, têkoşîn û berxwedan divê çawa be hevrê Zîlan bi kesayet û çalakiya xwe diyar kir. Çalakiya hevrê Zîlan li hember dijmin, xayîn û hevkaran bû bersiveke bêhempa. Rastiya şoreşgerên Apoyî çawa ye, bi çalakiya Zîlan şênber bû.”
Zarîn Kobanê di dewama axaftina xwe destnîşan kir ku çalakiya şehîd Zîlan bû xeta berxwedanê ya fedaî û wiha axivî, “Pêşengên azadiyê Sema Yuce, Rojbîn Ereb, Dîlan Wan, Berwar Çelê, Şaristan Cizre û hwd. gelek şêrejin û mêrxasên çiyayî li ser xeta xwedawend Zîlan çalakî kirin û destanên berxwedanê nivîsandin. Xwedawend Zîlan ji bo wan qehremanan bû rêzan û pêşenga hemdemî. Zîlan jineke ji xwe bawer û jêhatî bû. Çalakiya xwe wer bi zanebûn û hostatî kir ku ruhê dijmin jî pê nehisiya û her kes matmayî hişt. Ji ber wê Rêber Apo got, ‘Zîlan rêber û pêşenga me ye.’ Rêbertî Zîlan weke xeta Tevgera Azadiya Jin û şoreşê bi nav kir.”
Gaziya şer Zarîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Weke gaziyên şer em ê timî di rêya Zîlanan de bimeşin. Li gor erk û mîsyona Rêbertî daye gaziyan em ê xwedî li ked, têkoşîn û mîrasa berxwedaniyê ya Zîlan derkevin. Ez di şexsê xwedawend û şêrejina Kurd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Soza xwe ji wan re nû dikim û dibêjim şehîd namirin.”




