Em ê armanc û xeyalên Avrînan bi serketinê tacîdar bibin

Mazlûm Yıldız

Min hevala Avrîn Efrîn di perwerdeya şervanên nû de nas kir.  Niha dema ez van çend hevokan ji bo bîranîna heval dinivisînim ew rojên me yên berê tên bîra min û ez ji ber wê gelekî xemgîn dibim. Ez niha di van kêliyan de kesayeta hevala Avrîn tînim bîra xwe. Van çend hevokan xêz dikim da ku weke bîranîn ji dîrokê re bimînin. Hevala Avrîn du caran perwerde dîtibû û ji ber wê ji me zêdetir Tevgera Azadiyê nas dikir. Bi me re dibû alîkar. Her çû hevaltiya me ya rêxistinî hîn zêdetir xurt bû.

Li kampa em lê diman hejmara me pir bû. Lewma vesaziya hinek hevalan çêbû. Hevalê Xelîl, hevala  Seyran û Avrîn jî di nav de em çend heval li kampê man. Ez û hevala Avrîn em erkdarên lojîstîkê bûn.

Piştre vesaziya min ji bo qadeke din çêbû. Dema xatirxwestinê hevala Avrîn got, “Hevalê Mazlûm biçe û xeman jî nexwe. Ji ber teqez em ê rojekê ji rojan hevdu bibînin.” Ew gotinên hevala Avrîn rast derketin. Piştî bi salan dema ez birîndar bûm, hat serdana min. Behsa rojên me yên berê dikir.

Me piştre dîsa gelek caran hevdu dît. Piştî demekê ez derbasî herêma Cizîrê bûm. Hevala  Avrîn jî tevlî xebatên ragihandinê bû û di berxwedana Serdemê ya Efrînê de li dijî hêzên dagirker û çeteyan têkoşîn kir. 26 rojan di çembera hêzên dijmin de ma. Hevrê Avrîn tevî vê dorpêça giran jî bi îradeyeke mezin li ber xwe û xwe gihand hevalan. Wê demê ji ber agahî jê nehatibû girtin hevalan Avrîn şehîd îlan kiribûn.

Hevala Avrîn a birîndar bibû, bê nan û av, bi rojan di nav şert û mercên herî zehmet ên zivistanê de berxwedaneke bêhempa nîşan dabû. Piştî hevalan gotin ku hevala Avrîn gihiştiye hevalan ez gelekî kêfxweş bûm. Piştî wê jî me çend caran hevdu dît.

Hevrê Avrîn sala 2020’an berê xwe da çiyayên azad ên bi salan bû bi hesreta wan bû. Avrîn di wî temenê xwe yê ciwan de gelek tiştên ku mirov bi sedê salan nikarin bibînin dît, şahidî wan re kir. Weke jineke şoreger a Apoyî nîşanî her kesî da bê milîtan û şervanên fedaî yên Apoyî xwedî qudreteke çawa ne.

Hevrê Avrîn jina berxwêder û serhildêr, hevrêya me rûken û bi coş sala 2023’yan tevlî karwanê şehîdan bû. Ji bo min hevaleke wer hêja û bi nirx nas kir, min pêre hevrêtî kir pir serbilind im. Soz didim heya dawiyê ji bo armanc û xeyalên Avrînan bi serketinê tacîdar bibin, ez ê bi hemû rol û mîsyona ji min tê xwestin rabim.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button