Wateya gazîtiyê çawa tê fêmkirin?

Leyla Amûdê

Gazîtî ew rastî ye ku şopa şehadetê, her roj bilindahiya şehadetê bi xwe re hildigire, dijî û dide jiyandin. Zehmetiyên wê, dijwariyên wê, di her gava wê de têkoşîna ku pêwîst dike gazî ji her kesî pirtir dizanin, lewra dijîn. Lê ji ber weke hemû berdêlên hatine dayîn wateya gazîtiyê, jî ji aliyê xeta Tevgera Azadiyê ve diyar dibe. Mirov dikare hinekî din kûrtir li ser vê mijarê bisekine. Lewra di van mijaran de zehmetiyên me û kêmasiyên me hene. Rêbertiya me ji bo hevalên gazî got, ‘Şehîdên me yên ku dijîn.’ Ev pênaseya herî bilind e ku giranbihatî lê hatiye barkirin. Ji lewra nirxên me yên herî mezin şehîd in. Her hevalek gazî bi sedemekê yan jî bi rasthatineke biçûk ji şehadetê ziviriye.

Lewma her hevalek gazî şopa şehadetê bi xwe re dihewîne. Gelek heval bi domdarî jî dibêtiya wê dijîn. Şehadet ew heqîqet e ku hevala Zîlan dibêje, ‘Xwezî ji canê me wê detir tiştekî me hebûya ku me di oxira wê de bidaya.’ Ango her tişta  jê tê di oxirê de dayîn e. Rengê gazîtiyê, nirxa ku gazîtî dihewîne û Rêbertî tîne ziman jî ev e. Lê weke  hûn jî dizanin ti tiştek li hemberî berpirsyariya şoreşgerî, pêwîst e me ji hesabdayînê dûr nexîne. Lewma Rêbertiya me dibêje; ‘Hûn di gorê de bin jî ez ê ji we hesab bipirsim.’ Di vê wateyê de em fêm dikin ku şoreşgerî, nemirinî û bêdawîtî ye. Şoreşgerî; bêdawîtiya afirîneriyê, bêdawîtiya hesabdayîn û jiyînê ye.

Zehmetiyên rewşa gazîtiyê bi xwe re tînin tên texmînkirin, tên zanîn. Jixwe hevalên gazî jî di gelek nivîs û roportajên xwe de jî anîne ziman û gotine ku her çiqasî zor û zehmetî hebe jî wê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.  Her tim di nav hewildana ku ji Rêber Apo re bibin bersiv û di warê fikrî de jî şoreşa xwe berdewam bikin de ne. Astengiyên fizîkî weke astengî nabînin, kar û xebatên xwe yên perwerdeyê, nivîsandinê û afirîneriyên siyasî berdewam dikin.

Dema hin heval nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin, nikarin bixwînin, bixebitin û tevlî jiyanê bibin; hestiyar û teng dibin. Dema rewşa fizîkî ya hevalan zor û zehmet dibe, tengav dibin. Ev jî tenduristiya wan hîn girantir dike. Pêwîst e heval xwe nexin rewşên wiha hestiyar. Lê divê ku em zanibin ku ev rewş di heman demê de mijara têkoşînê ye. Hem mijara têkoşîna li hemberî nêzîkatiyên derve, hem jî nêzîkatî û ferasetên xwe bi xwe ye.

Lewma ji bo em karibin bi şaşîtiyên derdor û rewşa nû re têbikoşîn divê em nêrîn, feraset û hişmendiya xwe jî rast bikin. Bi nêzîkatiya hestiyar, bi bertek û dilê xwe bi xwe şewitandinê, em nikarin têkoşîneke xurt pêş bixin. Weke mînak; ti mirov li ti qadê nînin ku di têkoşînê de, karibin her tiştî bikin. Xwezayî ye ku her mirov di hine mijaran de xwedî  astengî be, lê tekez divê were zanîn ku gaziyên şer jî dikarin di gelek qadan de rola xwe pir baş pêk bînin. Herî zêde jî dikarin di siyaset, çapemenî, ekolojî, huner û aborîyê de, bixebitin, di hemû saziyan de jî bi bandor bin û di xizmeta civaka xwe de xwedî berhem bin.

Jixwe gazî, xwedî biryar in ku di vê mijarê de têkoşîn bikin û rola xwe bilîzin. Di warê civakî de jî bigihêjin gel û pêşengiyê bikin. Bi rastî jî şoreş weke heqîqeteke yekpare ye. Heta di vê wateyê de rastiya herî nêzî heqîqetê ye. Em li kîjan qadên têkoşînê bin, em bi kîjan rêbaz û amûran têbikoşin jî armanca me eynî ye û yek armanc e. Armanca têkoşînê di bingeh de û bi xetên herî gelemperî, avakirina civaka azad, kesayeta azad û jiyana azad e. Hemû rê û rêbazên têkoşînê bi vê armancê ve girêdayî pêş dikevin.

Nexwe mirov li ku be, şoreş û têkoşîn li wir e. Mirov li ku be û di kîjan şert û mercan de bijî derfeta têkoşînê heye. Bêguman dikare weke fêmkirin jî bê gotin ku gaziyan, şoreşgeriya herî çalak pêk anîne û dizanin dûrketina ji vê çalakbûnê dijwar e. Lê mirov çiqas şoreş û têkoşînê yekpare fêm bike, mirov ewqas jî dikare potansiyela xwe, hêza xwe ya kirinê û pêwîstiyên têkoşînê rasteqîn pênase bike û binirxîne. Perwerdeya paradîgmayî, kûrbûna rêxistinî-bîrdozî girîng e. Mirov gazîbûna xwe, zehmetiyên xwe çiqas bi awayekî kolektîf, civakî û weke encama şoreşê bigire dest, bifikire, mirov ewqas jî dê karibe hestên xwe perwerde bike, polîtîk bike.

Kesên ku zanibin gazîtiya wan di encama tercîha jiyana azad, wêrekiya pêşengiya şoreşê ye, xwe kêm yan jî mexdur nabînin. Wê dilê xwe bi xwe neşewitînin. Lewra wê zanibin ku li ser navê civakekê wê êşê dikişînin. Wê were bîra hevalan, dema Rêbertî dibin Îmraliyê Rêbertî dibêje, “Wê çawa miletekî bixin nava vê hebsa teng de?” Rêbertiya me weke ku di parêznameyên xwe de jî pênase dike, ji bo van salên dirêj di zindanê de li ber xwe bide, sedemên civakî yên zihnî, hestî, armancî datîne holê.  Li hemberî êşan, zehmetiyan mirov çiqas xwedî hêz be wê, tekez ewqasî jî dilgerm û ji xwe bawer bibe. Wê têkoşîna wan serkeftî be û ji nêzîkatiya hestiyar jî wê dûr bikevin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button