Şîfreya jiyana azad mirov bi xwe ye
Cûdî Cizîr

Di dîrokê de her tim lêgerîna mirov a heqîqetê, têkoşîna afirandina jiyana azad e. Di gerdûnê de azadî weke meylekê xwezaya mirov de heye, zindîbûna di mirov de li xwezayê bi xwe heye. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku xwezaya mirov, parçeyek dinyayê û xwezaya zindî ye. Naxwe destpêkê pêwîst e nîzama xebitîna mejiyê mirov were nasîn. Ango mirov dikare bêje ku her mejî cîhanek e. Ji Lewra zîhniyet û awayê fikrê yên mirov bi giştî xwedî xisleteke dualî ne. Ev jî bi fikra atifî (hestiyarî) û fikra analîtîk (tehlîlî) pêk tê. Fikra atifî di kêliyê de ye û şaneya kok bi awayê fikirandina giştî ye. Fikra tehlîlî piştre pêş ketiye û çalak bûye. Fikra atifî zêde tehlîl naxwaze. Yanî mirov dikare bêje ku mirovek vediguhere civakê. Mirov her tim di nav parvekirinekê de ye.
Jiyan bi hemû leza xwe berdewam dike. Pîroziya ax, av, hewa, agir û şewqê ji têkiliya xweza û mirov çêdibe. Naxwe şîfreya jiyana azad mirov bi xwe ye. Peyva mirov, peyveke kok çavkanî ye û di çawaniyeke ku îstîqameta her tiştî diyar dike. Ji vê hêlê ve rast pênasekirina têgîna “mirov” girîng e. Bi qasî pirsa, “Mirov ji ku derê tê diçe ku derê?”, bi pirsên “Mirov çi ye û kî ye?”, “Di gerdûnê de cih û pozîsyona ferd çi ye?” re jî eleqedar e. Destpêka pirsgirêka gerdûn, xweza û cîhanê, destpêka pirsgirêka mirov re di nav hev de pêş ketiye. Pirsgirêkên der barê her duyan de bi hev re hatine destgirtin û hizirîn. Her xeyal, tevlî çemê xeyalan dibe. Destek, hezar destî digire. Cewherê mirov, mirov bi xwe ye.
Divê di serî de mirov bi ruh û mejiyê xwe evîndar bibe. Mînak, di asta evînê de eger mirov ji azadiyê hez neke û lê negerê, lêgerîna azadiyê têr nake. Lêgerîna azadiyê bi mirov ve eleqeder e. Rastiya mirov îfade dike. Di nav hemû zindiyan de ya xwe ferq dike û li pey azadiyê dikeve mirov e. Di nav heyînan de tenê mirov bi dîroka xwe ve eleqedar e û ferq dike. Di lêgerîna azadiyê de mirov xwebûn derxistiye holê. Naxwe, Jiyan xwebûn e. Mirov ji destpêka xwe ve di nav vê lêgerînê de ye. Yanî mirov, her tim bi evîna mezin di nav lêgerîna heqîqetê de bûn. Lêgerîna jiyana azad, weke taybetmendiyên xwezaya mirov, bênavber û bêdawî ye. Mirovê yekem gava çavên xwe li jiyanê vekir, li ber xwe da, fikirî û pirsên, “Ez kî me? Ez ji ku derê têm û diçim ku derê? Ez çawa hatim afirandin?” kir. Ji wê rojê heya îro mirov li bersivên van pirsan digerin.
Lêgerîn bênavber didome. Civakbûn, hiş û aqlê mirov çiqasî pêşve diçe, lêgerîn û lêpirsîn jî zêde dibin. Mînak Hegel ji fikir derdikeve rê. Dibêje ku ya bingehîn hişmendî ye, mirov tenê mecbûriyeta vê fêm bike û li ser kontrol çêbike dikare azad bibe. Li gor Hegel pêwîstiya azadiyê bi zanebûnê heye. Hebûna mirov û meyla xwesteka azadiyê di nav hev de ye, ji hev nayê qetandin. Mirov li gor xwezaya xwe her tim diguhere, vediguhere, zêde dibe, cuda dibe. Di nav hewldan û lêgerîneke bênavber de ye. Lêgerîn jî ji vê hêlê ve bêdawî ye. Mînak, di lêgerîna azadiyê de mirov her tim li ya herî baş, xweşik û bilind geriyaye. Lêgerîna azadiyê, têkoşîn û lêgerîna afirandina terzê jiyanê ya li gor hêvî û xeyalên mirov e.
Afirîna mukemmel ya hişmendî, zîhn û xeyalê mirov e. Mirov ji pêwîstiya şîrovekirina xwezayê hatiye dinyayê. Şîfreya jiyana azad bi mirov ve eleqeder e. Rastiya mirov îfade dike. Di nav hemû zindiyan de ya xwe ferq dike û li pey heqîqetê ye mirov e. Ji Lewra di civaka xwezayî de mirov bi heqîqetê re di nav ahengekê de bûn. Kedxwarî, kedxwar û yên keda wan dihat xwarin nebûn. Mirov ji bo civaka azadixwaz, wekhevîxwaz ya wenda kiriye dest bi lêgerînê kir. Mirov di baxçeyê şêrîn ê bihuştê de azad bû. Lê roj hat mirov azadiya di baxçeyê şêrîn ê bihuştê de wenda kir. Piştî wê gera li azadiyê ya heta roja îro didomê. Xweza û mirov hevdu bandor dikin, ji hev bandor dibin û hev merc dikin.
Mirov bi qasî ku civakî dibe xwezayê derbas dike. Azadbûn di wateyekê de derbaskirina xwezayê ye. Sermayedarî îro hemû mirovatî dîl girtiye. Bi hezar û yek zincîran bi xwe ve girê daye. Xela, birçîbûn, bêkarî, kedxwarî, tundî, newekhevî gihiştiye asteke xeternak. Her kes ji cinawir û mexlûqê navê wê dewlet e, zerarê dibîne û di nav êşan de digevize. Her kes dixwaze ji vî cinawîrî rizgar bibe. Lê çawa? Bi kijan rêbazan? Ha tam di vê mijarê de pirsgirêka rêbaz dikeve rojevê. Mirov bêyî rêbaza mîtolojîk red bike, dikare hin rasttir bigihîje koka xwe. Dikare çavkaniyê hîn rasttir tespît bike. Ji ber dîrok li ser raborî, roja îro û siberojê şekil digire.




