Gaziyên şer û gelê Kobanê cenazeyê fermandar Ziyad pêşwazî kirin

Rêdûr Kobanê

Gaziyên şer û gelê kantona Firatê cenazeyê endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb bi dirûşman pêşwazî kirin.

Cenazeyê endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê şehîd Ziyad Heleb gihişt Kobanê. Gaziyên şer û gelê kantona Firatê bi girseyî şehîd Ziyad li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi dirûşman pêşwazî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê gotibû, “Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de, 10’ê Çileya 2026’an gihişte şahadetê.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button