Dewlet li benda çi ye?
Adar Gulan

Dema mirov li civaka berê mêze dike dibîne ku di nav herikandinek dîrokî de ye, civak bi jiyanê re herikiye, bi hev re di têkiliyek sîmbiyotîk de ye. Lê em îro li halê civakê dinihêrin ku civak ji hev parçe parçe bûye. Ji rehên xwe qut bûye. Ew çerxa têkiliyan a civakê guheriye.
Şerê di navbera Amarîka, Îsraîl û Îranê de ev zêdetirî mehekê ye didome. Niha kes nizane ku wê dawiya vî şerî çawa bi encam bibe. Roj bi roj metirsiya ser jiyana sivîlan zêde dibe, ji aliyê din ve roj nîn e ku malên kurdan nebin hedefa mûşekên rejîma Îranê. Şer, hema bêje li tevahiya Rojhilata Navîn, berbelav bûye û bi dijwarî tehsîra xwe li ser Kurdistan û gelên herême dike. Êrişên aliyan ên hewayî didomin. Hevdîtinên ku ji bo muzakereyek muhtemel a di navbera Amarîka û Îranê de ku bi navbenkariya Pakistanê çêbû, heta niha ti encam nedaye.
Rejîma Îranê tevî hemû alozî, qeyranên aborî, ku hebûna wê li ber man û nemanê ye, tevî wê jî di van şert û mercan de jî êrişî kurdan dike. Di vê rewşê de li şûna ku destê çareseriyê dirêjî nûnerên kurdan bike, lê di siyaseta xwe ya xeniqandina mirovan de dewam dike. Ev rastiyek e ku şer ne di berjewediya gelên herêmêde ye. Ev şerê hegemonyayê ye; bi şer pirsgirekên gelan, çareser nabin. Gelên Îranê, şer naxwaze.
Tê payîn ku di hevsengiya herêmê de guhertinên bingehîn rû bidin. Di çerxa van rageşî, guhertinan de kurd, dê çi bikin? Helbet di van guhertinan de, kurd tenê ne hêzeke leşkerî ya şerkirinên e; kurd her wisa hêza siyasî ya çareseriyê ne, li Îranê aktorên herî birêxistinkirîn e. Kurd ji hêza sereke ya vî welatî ne. Hizbên kurdî yên rojhilatê Kurdistanê, li rêyên çareserkirina pirsgirêkê digerin ku bi diyalogê meseleya kurdî çareser bikin. Kurd, di aloziyên rewşên wiha de ji bo her îhtimalê polîtîkayêk dînamîk a serbixwe ne…
Hemû dewletên herêmê ji polîtîlayên rejîma zilmê ya Îranê nerazîne, lê hinek welat di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî meseleyê dibin. Ew xwe weke ku bê alî ne nîşan bidin jî, lê rastî berevajiyê wê ye. Dewleta Tirk endama NATO’yê ye, ne gengaze ku di vî şerî de bê alî be. Herkes dizane ku ev rejîm, zilmê li gelên xwe dike, mafê jinan nasnake; heyîna gelê kurd înkar dike. Niha li Îranê çi diqewime, baş nayê zanîn. Rejîm bi hişmendiya tepisandinê nêzî mixalefetê dibe. Tevî şerê giran ku didome rejîma zilmê lez daye darvekirina ciwanên kurd. Em di serdemeke wiha de ne ku yên nirxên civakê dixin hedef, bi hev re di nav nakokî û şerên dijwar de ne. Xuya ye ku dê ev şer bi şêwazên cuda hîn demdirêj bidome…
Geşedanên li Îranê careke din nîşan da ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye, bi çareserkirina pirsgireka kurdî heye. Ev tenê ne ji bo kurdan, ev ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê derbasdar e. Hewldanên çareseriyê yên Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê divê weke hişmendiya çêkirinê ya daxwaza pêkanîna bihevjiyanê were fêmkirin ku çima divê gavên pêwîst dereng nemînin! Di zûtirin demê de divê qanûnên pêşîvekirina siyaseta demokratîk bên sererastkirin. Rayedarên Tirkiyeyê, di dewamkirina paradîgmaya komara tirk a berê de israr dikin. Divê rayedar xwedî li gotinên xwe derkevin. Li şûna gefê, gotinên xwe pêk bînin. Êdî ji kelamê re, keramet nehiştine. Rêber Abdullah Ocalan, bi niyeta pêşîvekirina li çareseriyê, dest bi avêtina gavên piratîkî yên vê pêvajoyê kir ku bi pêş de bibe. Hêza çareserkirina pirsgirêkê, di şertên herî zehmet ên esaretê de nîşan dide.
Diviyabû demeke beriya bi demekê, pêşî qanûn bihatana parlamentoyê ku li ba civakê bawerî çêbibe. Lê mixabin ji pêpelûka bin derî, em hîna derbasî hundirê xanî nebûne! Rê venakin ku ji Ewropayê vegera welêt pêk were. Vegera li welêt bi çêkirina qanûnan ve girêdayî ye. Ev salek e AKP her carê bi hinceteke cuda tê ser maseya muzakereyan. Niha ne diyar e ku wê sibê çi biqewime. Ev her carê taloqî dîrokeke din dibe. Peyama Rêber Abdullah Ocalan a hevdîtina 27ê adarê ku bi piranî li ser karîgeriya pêşvebirina pêvajoya civaka demokratîk sekiniye, wiha destnîşan dike, “Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgireka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên kûr hene”.
Dewlet bi têgiha ewlehiyê nêzî meseleya kurdî dibe ku bi vê rêbazê çareser bike. Îktîdar bi niyeta jiholêrakirinê nêzî pêvajoyê dibe. Babeta ku ev sedsal e rastî bêedaletiyê hatiye, îro li benda vegera komarê ya rêgezên hiqûqê ye. Di hişmendiya burokretên dewletê de ahenga çareserkirina siyasî tune ye. Têkildarî pêvajoyê her yek ji wan gotinekê dike… Bi polîtîkayên sedsala 20an nêzî têgiha kurd dibin. Îcar ev pirsgirekê kûrtir dike. Konjonktor, hevsengî diguhere, lê di polîtîkaya dewletê ya têkildarî kurdan de ti guhertin tune ye. Komara tirk, di sedsala xwe ya borî de ji bilî înkarê ti tiştek nedanî pêşiya kurdan. Ne gengaz e ku meseleya kurdî bi nexşeya ewlehiyê çareser bibe…
Hêza ku ji bo parastina çareseriyê lêgerînê terxan dike Tevgera Azadiyê ye. Di her temenî de ew xwe nû dike. Abdullah Ocalan, ji hêmanên bingehîn ên çareserkirina vê serdemê ye. Beriya her tiştî divê em bi bîr bixin ku daxwaza azadiya Ocalan, li qadên Newroza 2026an, ji hêla bi milyonan hat nîşandan. Azadiya Rêber Apo, rêgezek esasî ye ji bo bipêşxistina pêvajoyê ku bivê nevê ye. Zanebûn, fikir û armanca birêxstinkirina civaka demokratîk; avakirina pira aştiyê ye. Qirkirin, tunekirin, asîmîlekirina kurdan berhema siyaseta komarê ye. Ya girîng ew e ku em rastiyê di bingeha dîrokê de bikolin.
Her têkoşînêk ku tê dayîn, her gavek ku tê avêtin, her dilopek xwêdan û keda ku tê dayîn, her ramanek tê afirandin û her peyveke ku ji bo çêkirinê tê gotin, nefesa ku tê girtin di rêya çareseriyê de pîroz e…




