Berxwedana li Rojava îro Rojhilat jî rohnî dike

Gaziya şer Azê Dalaho destnîşan kir ku gelên Îranê ji bo mafên xwe yên herî rewa derdikevin qadan û got, “Berxwedana gelê me yê Rojava hêvî û hêzê dide hemû parçeyên Kurdistanê. Ev berxwedana li Rojava îro Rojhilat jî rohnî dike.”

Çalakî û xwepêşandanên protestoyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rojane berdewam dikin. Di encama mudaxeleya hêzên rejîmê de heya niha bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane. Gaziya şer Azê Dalaho têkildarî mijarê nirxandin kir.

Gaziya şer Azê Dalaho di destpêka axaftina xwe de çalakî û xwepêşandanên gel silav kir û got, “Komara Îran zalim û despot e. Gelên Îranê bi salan e rastî êrîş û zilmê tên. Rejîm ji bo xwe li ser piyan bigire daxwazên herî însanî yên jinan û civakan paşguh dike. Pergala Îranê ya hov û dirinde berê çekên xwe da gelan û bi hezaran mirov kuştin. Lê bila her kes zanibe ku bi kuştinan gel xelas nabin.”

Azê bal kişand ser serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û ev anî ziman, “Tekez divê gelê Kurd û gelên Îranê têkoşîna xwe berdewam bikin. Pêwîst e qet ji hedef û armancên xwe yên azadiyê venegerin. Jixwe pergala riziyayî li ber hilweşînê ye. Ew pergala li dijî gelan e tekez wê birûxe. Lê divê hemû gelên heyî xwe bikin yek, destê hev bigirin û xwe rêxistin bikin da ku serkeftinê qezenc bikin.”

Gaziya şer Azê Dalaho îşaret bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha axivî, “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li hember êrîşên bêexlaqî yên çeteyên HTŞ’ê, DAÎŞ û yên girêdayî dewleta Tirk berxwedaneke herî bi rûmet nîşan dide. Her kesî dît bê gelê rêxistinkirî çawa dikare xwedî li nirxên xwe derkeve. Berxwedana gelê me yê Rojava hêvî û hêzê dide hemû parçeyên Kurdistanê. Ev berxwedana li Rojava îro Rojhilat jî rohnî dike. Em ê bi vî gelê xwe yê fedakar û dilsoz azadiyê misoger bikin.”

Gaziya şer Azê Dalaho di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Bila dayikên me piştrast bin. Em ê hêvî û armancên hemû şehîdên xwe tekez pêk bînin. Em ê bi paradîgmaya Rêber Apo diyarî gelan kiriye welat û herêmeke layiqî mirovatiyê ava bikin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button