Zanista heyî ji civakê re çareseriyê nayîne
Asya Weşûkanî

Dema qala pirsgirêkên jin û civakê tê kirin yekser şer, tundî, tengezarî, koçberî, talan, wêran û dagirkerî tê bîra mirov. Wiha ji mirov re tê ku civak di nav dojeheke sincirî de dijî hew dikare tehemûl bike. 30 hezar sal e civak di nav koledariyeke pir kûr de ye. Ewlekariya jiyana mirovan di nav metirsiyeke mezin de ye. Pirsgirêk wiha kûr bûne ku weke çiyayan li wan hatine. Ji şer û tundiyê jî herî zêde zarok, jin û kesên temenmezin zerarê dibînin. Divê were zanîn û dîtin ku zanista heyî jî ji civakê re çareseriyê nayîne.
Mirov di van demên dawiyê de dibîne ku li şûna bidawîkirina şer û tundiyê, şer û tundî li ser gelan tê ferzkirin. Wiha dixuye ku wê pergala sermayedar bi rengekî, global şer li ser dewletên neteweyî ferz bike. Dîsa wê mînakên revandina Serokê Venezuela Madûro jî derkevin pêş. Helbet li pey vê siyasetê Îngilîz hene. Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Trump xwe derdixe pêş, hemû kar û bernameyan bi wî didin kirin.
Hêzên hegemon her çiqasî hewl dan ku dewletan weke Efganistan, Iraq û Lîbya ji holê rakin jî bi ser neketin. Vê carê jî rêbazên xwe guhertin. Bi destê hin dewletan xwestin armanca xwe pêk bînin. Hewl dan weke Hemas û Hizbûllaha Lubnanê li wan bikin. Xwe li ser dewleta Îslamî ya Îranê jî tecrûbe kirin. Di nava kêmî du heftiyan de ji hêz xistin. Niha jî hewl didin bi gefên xwe wan rawestînin. Îran jî li hemberî gel, serhişkiyê dike û xwe ji wan re dike hedef.
Her çiqasî Tevgera Azadiyê û PJAK hewl didin rejîma Îranê hişyar bikin û bi rêbazên demokratîk pirsgirêkên Kurdan û neteweyên din çareser bikin jî rejîm di ya xwe de israr dike. Helbet wer bidome wê dawiya wan jî weke yên beriya wan bin. Jixwe niha jî hinceta Amerîka heye ku li pergala Îranê ya tundrew bide û Îsraîl jî gefan lê dixwe. Di encam de Amerîka ketiye pey rakirina dewletên neteweyî. Dixwaze wan ji xwe re bike emîrtî û wan li gor xwe bi rêkûpêk bike.
Amerîka û di serî de Îngilîz çi bikin jî wê dawiya wan were û xelasî ji wan re tineye. Ji ber di nav xwe de kaos û krîzeke mezin dijîn. Pergala sermayedar her teorî pêş xist ku dawiya dîrokê hatiye. Ev ji bo pergala xwe global bike, hemû mirovahiyê di nav çerxa feleka xwe de bigerîne û li ser wan serweriya xwe ferz bike meşand. Lê dewlet û dewletokên bi heman hişmendiyê dijîn, bi wan re ketin nav pêşbirkê, xwe li hev rakişandin. Bû xisûseke êdî kî karibe ya din têk bibe û lawaz bike.
Desthilatdarî valatiyê qebûl nake. Her wiha pevçûn û nakokî berdewam dikin. Ev rastiyeke ku wê weke dînazoran hevdu qir bikin. Ne dawiya dîrokê, berevajî dawiya pergala zalim û zextdar hatiye. Wê kaosa wan hêzên dirinde bi demê re kûr bibe. Serkeftin teqez wê ya jin û civakê be.




