Pêwîst e di warê fikrî de em xwe azad bikin

Bihar Kobanê

Di serdema civaka xwezayî de hişmendiya zayendperest nebû. Jixwe civak ji hêla dayika xwedawend ve dihat rêvebirin û rêbazê dayikê komî, wekhev û bi edalet bû. Heya niha jî ew çand di dayikê de diyar dibe. Piştî mêrê xasûk û komploger dest bi hîleyên xwe kir, pergala dayikê hilweşiya û li şûna wê pergala mêrê serwer hat bicihkirin. Bi vî awayî hemû jiyana jin û civakê serûbinî hev bû. Piştî hilweşîna pergala dayikê mirovahiyê hew xweşî û aramî dît, dinya li wan tarî bû. Mirov dikare bibêje ku 30 hezar sal e civak di nav koledariyeke reş de dijî û hew jiyan li wan xweş tê.

Dema mêr dibe desthilatdar hişmendiya zayendperest jî weke tuxmekî pêre çêdibe û roj bi roj mezin dibe. Ev desthilatdariya li ser jinê desthilatdariya li ser civakê ye û jiyana civakê jî bi xwe re bandor dike. Bi vî awayî civak jî li derûdora jinê dibe kole. Wexta em qala civaka zayendperest dikin hemû zordarî, înkar, tundrewî, şer, talan û destdirêjî tê bîra mirovan. Mijara pergala baviksalar tenê hilweşîna pergala dayikê nîne. Mijar ji wê gelekî mezintir e, lê her em wiha fêr bûne ku mijar koledariya jinê ye. Weke ku berteka me jinan li hemberî mêran heye, tê şîrovekirin. Lê teqez wiha nîne.

Tişta heye ew e ku rojane bi hezaran mirov têne kuştin. Mirovahî tev di nava xetereyê de ye û wiha li mirovan hatiye ku di hêla ruhî û fikrî de têne kuştin. Kuştina mirovan di hêla fizîkî de xêra xwedê ye. Ji ber bi komî mirov di ware fikrî û ruhî de têne tinekirin û aramî li wan tineye. Naxwe divê em pir baş lêkolîn bikin û xwe bînin asta em siyaseta kuştina mirovan a fikrî û ruhî zanibin û bi vî awayî dest bi çalakiyê bikin. Em weke jin pir dilrehm û mihrîban in ku her em bêsînor wefadar û durist in. Lê mixabin em her hatine xapandin û ev jî bûye zemîna ku mêr li ser teserufê bikin.

Niha jin zana ne û haj li siyaseta mêr bûne. Gihiştine qinyata ku divê em xwe bêhtir pêş bixin û xwe ji bandora hişmendiya mêr xelas bikin. Eger em xwe ji wê hişmendiyê xelas nekin em ê bi temamî têk biçin. Heke em têk biçin wê civak jî bi temamî winda bike. Bi vî awayî em ê 30 hezar salên din jî kole bimînin û wê mehşer çêbibe. Heke weke jin em vê torê neqetînin û xwe ji xefkê dernexin wê jiyan li me reş bibe.

Ez bi xwe weke jin wiha dihizirim ku pêwîst e, em weke jin xwe bikin yek û rêxistin bikin da ku em ji civakê re jî bibin pêşeng û serkêş. Hewce ye em dîrokê lêkolîn bikin û heqîqeta heyî derxînin ber çavan. Ji bo mêr jî rastiya xwe bibînin û hişê xwe bînin serê xwe ev xisûs pir girîng e. Pêwîst e, em hemû jî di warê fikrî de jî xwe azad bikin û bi xwe bawer bin.

Divê em bi nasnameya xwe têkoşîn bikin, mêran jî bînin ser xeta rast û wan zana bikin. Jixwe Rêber Apo qala necivakbûna mêr dike û ev jî pir xeter e. Pêwîst e zayendperestiya civakê ku jin jî bûne şirîkê mêr were bidawîkirin. Hewce ye em jin û mêrên nûjen çêbikin.

Her wiha ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin em xwe amade bikin û ji Rêbertî re jî bibin alîkar.  Dem hatiye em li hember tevahî kevneşopî û gemara 30 hezar salî seferberiyekê pêş bixin, pakî û xweşiyê bînin cîhanê û jiyana xwe nûjen bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button