Dîrokeke Kurdan a dewlemend û bi wate heye

Cûdî Cizîr

Ji bo di kêliyê de wate li herikîna jiyanê zêde be, kolana di çavkaniya demê de gelekî girîng e. Ji ber ku jiyaneke watedar, bi hişmendiyeke xurt a dîrokê mimkun e. Dîrok, herî zêde ji bo jiyaneke watedar pêwîst e. Her wiha, mirov zanibe dîrok ji aliyê desthilatdaran ve tê nivîsîn, vê jî weke dîroka fermî di bîra mirov de dikolin ji bo mirov karibe xwendinên dîrokê xurt bike fêmkirinadestpêkê girîng e. Ji lewre mirov çiqasî dîroka xwe zanîbe ew qasî civak,  dewlet, netewe û cîhanê jî dê baş bizane. Ji bo gelê Kurd fêrbûna dîrokê pir girîng e.

Di vî warê de em dikarin ji lêkolîn û afirandinên Rêber Apo sûd werbigirin.Gelê Kurd yek ji gelên herî kevin ê dîroka mirovahiyê ye. Di pêşxistina şaristanî û girîngiya Mezopotamyayê de xebat û afirîneriya civakan, bi taybet jî rola gelê Kurd a di şaristaniyan de hatiye piştrastkirin. Afirandina formên zîhniyet û vînî yên tekûz Rêber  Apo weke “Dîroka azadiyê ango  dîroka civak” îfade kiriye. Dema hikûmkirina demê, dîroknivîsîna demê, azadî diyarîkirina demê hatiye û derbas bûye jî. Divê em şervanên azadiyê van pêvajoyên em demê ber bi azadiyê ve dibin baş bixwînin, sekna rast raber bikin û ji van deman re bibin bersiv. Şoreş her dem di vê wateyê de bi awayekî bedew zimanekî hêzdar, hewayeke xurt dixwaze. Di dîrokê de destwardanên mezin ên li ser xaka Kurdistanê jî giredayî vê rastiyê ne.

Di dîroka me ya têkoşînê de hemû nirxên me yên maddî û manewî weke kevirên bingehîn yên nasname û kesayeta me, pêşketina me ya azadiyê, hêza me yê jiyanê li derdora Rêbertiya me, bi girêdana Rêbertiyê pêş ketine. Em şopînerên heqîqetê ne. Em ê bibin ziman û çalakiya şoreşê. Em dîrokê nanivîsin, em dîrokê çedikin. Di dîroka gelê Kurd de dîroka îsyanên binketî bi zêdehî hatine nivîsandin. Lê em dixwazin derbasî dema dîroka bi ser ketiye, qezenc kiriye, bi xwe û mirovên azad daye qezenckirin, şansê vê qezencê daye afirandin, deriyê Kurdistana azad, Rojhilata Navîn ya demokratîk daye vekirin bibin. Ji ber vê em derbasî dîroka nivîsandina rast û azad dibin.

Ev hişyarbûn, di warê dîroka têkoşîna Tevgera Apoyî û  civakî de qonaxeke nû û xweser e. Her wisa weke di têkoşîna me ya şoreşgerî ya Kurdistanê de jî hat dîtin, hemû civakê hembêz dike û dibe çavkaniya hêviyeke mezin. Di avabûna mirov de ya herî girîng ku serê mirovan mijûl kiriye, tiştên tên jiyînin. Mirov hebûna xwe, nêzikbûnên xwe, zimanê xwe, çanda xwe û jiyana xwe bi paşeroj, pêşeroj û kêliya dijî ve her tim daye ber lêpirsînê. Ev lêpirsîn bi hebûna mirov re bûye yek û weke dîrok hatiye binavkirin. Ev nêzîkbûna dîrokê yek ji xisûsên girîng ên paradîgmaya me ye jî. Dema mirov bi vê nêrînê Kurdistanê jî digre dest mirov zêdetir nêzikî heqîqetê dibe. Kurd di dîrokê de her tim bi rolên balkêş û girîng rabûne.

Dîrokeke Kurdan a dewlemend û bi wate heye. Gelê Kurd her tim aştî,  edalet û demokrasî temsîl kiriye. Daxwaza Kurdan li hemberî pergala zordar, avakirina pergalek bi edalet e. Kurd her tim alîgirên edalet, demokrasî aştî û rastiyê ne. Lê, hêzên desthilatdar, zordar û dagirker li dijî vê rastiya dîrokî ne, nirxên pîroz ber bi windabûnê ve def didin, hebûn û sekna Kurdan ji xwe re asteng dibînin. Lewma hewl didin şoreşa gelê Kurd tesfiye bikin. Ev rastiyeke bênîqaş e ku eger civak ji hela paradîgmaya Rêber Apo werê rêvebirin, wê qet pirsgirêka demokrasiyê nemîne. Ji ber paradîgmaya Rêber Apo Modernîteya Demokratîk e.

Modernîteya Demokratîk xwe disipêre paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê. Ev jî xwe disipêrê fikirû felsefeya Rêber Apo. Helbet têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Apoyî asta xwebûn, vînbûn,  azadî, entegrabûna demokratîk derxistiye holê. Bi têkoşîna me ya azadiyê re nirxên nû û mezin hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê hem ji bo gelê me û hem ji bo Tevgera me mîladek hatiye qezenckirin û derbasî nav rûpelên dîrokê bûye.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button