Serkeftin wê ya me be

Têkildarî êrîşên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê gaziyên jin diyar kirin ku li hember wê komploya bêbext heya dawiyê hem bi çekan hem jî bi fikir  wê rawestin û gotin, “Em ji gel û şervanên xwe bawer in. Wê serkeftin ya me be.”

Ji 6’ê Çileyê ve li hember Bakur û Rojhilatê û Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola hêzên Rêveberiya Xweser û QSD’ê de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê, DAÎŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk êrîşên hovane bi piştgiriya hêzên derve berdewam dike.

Li hember wan êrîşan berxwedaneke herî muezem tê meşandin. Gaziyên şer ji roja êrîşan dest pê kiriye li kêleka şervanên xwe û gelê xwe cih digirin. Ji wan gaziyan Ezîme Kobanê, Zarîn Kobanê û Kajîn Kobanê der barê êrîşan de nêrînên xwe anîn ziman.

Nêrîn û nirxandinên gaziyên jin wiha ne:

‘Bila gelê me ji şervanên xwe piştrast be’

Ezîme Zagros: Ez di serî de berxwedan û qehremaniya şervanên QSD’ê û YPJ’ê silav dikim. Ev heval hevrêyên me têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Hêviya min mezin e ku wê şervanên azadiyê serkeftinê qezenc bikin. Wê gelê xwe û xaka xwe heya serketinê biparêzin. Em jî di çeperên berxwedanê de ji bo rûmeta gelê xwe erk û wezîfeya xwe ya dîrokî pêk tînin. Em ê bi yekbûna xwe ya neteweyî wan çeteyan, xayînan û tundrewan têk bibin. Ev êrîş di encama plansazî û komployeke navneteweyî de ji bo ji nû ve  dîzaynkirina herêmê tên kirin. Weke gelê Kurd me gelek pêvajoyên wer dîtine. Ez bang li gelê me dikim ku bila piştrast bin, em ê nirxên bi xwîna şehîdan ava bûne biparêzin û hemû xeyalên wan pêk bînin. Ez bang li xelkê me yê Kobanê jî dikim ku yekîtiya xwe bihêztir bikin. Me çawa Kobanê li hember çeteyên DAÎŞ’ê parast, vê carê jî em ê tevahiya Rojavayê Kurdistanê jî biparêzin.

‘Berxwedana li hember çeteyan pîroz e’

Zarîn Kobanê: Li hember xak û gelê me şerekî bêrehm hatiye destpêkirin. Hêzên ergala me ya li ser esasê azadî û wekheviya hemû mirovan e ji bo xwe xeterî dibînin rê li ber van êrîşan vekirin. Ez berxwedana şêrejin û mêrxasan a li hember wan çeteyan ji dil û can pîroz dikim. Li hember wê komploya bêbext heya dawiyê hem bi çekan hem jî bi fikir  em ê rawestin. Neyar şer li me ferz dikin û êrîşî nirxên me yên herî pîroz dikin. Berxwedana li hember van êrîşan pîroz e, mafê herî rewa yê prensîbên mirov dikin mirov e. Lewma bang li her kesên xwedî wijdan dikim ku werin cihê xwe di vê berxwedana ji bo însaniyetê ye de bigirin. Tola fermandar Ziyad û Denîzan em ê rakin. Wan çeteyan û hevalbendên wan şaşîtiyeke herî mezin kirin ku êrîşî me kirin. Em heval û hevrêyên Arînan in. Em ê di van di rojên sir û seqemê de bi germahiya agirê Kawayê Hesinkar derbên welê li wan bixin ku wê ti carî nikarin pişta xwe rast bikin.

‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’

Arjîn Kobanê: Em dizanin yên hiştin ev êrîş werin destpêkirin hêzên navdewletî û herêmî ne. Weke gelê Kurd bi salan e em ji bo azadiya xak û gelê xwe têkoşîn dikin. Me ti carî êrîşî xaka ti kesî nekiriye. Lê dema êrîş werin ser me jî weke berê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Helbet azadî wer bi hêsanî nayê. Berdêlên giran dixwaze. Lê divê were zanîn ku ji her demê zêdetir em îro xwedî hêz in. Lewma bêyî em tedbîrên pêwîst paşçav bikin, divê em vê têkoşîn û berxwedana pîroz zêdetir xurt bikin. Pêwîst e hemû ciwan û jinên Kurdistanî ji bo parastina ax û gelê xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Weke gaziyên şer jî em diyar dikin ku bi tecrûbe û hêza xwe, em ê bi şervanên azadiyê û gelê xwe re van êrîşan bişikînin. Em ji gel û şervanên xwe bawer in. Wê serkeftin ya me be.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button