Wateya hevrêtiyê
Cûdî Cizîr

Mirov dikare ji bo pênaseya hevrêtiyê bêje, tê wateya li ser armancekê, dozekê, hizrek û bîrdoziyekê hevbeşî û yekbûna ruhî ye. Meşa li ser xeta van armancan yanî meşa li ser rêya hevaltiya yekbûna ruh e. Hevrêtî ew e mirov bê berjewendî nêzîkî hev dibe, hevdu diparêze û pêş dixe. Di ber hev de xwefedakirin e.
Di têkiliyên hevrêtiyê de li ser armanca ku tê meşandin her kêlî hizrên nû tên afirandin, ji pirsgirêkên heyî re çareserî tên pêşxistin. Hevrêtî senteza nedurûtiyê, berevajî duristbûn û nexwepandin e.
Di hevrêtiyê de tiştên mirov werdigire bi derdora xwe re parve dike. Hevrêtî bilind dike û bilind dibe; rêz dide û rêz digire. Hevrêtî sentezeke welê ye paradîgmaya li ser heqîqeta zîhniyeta gerdûnî di kesayetiya xwe de dide avakirin. Ji rêgezên diyalektîka gerdûnî nequt e. Hevrêtiya ji dil û rast di ser her tiştî re ye.
Di hevrêtiyê de hevhiskirin, bîrdozî, rêxistin, jiyan, polîtîka û felsefe pêş dikeve. Yên ji bo armancên pîroz xwe feda dikin, hevrêtiyê rast fêm dikin, di kesayet û jiyana xwe de pêk tînin. Ji bo vê di nav têkoşîna me de hevrêtî nirxa herî mezin e. Ji ber hebûna mirovan di nav têkoşîna me de herî pîroz e.
Di hevrêtiyê de sirek heye. Ew sir hevdu bihêzkirin û xurtkirin e. Hevrêtiya me nemir e, her tim dijî û wê her tim di nav nirxên mirovatiya pêşketî de bijî. Maneya hevrêtiyê di hemû zimanan de hema hema yek e. Parvekirin, jidilbûn, duristî, fedakarî û wefabûne. Wateya herî baş a pênaseya hevrêtiyê ew e bi qasî asîman mezin e. Hevrêtî pir girîng e. Mirov bi hevrêyê xwe re dibe aîdî doza gelê xwe. Lewma Rêber Apo dibêje hevaltî ew e mirov eniya hevalê xwe digihînê stêrkan.
Di nav Tevgera Apoyî de hevrêtî bi motîfên heqîqetên sed salan hatine neqşkirin. Di nav têkoşîna me de hevrêtî her diçe bilind dibe, rê ji gavên azadiyê re vedike. Geşbûna hevrêtiya Apoyî bûye evîna azadiyê û heqîqet di hevrêtiyê de xwe dide der.




