Gel bi hevgirtinê dikarin xwe ji zilm û zorê rizgar bikin
Selena Dêrik

Dema em li dîroka xwe vedigerin, em gelekî xembar dibin. Gelê me rastî gelek komkujiyan hatiye. Ev jî me pir tengav dike. Lê hezin, hestiyarî û êşkişandin feyde nake. Ya herî girîng ew e em xwe ji rewşa komkujiyan xelas bikin û ji bo xweparastinê têkoşîneke pir xurt bidin. Divê em bi hêza xwe komkujiyan ji ser gelê xwe dûr bixin. Hewce ye em gelê xwe biparêzin da ku hew rastî komkujiyan were.
14’ê Nîsana 1988’an li Başûrê Kurdistanê rejîma Baas a Iraqê li hember gelê me komkujiyeke herî hovane pêk anî. Bi dehhezaran zarok, jin, pîr û kal hatin qetilkirin. Ev komkujî wê ti carî ji bîra civakî ya gelê Kurd dernekeve.
Hîn jî gefên komkujiyan li ser gelê me hene. Lewma weke gel divê em haj li xwe hebin. Bi têkoşîna zêdetirî nîv sedsalî ya di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd êdî ji her alî ve pêş ketiye û bûye xwedî hêz. Li ser vî bingehî divê em rêxistinbûna xwe xurttir bikin.
Weke şervan û gaziyên Apoyî parastina xak û gelê me erk û wezîfeya me ya herî esasî ye. Li hember her cure êrîş û zextan pêwîst e, em yekîtiya xwe pêş bixin û gelên cîran jî bi fikir û felsefeya Rêbertiya xwe rohnî bikin. Gelên Rojhiata Navîn ên gelek êş ji dewletên netewe, desthilatdaran û qatilên kastîk kişandine, bi hevgirtineke mezin dikarin xwe ji zilm û zorê rizgar bikin.
Di serî de jin û ciwan divê her kes helwesta xwe ya li hemberî şer û tundiyê deynin holê. Ji bo aştî, demokrasî û hevgirtina gelan pêwîst e têkoşîn bikin, dawiyê li pergala desthilatdar û tundrew bînin.




