Harûn Nemir: Em ê tola heval Ziyad rakin

Yek ji berxwedêrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Harûn Nemir diyar kir ku wê heya dawiyê di şopa fermandarê xwe Ziyad de bimeşin û got, “Em ê tola heval Ziyad rakin û doza wî bigihînin serketinê.”
Harûn nemir yek ji berxwedêrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Harûn di dîmenê ku fermandar Ziyad ligel 8 hevrêyên xwe biryara xwe ya berxwedanê ji raya giştî re radigihand de cih girtibû û piştî daxuyaniyê fermandar Ziyad Heleb, destê xwe dabû serê wî.
Berxwedêr Harûn Nemir ê bi birîndarî rakirin nexweşaneyê ji Ronahî TV re axivî.
Harûn Nemir anî ziman ku li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş û şerekî bêexlaq hat kirin û got, “Em ê heya dawiyê rêya heval Ziyad bimeşînin. Em ê tola heval Ziyad rakin û doza wî bigihînin serketinê.”
Berxwedêr Harûn Nemir her wiha got, “Em soz didin gelê xwe û Rêber Apo em ê tola şehîdan rakin. Bila baweriya gelê me bi me hebe.”




