Hevrê Sara bû şopdara çanda Dêrsimê ya berxwedêr
Leyla Amûdê

Ji bo mirov kesayet û jiyana xwedawend Sara vebêje teqez divê di serî de xwe berde nava hûrgiliyên dîroka berxwedana Dêrsimê û çelengiya jinên wê yên canfedayên rûmetê. Ew jinên wêrek, serhildêr û çeleng ji bo nekevin destê neyarên bav û kalan her tişt dane ber çavan û mirin hilbijartin. Li şûna têkevin destê dijmin û ji wan re bibin jinên bermalî, guliyên xwe yên sor û reş bi hev ve hûnandin û xwe ji lûtkeyên çiyayên bilind ên Dêrsimê avêtin xwarê. Wan jinên resen û bi rûmet bi serbilindî dawî li jiyana xwe anîn da ku di rojeke weke vê rojê de qehremanî û berxwedana wan were vegotin.
Wan jinên serhildêr pir baş dizanîn wê rojek were neviyên wan qala wan bikin, li berxwedana wan xwedî derkevin û weke şêrejin Sara Dêrsimê bibin şopdarên wan. Ew çanda jinên resen û berxwedêr ji Besê û Zerîfeyan dest pê kir, heya jinên Apoyî berdewam kir. Ew jinên Apoyî li ser fikir, felsefeya Rêber Apo mezin bûn, di nav refên PKK’ê û PAJK’ê de bûn berxwedêr û çalakvan. Dengê xwe li hemû cîhanê vedan. Rêber Apo li ser fikir û ramanên sosyalîzmê derfet da jinê. Her hewl da xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne. Yek ji wan jî wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Rêber Apo têkoşîna xwe bi du jin destpê kir. Yek Saraya xeta berxwedan û serkeftinê temsîl kir; ya din jî Fatmaya rêya jina klasîk a ji neyar re bû xizmetkar û kevneperest şopand.
Hevrê Sara weke yek ji kadroyên destpêkê yên jin di nav refên PKK’ê de cih girt. Rêveber û milîtana Apoyî heval Sara dema ji zindanê derdikeve, berê xwe dide Qada Serokatî. Piştî perwerdeya li cem RêberApo berê xwe dide çiyayên azad ên bi salan bi hesreta wan bû.
Xwedawend Sara sala 1976’an Tevgera Apoyî bi rêya hevrê û berxwedêr Mazlûm Dogan nas dike û beşdarî Tevgera Azadiyê dibe. Di Kongreya Damezirandina PKK’ê de cihê xwe digire. Hevrê Sara xwe di rastiya PKK’ê de dihelîne û ji dil û can têkoşînê dimeşîne. Ji zindanan heya çiyayan xebateke bêhempa pêş dixe.
Xwedawend û qehremana Kurd Sara Dêrsim pir çavnas bû û çawa bi mirovek bidîta bi rêya diyalogê kesayeta wan nas dikir. Şehîd Sara xwedî sebir û aram bû, lê qet çavên xwe ji lawaziyan re nedigirt, her li pey heqîqetê bû. Şehîd Sara pir hestiyar bû, lê li hember şaşiiyan pir dijwar bû.
Hevrê Sara Dêrsim xwedî gelek taybetmendiyên dewlemend bû. Bi taybet jî pir adil bû. Hevrê Sara zarokatiya xwe li Dêrsimê derbas kir. Lewma gelekî ji çiyayan hez dikir. Dema herî dawiyê wê çûba Ewropayê gelekî hestiyar bibû. Beriya bi rê bikeve li çiyayên Kurdistanê diçe cem hevalên yên ciwan û ji wan re civînan çêdike. Wexta ji çiyayan derbasî bajaran dibû pir xemgîn dibû. Nexasim jî dema diçû Ewropayê warê pergala sermayedar. Weke his kiribû ku wê dawiya jiyana wê li wan warê zaliman be. Hevrê Sara li wan warên desthilatdarên kujerên kastîk çavên xwe li jiyanê girt û em xembar kirin. Xwedawend Sara li gelek qadên têkoşînê kar û xebat kir. Qada herî ji dil têde xebitî jî xebatên li çiyayan bû. Şehîd Sara Dêrsim pir ji hevalên ciwan hez dikir û digot: “Pêwîst e, em wan perwerde bikin.”
Jiyana şehîd Sara weke di pirtûka xwe de diyar kiriye, her dem şer bû. Pir hêrs dibû dema hevalan cigare dikişand. Nexasim jî pir têkoşîn dikir ku hevalên ciwan ji cigareyê xelas bike. Çawa têkoşîna jina navdar û şoreşger Roza Luksemburg bi nav û deng bû, wê qehremanî û berxwedana Sarayan jî her tim were vegotin. Têkoşîn û berxwedana fermandar Sara bandora xwe li tevahî jinên azadîxwaz û şoreşger ên cîhanê kir û dike. Bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî mezinahî û xwedawendiya heval Saran ditewînim û soza xwe jêre nû dikim. Soz didin em ê qehreman û çeleng Sara bidin jiyandin, li ser şopa wê têkoşîn bikin. Em ê hedef û armancên wê û tevahî pakrewanan pêk bînin.




