Li dijî tundiyê divê em timî di nav berxwedanê de bin
Arjîn Kobanê

Li gorî ez dişopînim û dahûrandinê dikim, dibînim ku roj bi roj tundî li ser jinan kûrtir dibe. Wiha lêhatiye ku di her heyvekê, na wele di her rojekê de bi dehan jinên bêguneh têne kuştin. Jixwe her saet bi dehan jin rastî tacîz û destdirêjiyan tên. Mirov li hemberî bûyerên wiha gelekî hêrs dibe. Di salvegera îsal a 25’ê Mijdarê de hewce ye bertekeke mêran a pir dijwar li hemberî tundiya li ser jinan çêbibe. Bêguman jin helwest û bertekên xwe bi çalakî û aktîvîteyên cihêreng raber dikin, lê pir girîng e, bê wê mêr çawa bertek û helwest nîşan bidin.
Weke me ji Rêber Apo fêm kiriye, divê mêr xwe lêkolîn bikin, li xwe vegerin, xwe ji vîrûsên hişmendiya mêrperest rizgar bikin. Mêr gelo wê xwe biguherin, li kêleka jinan li dijî pergala mêrperest û desthilatdar têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin yan jî wê beşdarî wê pergal û hişmendiya kujer û zordar bibin? Pêwîst e xwe di vê mijarê de zelal bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş di pêşengiya jinan de ava bû. Jinan mohra xwe ya dîrokî li berxwedan û têkoşîna vê şoreşa îro ji hemû mirovatiyê re bûye hêvî û îlham xistin. Lewma şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jinê tê binavkirin.
Helbet dema em li rewşa jinan temaşe dikin, em dibînin ku hê jî têkildarî jinan rewşeke zehmet û dijwar li holê ye. Jixwe dema dibihîzim ku li Rojava û Sûriyeyê jin têne kuştin pir matmayî dimînim û dibêjim, “Kuştina jinan hovîtî ye.” Ev hişmendiya DAÎŞ, Boko Heram, Talîban û hemû hêzên çete yên cîhadîst û tundrew e. Têkiliya vê hovîtiyê ya dîrokî bi mêrê qatil kastîk re heye. Teqez divê ev hovîtî were bidawîkirin û jin ji pencên qirkirinê werin rizgarkirin.
Kuştina jinan qet tiştekî wer ji rêzê nîne û divê pir baş were lêkolîn. Çawa mêr xwişk, keç, hevjîn yan jî hezkiriya xwe bikuje? Ma bûyerên wer hovane çawa çêdibin û mirov çawa dikarin van kiryaran ji nedîtî ve werin? Di nêrîna min de rewşeke pir xeternak heye û di bin navê parastina exlaqê de bê exlaqiyeke pir mezin tê jiyîn.
Hewce ye ti kes xwe di bin navê parastina jinan û exlaq de veneşêre. Jixwe me li Îranê dît bê çawa polîs tundiya xwe di bin kirasê exlaqê de vedişêrin û di encama wê de jina ciwan Jîna Emînî bi êşkenceyê qetilkirin.
Hewce ye li her devera cîhanê em dengê xwe bi jinên şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikin yek, rêxistinbûn û parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Divê em her rojên xwe bikin 25’ê Mijdarê û li hember her cure şîdet û tundiyê di nav têkoşîn û berxwedanê de bin.




