Şengal ji bo me cihê rûmetê ye
Asya Weşûkanî

Rêber Apo ji bo civaka Êzîdî yê Şengalê name û peyam şandin. Gelek caran jî rewşa jin û civaka Şengalê dinirxîne û diyar dike ku Êzîdî Kurdên resen û berxwedêr in. Ji nirxandinên Rêber Apo diyar dibe bê çiqasî giringiyê dide civaka Êzîdî û wan weke rûmeta neteweyî dibîne.
Gerîlayên Kurdistanê xwedî li Şengala nûranî derketin. Ji bo parastina xak û civaka Şengalê li hember çeteyên hov ên DAÎŞ’ê şerekî dijwar meşandin. Qehremanên gelê Kurd bi serbilindî û wêrekî herêm ji çeteyan paqijkirin. Di wê pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de hêzên PDK’ê xelkê Şengalê di nav dijminên xwînrij de hiştin, bêyî bêjin, ‘Gelo wê çi li xelkê me yê Êzîdî were? Em ê çawa wan sivîlan di nav çeteyên tundrew de bihêlin?’ reviyan û çûn. Ev dîmenên reva wan ên di televîzyonan de hatin weşandin, weke rûreşî û şermeke pir mezin a wê di dîroka Kurdistanê de qet neyê jibîrkirin e.
Lê gerîlayên Apoyî ji çiyayan xwe berdan deştê û bi lezgînî bi hawara xelkê me yê Êzidî ve çûn. Bi destwerdaneke fedaî heya hênasa xwe ya dawiyê şer kirin. Gelek gerîlayên fedaî di wî şerî de şehîd û birîndar bûn. Ez tevahî şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji bo gazî û birîndarên me jî dibêjim ku divê hûn serbilind in ku we ji bo xelk û civakeke wer hêja û pîroz ji bedena xwe parçe dane.
Di pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê zêde bibûn, Rêber Apo û Tevgera Azadiyê PKK’ê ji bo rê li ber komkujiyeke mezin a li hember civaka Êzidî bê girtin, komeke gerîla ya ji 12 kesan pêk dihat li hember her îhtîmalê şandin Herêma Şengalê. Ev 12 gerîla weke 12 suwariyên Derwêşê Ebdê berê xwe dan deştê da ku xak û civaka xwe biparêzin. Lê hêzên PDK’ê ji wan 3 gerîlayan digirin. 9 gerîlayên din xwe digihînin çiyayê Şengalê.
Wê koma gerîla heya hevrêyên wan ji çiya hatin û korîdora di navbera Şengal û Rojava’da vebû, xelkê Êzidî parastin, li hember wan çeteyên hov ketin nav şerekî dijwar. Ew fedayî bûn parêzvanên gelê xwe. Xelkê Şengalê dît bê çawa wan qehremanan çekên xwe hilgirtin, berê xwe dan cenga giran û bi serbilindî ew ji qirkirin û komkujiyeke mezin rizgar kirin.
Xelkê me yê Şengalê êdî bi her awayî dikare xwe bi rê ve bibe û parastina xwe bike. Jin û ciwanên Şengalê jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihiştine asta pêşengtiyê ji civaka xwe re bikin. Xelkê Şengalê peyam û nameyên Rêber Apo bi kêfxweşî û coşeke mezin pêşwazî dikin. Xelkê Şengalê jî dibêjin, “Heya azadiya fİzîkî ya Rêber Apo û bidestxistina statuya Şengalê em ê li ser piyan bin.”




