Yekîtî li ser bingehên keda Rêber Apo pêş dikeve

Selena Dêrik

Di vê sala nû de em rastî komployeke nû ya navneteweyî hatin. Çima komployeke nû yan jî komploya duyem? Êrîşên li ser Rêveberiya Xweser ên 6’ê Çileyê dest pê kirin, weke komploya duyem hat binavkirin.  Bi erêkirina dewletên navendî,  çeteyên dewleta Tirk û yên hikûmeta veguhêz a Şamê li hember gelê Kurd êrîş pêş xistin. Xwestin hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin û gelê Kurd ê berxwedêr di komkujiyan re derbas bikin.

Rêber Apo li hember vê komployê jî têkoşîneke bêhempa meşand, mudaxeleyeke lezgîn kir û gelê Kurd careke din ji komkujî û qirkirinan parast. Ji gel re bû hêz, îrade û coş. Jixwe Rêber Apo beriya wê ji rayedarên dewleta Tirk re gotibû, “Rojava ji bo min xeta sor e.” Dibe ku wan li gorî xwe nirxandibe, lê hedefa Rêber Apo ew bû ku berhema keda şehîdan û keda xwe ya bi salan biparêze. Jixwe tê zanîn Rojavayê Kurdistanê her tim rola xwe ya neteweyî rabûye, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê tevkarî kiriye.

Niha jî dor hatiye Rojavaya rengîn a li ber dilê Kurdan şêrîn û delalî ye were parastin. Bi sedan jin û ciwanên Rojavayê Kurdistanê li çiyayên welêt tevlî karwanê nemiran bûn. Divê em zanibin ku Kurd her yek in. Bi sedan qehremanên çiyayî sala 2014’an berê xwe dan Rojava, Kobanê û herêmên din. Li hember çeteyên DAÎŞ’ê û dagirkeran şer kirin. Gelê Kurd piştî êrîşên hovane yên li ser hebûn û xaka wan sînorên di navbera  xwe de rakirin û yekbûna xwe çêkirin. Bêguman ev li ser bingehê keda mezin a Rêber Apo pêk hat û pêş dikeve.

Ez jî weke gaziyeke şer ji bo pêşketina yekîtiya di nav gelê Kurd de gelekî kêfxweş im. Yekîtiya gelê Kurd diviyabû beriya bi salan hatiba çêkirin. Lê ya girîng jî ew e ji bo yekîtiyê gavên girîng hatin pêşxistin. Em weke netewe deyndarên pêşengê xwe Rêber Apo ne. Divê em xwe ji her hêlê ve amade bikin da ku em Rêberê xwe ji hêla fizîkî de azad bikin.

Dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ji bo Kurdan jî statu ye. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û komploya nû jî bi temamî têk bibin. Ez hemû şehîdên qehreman ên xwe li dora Rêber Apo kirin xelek bi bîr tînim, bejna xwe li beramberî wan ditewînim û soza xwe ji wan re nû dikim.

Careke din ez komplogeran û Komploya Navneteweyî şermezar û rûreş dikim. Pêwîst e komploger ji niyeta xwe ya xerab a li hember  gelê Kurd vegerin, rêbazên qirkirina Kurd terk bikin û ji bo mafê Kurdan nebin asteng.

Bi vê boneyê ez silavên xwe yên germ ji Rêber Apo re dişînim û dibêjim, “Rêberê min em ji bo azadiya te ya fizîkî canfeda ne. Em ê tekez pêvajoya çareseriyê bi serketinê tacîdar bikin. Dibe ku dirêj bike, lê tekez wê pêk were. Em ê li ked û têkoşîna te ya 53 salan xwedî derkevin. Em soz didin têkoşîna xwe xurt bikin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button