Şoreş bi xwe nûbûn e
Gaziya şer Selena Dêrik…

Çiqasî em qala tundiyê dikin jî em dibînin her diçe hîn zêdetir dibe. Mebesta min ew nîne ku em qala tundiyê nekin. Jixwe em ê qal bikin û hesab jî bixwazin. Lê wiha ji min re tê ku mêr hîn zêdetir di tundiya xwe de israr dikin. Ev jî tê wê wateyê ku guhertin çênabe. Divê em careke din li rêbazê xwe vegerin û di xwe de nûbûnê çêbikin. Jixwe mêr di desthilatdariya xwe de israr dike, qet naxwaze milîmekê jî gavê paşde biavêje. Lê em jî weke jin ji xwe pirs bikin, gelo em çiqasî di azadiyê de israr dikin? Eger em jî weke jin li xwe mukir werin em ê bibinin ku hîn jî gelek lawaziyên me di van hêlan de hene û em di têkoşîna xwe de dijwar nînin.
Em çawa meran rexne dikin, divê em rexnedayîna xwe jî bidin. Ji ber em deyndarên Rêber Apo ne. Hîn jî em nebûne layiqî keda Rêbertî. Em hê jî nikarin weke heval û dostê Rêbertî bersiveke xurt bidin. Ez rast bejim, em hemû tawanbar û xemsar in. Çawa gihiştiye vê astê ku kesên rûmet nebûye nesîbê wan, tiştên wiha xerab li ser Rêberê me bêjin. Tekez divê em li xwe vegerin û hesabê xwe bidin Rêberê xwe. Ji bo em karibin xwe jî lêpirsîn bikin û rexnedayîna xwe bidin, ev girîng e. Ev bûye 54 sal ku Rêber Apo bêrawestan têkoşîn dike, hemû şaştî û lawaziyên me tehemûl dike, pirsgirêkên me çareser dike û hîa jî gelek hene haya wan jê nîne.
Pêwîst e hem mêr, hem jî jin her kes li xwe vegere. Divê em pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber em gelekî serê Rêbertî diêşînin. Li şûna wê divê em pirsgirêkên xwe çareser bikin û têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê. Ez bi xwe pir hestiyar dibim. Ne ji berez gaziyek e şer im, ji ber em xwe dubare dikin. Dive em hemû jî bizanin ku dubare nabe çare û heya niha ti kesî ji dubarebûnê tiştek bi ser nexistiye. Ez bawer im em ê jî ti encaman dernexînin. Hewce ye em nûbûnê di kesayeta xwe de çêbikin. Şoreş bi xwe nûbûn e, lê di kesayeta me de her di ya kevin de israr heye. Ev jî wê me bibe koletiyê û qirkirinê.
Ji ber vê tekez divê em xwe di ber çavan re derbas bikin, rexnedayîna xwe bidin. Hewce nake em her gilûgazincan bikin. Ez ji her kesî re dibêjim, ma mirov dikare gazincan ji neyarê xwe bike? Eger em hevdU reş bikin wê kêfa neyarê me neyê gelo? Ez bi xwe dibêjim pêwîst e em hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin. Divê em ne gazinc, ne lom û ne jî lavayan ji neyar bikin. Li gorî nêrîna min tişta herî rast jî ev e. Divê em li ser pirsgirêkan bisekinin û dilnizm bin da ku em erkên xwe pêk bînin, layiqî Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe yê kedkar bin.




