‘Hevalan canê xwe dane, min lingên xwe dane, ne pir e’

Şehîd Deştî Amanos di nirxandineke xwe de dibêje, “Gelek kesên min dibînin dibêjin, ‘Heval lingên te çûne. Tu çawa dikarî jiyana xwe bidomînî?’ Ez jî ji wan re dibêjim, ‘Hevalan canê xwe dane. Min lingên xwe dane, ne pir e.’”

Rêveberê Gaziyên Şer ê Tebqayê û gaziyê şer Deştî Amanos 6’ê Kanûna 2017’an di êrîşeke nemerd a dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.

Bi wesîleya 8’emîn salvegera şehadeta wî de nirxandineke şehîd Deştî ya têkildarî tevlîbûna xwe, berxwedana Kobanê, şehîdan û wateya gazîtiyê em bi we re parve dikin.

“Navê min Deştî Amanos e Tebaxa 2014’an li Efrînê tevlî nav refên şoreşê bûm. Lê beriya wê 2012’an weke hevalekî herêmî ez di nav xebatan de bûm. Salekê li asayîşê xebitîm. Piştî heval Deştî şehîd bû min navê wî li xwe kir û biryara tevlîbûnê da. Li ser vî bingehî ez çûm perwerdeya şervanên nû. Di pêvajoya perwerdeyê de şerê Kobanê dest pê kiribû. Hevalan navê ‘Tolhildana Kobanê’ li dewreya me kiribûn. Me li ser vî esasî amadekariyên xwe kirin. Lê piştî dewreyê hevalan vesaziya min ji bo tabûra bi hereket çêkir. Demekê di kar û xebatên mewziyan de min cih girt û piştre li ser israra xwe ez tevlî berxwedana Kobanê bûm.

Weke komeke mezin a hevalan em derbasî Kobanê bûn. Di wê berxwedana bi heybet de gelek hevalên me şehîd bûn. Yek ji wan jî heval Pêşeng bû. Ez bi şehadeta heval Pêşeng pir bandor bûm. Demekê em bi hev re mabûn. Heval Pêşeng, heval Rizgar, heval Egîd, heval Destîna û wekî wan gelek hevrêyên me yên hêja gihiştin mertebeya şehadetê. Gelek ciwan li ser esasê banga Rêbertî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bûn û tevlî berxwedanê bûn. Heval Egîd jî yek ji wan ciwanan bû. Dema hat di nav berxwedanê de fêrî bikaranîna çekê bû. Hevalekê jêhatî û pir wêrek bû. Heya dawiyê şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû.

Hevala Destîna jî hebû. Di berxwedanê de pêşengeke pir hêja bû. Weke Zîlanan bi fedaîtî li ber xwe dida. Hevrê Destîna di berxwedana Kobanê de şehîd bû. Heval Hemza jî dema ez birîndar bûm, hat ez rakirim birim cem hevalan. Digot, ‘Em ê dest ji Kobanê bernedin.’ Piştî tedawiyê ez vegeriyam Kobanê, lê min bihîst ku heval Hemza şehîd bûye. Em deyndarên wan hevalan e.

Dema tedawiya min qediya li ser soza min dabû, ez dîsa vegeriyam Kobanê. Dema cara duyem hatim Kobanê, azad bibû.

Gelek kesên min dibînin dibêjin, ‘Heval lingên te çûne. Tu çawa dikarî jiyana xwe bidomînî?’ Ez jî ji wan re dibêjim, ‘Hevalan canê xwe dane. Min lingên xwe dane, ne pir e.’ Rêber Apo dibêje, ‘Gazî şehîdên nemirin.’ Divê em jî li ser vî esasî tevbigerin. Dikarim bêjim ku em li gor vê gotina Rêbertî pir kêm mane. Me tenê ji sedî yek pêk aniye. Ez dibêjim kengî me tiştên Rêbertî ji me dixwaze pêk anî, wê demê em ê karibin xwe weke gaziyên welat bihesibînin.

Bêguman hevalên gazî yên li gor perspektîfên Rêbertî têkoşîn kirin û şehîd bûn hene. Hevalê Mahsûm gazî bû. Timî digot, ‘Min çavekî xwe daye. Lê ev tiştek nîne. Ez dixwazim tiştekî ji çav bihatir bidim Partiya xwe.’ Heval Mahsûm di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû.

Ez jî dibêjim ku me ling û destên xwe dabin jî zêde nîne. Ji ber hevalan canê xwe dane. Li ser vî esasî divê em di rêya şehîdên xwe de têkoşîn bikin. Dema dijmin bibîne em xwe perwerde dikin û pêş dixin, wê ji me bitirse. Şer tenê çek, çûna eniyên şer nîne. Mirov dikare bi pênûs, siyaset û zimanê xwe jî şer bike. Pêwîst e, ji bo gelên xwe û hevalên xwe em zêdetir bixebitin û ked bidin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button