Ji bo bîranîna şehîd Mazlûm û Bakur
Şîlan Kobanê

Di naskirina şehîd Mazlûm û Bakur de em dereng man. Lewra em lêborîna xwe dixwazin. Li hember şehadeta wan me dît ku pênûs lal e. Pirtûka dilê dayika du lehengên şehîd min dît û bihîst. Hinek dayik ji zarokên xwe re dibêjin, “Ka werin xwe rizgar bikin. Bila tişt bi we neyê.” Dema min wiha dibihîst ez hizirîm. Pir zor bû bi min. Lê min nedikarî ez van gotinan ji kurê xwe re bêjim. Min negot. Di wê kêliyê de kurê min Ş. Mazlûm Yekta yê hîn salek şehadeta wî tijî nebûye hat hişê min. Lewra bi hizra min a bi agir, ez dadiketim binê bîrê û pêre çûm. Çênedibû ez jêre bêjim, “Were.”
Min ev peyva weke pariyek ji agir berda hinavên xwe. Bi wê êşê û şewatê min her du zarokên Bakurê xwe hembêz kirin. Şewata hundirê min, agirê dilê min rabûn, bûn rondikên sor, herikîn. Rûyê min ji dudiliyê û şermê şûştin. Ew dîmenê niha hûn, her kes dibînin, min di kêliya destpêkê de dîtibû. Êşa zarok û dayika zarokan dikişînin, ji dengê dawiyê yê kurê min ku digot, “Ez hevalên xwe nahêlim. Em ê li ber xwe bidin.”
Belê wan li ber xwe dan. Canê xwe dan. Em jî bi wan serbilind in. Ez xwe li ber biryara kurê xwe û hevalên wan ditewînim. Ez wan hembêz dikim. Ez ê zarokên wî bi çanda berxwedanê, serbilindiya bavê wan mezin bikim. Em ê layiqî Mazlûm û Bakurê xwe bin. Em ê li bendê bin ku bi serbilindî derkevin hemberî Rêberê xwe ku tevahî jiyana xwe ji mirovatiyê pêşkeş kiriye û xwe bexşî jiyana azad kiriye.
Serokatiya me ji bo azadiya me jiyana bi dayika xwe re wek zarokekî li xwe heram kir û têkoşiya. Lewra em jî weke dayikên Kurd jiyana bêwate bi zarokên xwe re li xwe heram dikin. Dema me bi Rêbertiya xwe re azad jiya, em ê bi zarokên xwe re jî azad bijîn û hez bikin. Bila kesek nefikire ku heta Rêbertiya me azad nebe, em ê bang li zarokên xwe bikin û wan ji nav şeran bikişînin. Her wiha em ê aram û azad jî nejîn. Bila kes xwe nexapîne.
Tevahî dîroka me bi êşan, komkujiyan, darvekirin û sirgûnan dagirtî ye. Ji ber hevsengiyek di navbera pêşeng, serokên Kurdan û cengaver, siyasetmedarên civaka Kurd de çênebûye, yekîtiya me çênebûye. Ji lewra em timî rastî êrîş û zehmetiyan hatine. Kî di ber me re derbas bûye, derbek li me daye. Nanê me xwarine, ava me vexwarine, li şûna me raketine. Em jî her di welatê xwe de koçber in, ji gundên xwe reviyane. Em di welatê de xwe de biyanî û xerîb in. Di nav milên xwe de em weke karker dixebitin. Bi nanozikê jî me qebûl nakin. Yên qet ne hêja ne her efendiyên me ne. Bi ser de jî ne razî ne.
Me jî qet helwest nîşan nedaye. Vê carê bi feraseta wê çawa me qebûl bikin, derfeta jiyanê bidin me em tevgeriyane. Wekî em ne hêja ne û ne mafdar in azad bijîn, bi xefleteke wiha mîna qedera me ye em xwe ji mirinê re radizînin. Bi sedê salan e me bi vî rengî bi awayekî bê wate jiya. Carînan jî em dikeniyan.
Belê bi vî rengî di vê dîrokê de li vî welatî êdî guhertin çêdibin. Êdî guhertin çêdibin. Yekem car e ku destên radibin ser me dadikevin. Nikarin bigihêjin me. Zimanên dirêjî me dibin, têne jêkirin. Lingên li pêşiya me dimeşin ên me ne. Em bi guhê xwe guhdar dikin, bi zimanê xwe diaxivin û bi çavên xwe dinihêrin.
Cara yekê ye em bi aqilê xwe tevdigerin, em bi dilê xwe hez dikin. Em pişta xwe didin çiyayan. Em xwe nasipêrin erebokên paş hespên sultanên Osmaniyan yan jî efendiyên Ewropayiyan. Em xwe nadin ber kerên şivanê keriyan. Em destên kesekî li ser serê xwe qebûl nakin. Bila zanibin bê em Kurdên îro ne û zarokên me jî şagirtên kê ne. Rêber Apo bi hebûna Kurdên nûjen dîrok vejandiye. Lewma zarok bê dayik dikarin bijîn, lê bê Rêbertî nikarin bijîn. Dayik bê zarok dijîn, lê bê Rêbertî, bê welat û bê keramet nikarin bijîn.
Li şûna banga vegera zarokan ji nav şer em gilokên ji agir dadiqurtînin. Di baxê dilê xwe de em keviran diçînin. Di cih û dema wê de awirên dilê me dayikan li serê xayîn, noker û neyaran dikevin. Kevirên me li bazirganên xwîna mirovan dikevin. Ew kevir ji bo zarokên me, pêşeroja me keleh û mal in. Jiyana azad misoger dikin. Kevirên dilên me yên dawa zarokatiya Rêbertiyê ne. Ew kevirên dilên me dergûşa mirovatiyê ne. Dergûşa me jî bi keziyên xwedawendên me yên YPJ, YJA STAR, YJŞ, YJRK’ê hatine girêdan û dihejin. Em lorîka di ber vê dergûşê re distirên bi Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Rindêxan, Nazdar û Deyfê Xatûn re.




