Her roj destpêkek nû ye

Cûdî Cizîr   

Her salek ji ya din re dibe mamoste û hosta. Rêwîtiya rojane her tim berdewam dike. Jiyan gerdûnek e û gerdûn jî jiyanek e. Nepenî û efsûnbûna wê ji vir tê. Mirov dihizirê ku jiyan beza maratonê ye. Jiyan li gor hinekan robarek e, li gor hinekan jî rê û li gor hinekan dem e. Li gor hinekan jî jiyan tunela demê ye. Jiyana her mirovekî bi serê xwe romanek e. Jiyana şoreşgeran robarek ji kûrahiya demê diherike dîrokê ye. Hinek mirov di herikîna vî robarî de nayên fêmkirin. Mirov cîhanek mezin a razan e. Jiyan di çarçoveya ku di sînorên tên pejirandin de, aliyê wê yê azadiyê hîn pêş ve diçe û berdewam dike.

Mînak, tê dîtin bê stêrk çiqas diberiqin, çiqas hêvî li mirovan belav dikin û çiqas dilê mirov rohnî dikin. Stêrk bi şewqa xwe tarîtiyê diqetînin û rohniyê li mirovan belav dikin. Her roj weke despêkek nû hêvî û rohniyê dide mirov. Destpêka nû weke tovên ku li ser xakekê tên reşandin, ji nû ve jîn dide. Ne tenê li hêlekê, li hemû hêlan ev tov vejîn dibe. Destpêka nû dibe bendera keştiya ku rastiya mirovan lê bisekine.

Gerdûn gelek caran guhertinên dîrokî jiyan e. Di van guhertinan de jinan rolên girîng lîstine. Gerdûn bi jiyaneke nû, hêviya mezin e. Ji destpêka nû re jin bû şewqa jiyanê. Jinê zanist û hunerên xwe fêrî hemû mirovatiyê kir. Ji lewra jî her roj xezîne û rêwiya hêviyê ye. Rojên bi têkoşîn, ked û êşê hatine avakirin pîroz in. Yek jî eger ev roj bibe rojbûna nû ya gelekî watedartir e.

Mirov her tim bi evînek mezin ber bi pêşeroj û bêdawîbûnê ve dimeşe. Mirov bi qasî bêdewîbûnê kûr, xweşik û nepenî ye. Ji ber vê her roj destpêkêk nû ye û bi vê re jî jin û jiyan nûnerên diyalektîk in. Lewra ronahî li hember tarîtiyê di nav şerekê dijwar de ye. Xwêdan û keda mirovatiyê ji ronahiyê re hevrê ye. Di xeta azadiya mirovan de, mirov prensîba jiyanê ye. Jiyaneke xwe bispêre azadiyê pêwîst e. Jiyan bi xwezayê xweş e, xweza jî bi mirovan xweşik e. Di vê wateyê de beriya her tiştî di pratîzekirina paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojîk de rolekî girîng dikeve ser milê jinan. Ji ber vê yekê divê jin xwedî hewldanên girîng bin. Jin ya herî nêzî xwezayê ye. Tîrêjên rojê rastiya tarîtiyê derxistiye ser rûyê erdê.

Destpêkê civakbûn li derdora jin pêş dikeve. Ya pîvanên jiyanê diyar dike jin bi xwe ye. Pîvanên her tiştî jin diyar dike. Prensîba esasî ya civak û jiyanê li derdora jinê diyar dibe. Ji bo serkeftina gelan divê ji her demê bêhtir jin li hemû cîhanê xwe bi rêxistin bikin. Bila hemû dilên ronak ên jinan bibin yek. Yekbûyîna jin yekbûyîna ked û demokrasiyê ye. Bersiva sedsala nû jin û têkoşîna wê ya demokrasiyê ye. Jinên şoreşger û azadîxwaz bi tîrêjên rojê beriqîn. Jinên Apoyî pêşeroja dîrokê ne. Jin rojên bi hêvî û berxwedaniyan e. Rojên bi hevpariya gelan biharbûna azadiya jinê ye. Rêber Apo dixwaze jiyana mirovan li ser esasê afirandina ramanên nû bide avakirin. Bi taybet jî bi civaka demokratîk û ekolojîk dixwaze civakek nû, xwezayeke paqij bide avakirin û alternatîfa wê datîne holê. Azadî zelaliya ava kaniyeke xweser e, ji hestên dilê ciwanan û jinan ber bi asoyên ronak ve diherike.

Hilma azadiya Rêber Apo sînoran nas nake. Paqijiya dilê Rêber Apo aştî û baweriya azadiyê bi pêşerojê re diafirîne. Heke zîhniyet were guhertin, dê aştî û demokrasî serwer bibe. Azadî ji bo hemû mirovan pêwîst e. Azadî, xweşikbûn e, hêvî ye. Bêguman mirovên li hember azadiyê bê bawer û bê hêvî wê ji çavkaniya jiyaneke mezin qut bibin. Wê nikaribin jiyaneke rengîn bidomînin. Jin hestên xwe yên jiyana azad dixemilînin. Lewma divê tarzê jiyana mirov, tarzê nêrandina mirov a li cîhanê diyar bike. Weke nimûne, em ê çawa bijîn? Di bingeh de paradîgma vê diyar dike. Gelo em ê li gor deshilatdariyê bijîn yan jî li gor azadiyê? Niha paradîgmaya me dibêje, divê em li gor azadî, demokrasî û ekolojiyê bijîn. Di mirovan de her roj yanî destpêka nû bi jiyana azad pêş dikeve.

Em çima dibêjin, jiyana azad? Ji ber sîstema kapîtalîst jiyana azad qetil kiriye, di gerdûna mirovan de jiyana azad nemaye, di bin zextê de maye. Pêwîst e ev jiyan were azadkirin. Em niha bi sîstemek wisa re rû bi rû ne ku her roj di şeran de mirov tên kuştin, xwîn nasekine. Ev sîstemek bi xwîn e, hov e. Gelo ma em niha mirovahiyê di vê rewşê de bihêlin? Ji bo vê mudaxeleyek pêwîst e. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe mudaxele kir û got, “Em dikarin gaveke azadiyê biavêjin, modela alternatîf Modernîteya Demokratîk e. Em li ser jiyana azad israr dikin.” Naxwe hewce ye mirov bibêje ku enerjiya jiyanê çiqas xurt be, mirov ewqas jiyanê jî diafirîne. Divê mirov di jiyana xwe de guhertinan çêbike.

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button