Gaziyên şer ên Hesekê têkildarî rewşa herêmê civiyan

Gaziyên şer ên Hesekê têkildarî rewşa herêmê civînek li dar xistin. Di civînê hat diyarkirin ku divê her kes ji bo parastina nirxên şoreşê hê zêdetir bixebite.

Li Hesekê ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo têkildarî rewşa herêmê werin agahdarkirin û li gor wê kar û xebat bên meşandin ji gaziyên şer re civînek hat lidarxistin.

Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir, destpêkê gaziyên şer Hogir Amed, Serkêş Riha û hevalê wan ê ajokar Hemze Serêkaniyê yên 11’ê Mijdara 2024’an li Hesekê di encama teqîna mayînê de şehîd bibûn hatin bîranîn.

Endamê FGBRS’ê Laleş Êzidî di axaftina xwe ya civînê de diyar kir ku li tevahiya cîhanê bi taybet jî li herêma me guhertin û geşedanên girîng çêdibin û got, “Bi taybet Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bandoreke pir erênî li herêmê kiriye. Ji bo serxistina vê pêvajoyê divê her kes tişta ji dest were bike.”

Gaziyên şer ên tevlî civînê bûn jî di nirxandinên xwe de diyar kirin ku di vê merheleya girîng de li hember her cure neyêniyan divê mirov hişyar be.

Gaziyan di dewama nirxandinên xwe de anîn ziman ku divê her kes ji bo parastina nirxên şoreşê hê zêdetir bixebite û weke gaziyên şer her demê wê bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button