Wê serkeftin ya me be ji ber em li ser heqiyê ne
Lava Eyo

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla çeteyên hikûmeta demkî û yên dewleta Tirk ve ev du hefte ne êrîşên dijwar pêk tên. Armanca wan êrîşan jiholêrakirina pergala Rêveberiya Xweser a li ser esasê xwişk û biratiya gelan e. Ji ber ev pergala li ser fikir û felsefeya Rêbertî hêşîn bûye, li hember sîstem û desthilatdariyên xwînmij û şerxwaz alternatîfek e.
Her wiha yek ji sedema din jî ew e ku hikûmeta demkî ya Şamê hewl dide bi komkujiyên li ser Kurdan zîhniyeta xwe ya tarî li her cihî belav bike û desthilata xwe mayînde bike. Ew jî weke dewleta Tirk hebûna xwe di tunekirina me de dibînin. Êrîş û şerê heyî roj bi roj girantir dibin. Li hember wan êrîşên dijwar hêzên QSD’ê û YPJ’ê di berxwedanê de israr dikin. Şervanên bi rûmet sengerên xwe bernadin, gelê me yê welatparêz jî bi cesaret û vîneke pir xurt helwesta xwe datînin holê û li rex şervanên xwe cih digirin.
Gelê me ji zû ve biryara xwe daye. Li biryara xwe xwedî derdikeve û wê serkeftinê jî qezenc bike. Jixwe ji derveyî berxwedanê ti çareya me jî nemaye. Em ji şer û têkoşînê re amade ne. Em weke gelê Kurd ji şer hez nakin, lê dema were ber derî em şervanên pir baş in.
Tevî êrîşên dijwar ên têne ser gelê herêmê, ti hêzên derve û yên navneteweyî dengê xwe nekirine û xema wan jî nîne. Di bingeh de wan hêzan ji hikûmeta demkî re lempeya kes pêxistine. Lewma çeteyên HTŞ’ê êrîş dikin. Li pişt wan jî dewleta Tirk heye. Li hemberî xelkên sivîl şerekî dijwar dikin. Lê ewladên gel jî bersivên dijwar didin wan. Em ji hêza QSD ê û YPJ’ê bawer dikin. Wê xelkên herêmê biparêzin û serkeftinê bi dest bixin.
Ez herî dawiyê jî bang li hemû ciwanan dikim û herî zêde jî divê jin bersivê bidin vê banga Rêveberiya Xweser. Ji ber zebaniyên HTŞ’ê dixwazin me vegerînin serdema hovitî û cahiliyetê. Em ê jî xweseriya xwe biparêzin, desmalên wan ên reş têxin qirika wan û wan poşman bikin. Wê serkeftin ya me be ji ber ku em li ser heqiyê ne.




