Gaziyên şer û xelkê Kobanê li dijî tundiyê meşiyan

Rêxistina Kongra Star bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêngav dabû destpêkirin. Di heman çarçoveyê de îro bi dirûşma “Em ê bi hev re ji bo dawîanîna tundiyê civakek demokratîk û komunal ava dikin” meşek girseyî hat lidarxistin.
Di meşê de bi sedan jinên kantona Firatê, gaziyên şer, dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, xwendekar û saziyên civaka sivîl amdebûn.
Meşê bi hilgirtina alên Kongra Star, posterên Rêber Apo, pankartên bi nivîsên teşwîqî têkoşîna li dijî tundiyê dikin, ji qada Şehîd Egîd dest pê kir û heta qada Jina Azad dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Li qada Jina Azad ya li navenda bajarê Kobanê, piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê, rêveberiya Kongra Star Nadiya Hiso peyama jinan ya 25’ê Mijdarê da.




