Pêwîst e piştgiriya ji YPJ’ê re xurt bibe

Hebûn Rojhilat

Di van demê dawiyê de gelek bûyerên destdirêjiyê li ser jinan tên kirin. Wiha bûye ku her roj bi dehan jin li Tirkiye, Îran, Afganistan,  Sûriye û hwd. bûyerên wiha tên jîn. Dema mirov li ser van bûyerên wiha sosret dihizire gelekî hêrsa mirov tê. Çawa dibe ku ewqasî kuştina jinan zêde bibe? Eger jinan di şeran de ewqas windahî dabana mirov dikarî xwezayî bibîne. Lê wiha nîne jixwe rojane, bi sedan mêr tên kuştin. Mirov dizane ku ew di şer de tên kuştin. Helbet ew jî xwezayî nîne û kuştina mirovan di civakê de qet ji rêzê nehatiye dîtin.

Em dizanin ku kuştina mirovan jirêderketinek e. Pêwîst e were sererastkirin, dawî li şer û tundiyê were anîn. Ev şerên tên kirin ji bo xizmeta desthilatdaran e. Mirov dibêje şer e û ger şer raweste wê kuştin jî rawest in. Lê wê çawa kuştina jinan rawest e? Ev 30 hezar sal e her bê sedem tên kuştin! Gelo mirov ji wan kuştinên wiha re çi bibêje gelo? Her ez pir dihizirim û dixwazim ji kuştina jinan re sedemekê bibînim, lê ez qet nabînim. Jixwe herî zêde jî jin bi destê bav, bira û hevjîn yan jî hezkiriyê xwe tên kuştin.

Gelo wê kengî û çawa tundiya li ser jinan û kuştina wan raweste? Li gorî ku dixuye niyeta mêrên zalim û kujerên kastîk qet nîne ku wê dest ji hişmendî, rêbaz û kiryarên xwe berdin. Ev jî barê me jinan girantir dike. Em wiha dihizirin ku di serdema şaristaniya sermayeparêz de dibe ku ji bo jinan jî guhertin û veguhertin çêbibin. Lê mixabin rewşa jinan û civakê di serdema şaristaniya sermayeparêz de hîn xerabtir bûye. Wiha li wan hatiye ku, dikin hawar û qîrîn, ji ber destê kujerên kastîk.

Barê jinan jî ji ber vê gelekî giran e. Nexasim jî li Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê, ji ber siyaseta dewletên zalim û despot mirov bûne qatilên kastîk. Her çiqasî giştî nebin jî gelek ji wan hene ku bi qatilên li ser serê xwe bandor dibin û ew jî dibin mîna wan. Naxwe divê em weke jin û ciwan xwe pir baş rêxistin bikin, kuştina li ser zayenda xwe û civakê bi dawî bikin. Hewce ye em xwe bi bîrdoziya Rêber Apo bi çek bikin, bi siyaset û bîrdoziya rizgariya jinê têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftinê qezenc bikin.

Her çiqasî astengî hebin jî divê em haj li xwe hebin û siyaseta xwe kûr bikin. Wê siyaseta me jî demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiya jinê be. Divê em ji vê re amade bin. Jixwe weke jin em xwedî berhem û îradeyeke xurt ya têkoşînê ne. Hewce ye em jî li ser wê berhem û kedê serkeftinê qezenc bikin. Pêwîst  e em piştgiriya xwe ya ji YPJ’ê re xurt bikin. Divê em bêjin, “Ti kes nikare ked û berxwedana me înkar bike.” Bi vê mebestê ez bang li hemû jinan û ciwanan dikim ku werin em hemû bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin. Em têkşîna xwe bigihînin serkeftinê, Rêberê xwe di hêla fizîkî de azad bikin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêkan bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button