WARÊ EGÎDAN: BOTAN Beşê 1
Asya Weşûkanî

Weke ku tê zanîn bi tevgera Apogerî re destpêkê têkoşîna Kurdistana azad, zêdetir li bajarên mîna Riha, Batman, Amed, Dîlok, Pazarcik, Semsûr, Dersîm, Mêrdîn û Serhedê bingeheke diyarkirî dît. Û bi vê re jî hêzên dewletê û nexasim cûntaya leşgerî ya 12’ ê Îlonê bi hatina ser kar re, ji bona ku tevgera Apogerî nekeve pêvajoya gerîlabûyînê, kete nava hewldanên astengiyê û bi taybet jî bi pêkanînên zordestî, tundî û hovane hewldan ku hemû civakê bitepisînin û wan bixin pêvajoya radestbûyînê. Û li hember vê, bi pêşketina berxwedaniya zîndana Amedê re, tespîta ku li derve jî pêvajoyeke berxwedaniyê bê destpêkirin û di bingeh de navenda wê jî encax û encax gerîlayê ku xwe dispêre Botanê be hate kirin.
Wê demê Serokatiya Gel a Kurdistanê digel ku Botanê, nedîtibû jî û di nava tevgerê de tu qadroyek ji Botanê nîn bû jî, hem avaniya civakî û hem jî erdnîngariya Botanê baş tehlîl kir, bi xwe spratina şerê gerîlatiyê plansazî kir û ev jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rê li ber pêşketinên dîrokî vekir. Bi taybetî jî ji ber ku avaniya civakî ya Botanê ne di bin, bandora giran a mêtîngeran de bû, di warê klasîk de be jî jiyankirina kurdbûnê û pê re jî hebûna avaniyeke berxwedêr a dîrokî ya Botanê, di vê de bi bandor bû. Her çiqas ev wekî şer û pevçûnên di navbera eşîran de xwe teyisandi be jî, ev rastiyeke ku di dîrokê de, di cewherê xwe de li herêmê berxwedêriyek hatiye jiyankirin.
Bandora wê ya civakî û asûna erdnîgarî ya qada Botanê ku xwedî, taybetmendiya navendîbûnê girtiye ser xwe û bi vî awayî çar parçeyê Kurdistanê; digihîne hev hêmaneke girîng e. Ji ber ku di warê erdnîgarî de xwedî eraziyên herî asê û stratejîk e, ev jî girîngiya vê qadê zêdetir dike. Qada Botanê bi xeta Zagros-Behdînanê re ku ji hêla sîlsîleyên, dûr û dirêj ên çiya ve ber bi Başûr, Rohjhilat, Rojava û Bakur ve dirêj dibe, bi vê sekna xwe, pişthestiyê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd, Botanê wekî Dilê Kurdistanê binav kir û tespît kir ku kî xwediyê vî dilî be wê serdestî hemû Kurdistanê be. Bi vê tespîtê re di sala 1982’an de, bi vegera welat re sehaya Botanê bingeh hate girtin. Pêwîst e ku em diyar bikin ku di vê de erkeke diyarkirî ya hevalê Egîd û Mehmet Karasûngûr çêbû.
Di rastiyê de jî li qada Botanê hem serdestbûna leşkerî ya, dewletê gelek qels bû hem di warê siyasî de di rewşeke seranser de bû û hem jî di civakê de; Kurdbûn hê jî jiyan dikir. Wekî din tê zanîn ku herêm ji qonaxa destpêkê ya dîrokê ve heta roja me ya îroyîn xwedî erdnîgariyeke stratejîk e. Botan ji serdema Medan û piştre jî împeratoriya Persan heta roja îroyîn, wekî navendek hatiye bi dest girtin û piştre ev rewşa xwe ya jeo-stratejîk her dem parastiye. Bi taybet jî bi meşa Deh hezaran û bi hatina Îskenderê, Mezin a Kurdistan û Rojhilat re û qonaxên dîtir ên dîrokê de gelê; Botanê her dem rêçeke berxwedaniyê şopandiye. Sedema ku Mîr Bedirxan Beg berxwedaniya xwe spartiye vir û wekî Mîrê Botanê dewletbûyînê hedef girtiye, ji ber van taybetiyên bi hêz ên civaka Botanê ne.
Wî, ji vê avaniya Botanê û ji yekbûna Botan-Behdînanê hêz girt û plan kir ku serî li hember osmaniyan rake. Ev taybetiyên berxwedêr ên Botanê, piştre ji serhildanên Yezdan Şêr û Şêx Ubeydullah re dibe bingeh. Bi kurtasî taybetiyeke berxwedêr ku ji dîrokê tê û pê re zirûfên hişk ên erdnîgariya Botanê, em dikarin bêjin ku rê li ber kesayetiyeke ku xwe dispêre; zehmetiyan xwe bi xwe têrî xwe dike û di warê rih û fizîk de berxwedêr e bi pêş ketiye û şikl girtiye. Hem hişkbûna erdnîgarîya wê hem jî taybetiyên berxwedêr ku ji dîrokê tên, kiriye ku qerektereke ku xwe dispêre hêza xwe ya cewherî û li hember zoriyan tevgav nebe ava bibe. Vaye bi vê rastiya dîrokî, civakî û erdnîgarî re, hêzên gerîlayên Kurdistanê yên ku ji Dîlok, Pazarcik, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Batman, Dersîm, Qers û Agiriyê xwe kişandibûn û qadroyên ku li sehaya Filîstin-Libnanê hatibûn perwerdekirinê.
Wê bi fikra bi Botanê re yekbûyînê re, wê ev bi xwe re sînerjiyek derxistiba, bû pêşdîtinek û tespîtek girîng. Bi vî awayî veguheztina qadroyan ber bi Botanê ve, di destpêkê de bi xwe re zehmetiyan derxiste. Heta ji ber nenasîna qadê û avaniya civakê û baş nenasîna erdnîgariyê, gelek caran rêya rojek dibû hefteyek. Di komên me yên bê qilavûz, bi bûyerên wekî ku di çapemeniyê de cî girtine, hêzên me rû bi rû man. Encax bi awayekî rast tespîtkirina avaniya Botanê re kelijîna qadroyên Apocî û pê re pêşketinek nasînê, bi xwe re kir ku potansiyeleke bi hêz derê. Ew cewherê Kurdbûna xwezayî û berxwedêr ku di astekê de di avaniya civaka, Botanê de hatiye parastin bi nasîna îdeolojiya zanist a hemdem re, bi xwe hêzek, cewhereke; welatparêzî û berxwedaniyê derxiste. Piştî ku Pêngava 15’ê Tebaxê di vê zemînê de hate bi pêş xistin, digel texrîbatên çetevanî û nokeriya ku di hundir de hewl dan ferz bikin, ku ev wekî Hogirtî û serdema Çetevaniya Çaran derbasî pratîkê bû, digel vê kokberdana gerîla li vir pêk hat.
Digel ku mêtingeran li qadê êrîşên leşkerî bi pêş xistin û faliyetên cahşîtî û çetevaniyê ku bingeha xwe ji avaniya eşîrtiyê digirtin bi pêş xistin jî, lê ew texrîbatên Çetevaniya Çaran ku hewl da ku di hundir texrîbatan pêk bîne, nikaribû rê li ber yekbûna îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd û welatparêziya ku di cewherê gelê Botanê de bû bigire. Tevgera gerîla ku xwe disparte cewhera welatparêziyê û hevûdin bandorkirina du alî re, her çû kûr bû û veguheziya hişmendî û rêxistiniyê û bêyî ku careke din neyê qutkirinê bi cî bû, ji vir jî li Kurdistanê di belavbûna gerîlla de Botan erkeke girîng lîst. Bi vê re gelê Botanê her çû ji kokberdana tevgera gerîla hêz girt, hê di salên 1989’an de li qadên gundan bi komên biçûk raperîn destpêkir, di salên 1990’î de ev ber bi Cizirê, Şirnex û Nisêbînê pêş ketin û bi van navendên pêşketinên serhildanên girseyî re, pêvajoya serhildanên dîrokî dan destpêkirin.
Digel hemû astengî û îxanetên ku hatin jiyandin, gelê Botanê ku hem bûbû navenda gerîla hem jî bûbû navenda serhildanan, veguheztineke rastîn pêk anî, wekî mînaka pratîkbûyîna gelbûna Apocîtiyê ji têkoşîna berxwedaniya netewî û demokratîk bawer kirin û beşdar bûn. Ev, di heman demê de, bû serdemeke wekî pêvajoya pêkhatina, şoreşa vejînê ya Kurdistanê û vê mohra xwe li dîrokê xist. Gelê Botanê ku pêngava 15’ê Tebaxê ji xwe re wekî hêviya rizgariyê dît, piştî pêngavê hewayeke pêvajoya serîrakirinê jiyankirin, ji ber nezanî û tengbûnan destpêkê di pêşengiya gerîla de hewlnîşandana heyî di asta bersivdayînê de bû. Di vê mijarê de destpêkê gerîla, ne di rewşeke ku bikaribe bersivandineke têr bi pêş bixe de bû. Û di pêvajoyên hetanî 15’ê Tebaxê de, ji Botanê beşdarbûna rêxistinê çêbibin jî, di bingeh de piştî Pêngava 15’ê Tebaxê beşdarbûnên gihîştî û têr pêk hatin.
Hêla herî girîng a van beşdarbûnan, di demeke ku fikarên; wê ev taqtîk bigire an negire hebûn de, ji bona qebaskirina wê, di warê hêz û bidestxistina moralî de bandorên xwe yên girîng çêkir. Ev rewş di heman demê de zemîna artêşa gel a rastîn a gerîla bi pêş xist. Bi vî awayî riya artêşbûyîna gel hate debaskirin. Di vê çarçoveyê de wekî beşdarbûnên destpêkê, beşdariya hevalên mîna Piling, Ehmed Repo, Enver Omyanûs, erka ku lîstine rê li ber pêşketinên mezin vekir. Li hember qezencên ku bi dest ketibûn, ji ber pirsgirêkên rêbertiya taqtîk û di encama arastebûna bi gurahî ya dijmin de, şehadeta fermandarê mezin, lehengê gel Egîd û gelek qadroyên têkoşîna azadiyê ku pêşengbûn, bi rêjeyeke mezin gerîla xist bin tehdîdan. Bi taybetî, bi windahiyên eyaletên mîna Garzan, Amed, hema hema hatibûn qonaxa tesfiyebûnê
Dîsa li eyaletên mîna Rojavayê Başûr û Serhedê jî, rewşên başnecîbûyîna gerîla hatin jiyankirin. Fena eyaletên dîtir derbe xwarina Botanê bi xwe re tengavbûnên cidî derxist. Dijmin di vê pêvajoyê de, di serî de li Botan bi teqwiyeyan, gotin di cî de be Kurdistanê ji nû ve dagir kir. Seranserê Botanê bi leşkeran hate dagirtin, li her gundek qereqoqel hate ava kirin. Van hemû rewşan, bi xwe re pêvajoyeke ku di gerîla de tengbûnek û hejandinek pêş bikeve anî. Yanî ev bi xwe re mijara wê li Kurdistanê taqtîka gerîla bigire an negire xiste rojevê. Tam jî di wê pêjajoyê de, bi lidarketina Kongereya 3’emîn a Partiyê re, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi gelek biryarên ku rûpelên nû vekirin re, biryarên avabûna ARGK’ê û ji bona rêxistinkirina hêzên leşkerî zagona leşkeriyê hatin girtin. Bi taybetî jî pêvajoya Kongreya 3’emîn ku di rûniştandina gerîla de qonaxeke girîng dihilgire ser xwe, têkoşîna gerîla kete pêvajoyeke pêngavî ya nû.
Bes ji pêkanînên zagona leşkeriyê tenê ji Botanê encam hate girtin. Li qadên din an nehate pêkanîn an pêk hatibe jî encamên serkeftî bi dest neketin. Encax li Botanê li ciyên ku rast pêk hatiye encam bi dest ketiye û bi vê rêbazê gelek şervan û fermandarên bi nirx ji Têkoşîna Azadiya Kurdistan re da qezenckirin. Li vir yekem car bi hatina gerîla ya welat re, ev beşdariyên kêm jî bi xwe re rih û moralek mezin afirand û di demê tengav de bersivdayîna erênî ya qada Botanê têrî xwe tevgerê rihet kir. Bi vî awayî bi bersivdayîna xwe ya erênî ya zagona leşkeriyê re, sûdên mezin di gerîlabûyînê de çêkir û di pratîkê de li xeta fermandarê mezin Egîd xwedî derkete. Di şekilgirtina ev qadro-milîtan û fermandarên ku di şerê azadiyê de xwedî erkên dîrokî ne, helbet erk û keda Fermandarê nemir Egîd, Mustafa Yondem û Mehmet Sevgat ku xeta Serokatiyê derbasî jiyanê kirin, xaleke bê nîqaş e. Di zemîna Botanê de, kesayetiyên ku piştre di asta herî pêş de, di fermandariyê de taybetiyên diyarkirî bidest xist jî, yek ji wan di serî de hevalê Adil Amed bû.
Hevalê Adil Amed, mînakeke herî balkêş e ku dema bi felsefeya Apocî re çanda Apocî bi kesayeta Kurd a klasîk re bibe yek, wê çawa di encamê de kesayetên wisa mezin derbikevin. Hevalekî mîna Adil Amed digel ku ji bilî derveyî gundê xwe dinyayê nedîtibû, bi Partiyê re dinyayê nas kir û fêrî xwendinê û nivisandinê jî bû, bi kesayetî û çanda tevgera azadiyê re, derketina fermandarek wisa mêrxas, hêja, durist û dilsoz îspata hêza îdeolojîk a tevgera azadiyê ye. Cuma Bilikî jî ji gundê Adil Amed bû, ew jî di demeke kurt de, asta ku xwe digihîne, bi zevtkirina performansa fermandariyê ya herî bilind re, bi wêrekiya xwe ya mezin ku di zirûfên herî dijwar de raber dike re, xwedî kapasîteya ku di şertên herî zor de bi sedan şervanî birêve dibe û bi van taybetiyên xwe bi serketinan derdikeve asta kesayetiyeke mejî û dil. Mirov dikare di şerê 92’yan de di şexsê Cuma Bilîkî de vê bi awayekî balkêş bibîne.




