YPJ’ê weke hêza jinên azadîxwaz temînata serkeftina gelê Kurd ê Rojava ye
Gaziya şer Selena Dêrik...

Divê ti kes xwe nexapîne û nebêje ku tenê mêran li dijî çetên DAÎŞ’ê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê parastin. Pêwîst e ti kes jî derewan neke û nebêje şoreş bêyî jinan bi ser ketiye. Yên jinan qebûl nakin têne nasîn bê kî ne û çawan e! Bi zorê xweşikbûn nabe. Em dibêjin, qebûlkirina jinan bi zorê nabe. Ji ber ev karê rêgez, pîvan û hişmendiyê ye. Em weke hêzên parastina Rojava, ji hêzên weke HTŞ’ê cuda ne. Entegrasyon jî nayê wateya em rêgez û pîvanên xwe derbas bikin. Em ê xwe di van mijaran de nepaxînin.
Herêma me cudaye û em qala entegrasyonê dikin. Jixwe entegrasyon di esasê xwe de bihevrebûna demokratîk e. Ev taybetmendiya me ye û bêyî jin, jiyan nabe. Dirûşma me, “jin jiyan azadî” ye û artêşa me bêyî jinan qet nameşe. Me pergala xwe ji bo hemû Sûriyeyê li ser wan ferz nekiriye. Ji bo me cuda û ji bo wan cuda ye. Reng û rêbazên jiyana neteweyan wekî hev nîne.
Weke jin û civak hewce ye ji her demê zêdetir em xebata xwe ya rizgariya neteweya Kurd û jinan, zêde bikin, ji dil û can têkoşîn bikin da ku em hebûna xwe weke kirde bidin qebûlkirin. Dem dema rizgariya gelê Kurd e. Di vê mijarê de tiştek nikare ji me re bibe kelem û astengî. Ji niha û şûn ve jî em qebûl nakin kes bi qedera me jin û neteweyan bilîze û me bikin qurbanî. Dem dema azadiyê ye û di serê hemû azadiyan de jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê. Ji bo Rêberê xwe em ê her tiştên xwe feda bikin. Jiyana koletiyê mirin e û em jiyana azad û wekhev dixwazin. YPJ ê weke hêza jinên azadîxwaz temînata serkeftina gelê Kurd ê Rojava ye. Bi sedan şêrejinên di nav refên YPJ’ê de ji bo jiyaneke azad û wekhev şehîd û birîndar bûne.
Weke gelê Kurd çavên me vebûne, me xwe nas kiriye û hew kes dikare me bixapîne. Dem dema me ye. Dema rizgarî û azadiya neteweya me ye. Ez weke gaziyeke şer û evîndara azadiyê ji dil û can, bi dengê bilind bang li her kesî dikim rabin ser piyan. Em weke netewe 300 sed sal e dibin destê neyaran de ne. Dem hatiye em ji bo rizgariya xwe têkoşînê bilind bikin û serkeftinê bi dest bixin. Weke jin û civak bi komî li dijî zilm, zordarî, tundî û her cure desthilatdariyê divê em têkoşîn bikin. Babekê Xuremî gotiye, “Mirov rojekê bi şeref û rûmet bijî baştir e hezar salî kole be.” Em ê qet mafê xwe weke jin û Kurd radestî kesî nekin. Em ê zalim û kedxwaran efû nekin û mafê xwe bi destê xwe qezenc bikin.




