*Rêbertî mamosteyê xweşikbûn, evîn û azadiyê ye

Serhildanên demokratîk ên gelê Kurd her ku diçe berfirehtir dibin. Dengê ji bo azadiya Mamostayê Azadiyê, hunermendê jiyanê û dostê rast ê jinê Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê û li tevahi cîhanê belav dibe. Dengê azadîxwaz, destpêkê dilê gelê Kurd û bi taybet jî dilê jinên Kurd dike yek. Hêviya azadî, aştî û demokrasiyê di tilîliyên jinên Kurd de bi melodiyeke herî xweş olan dide. Ji sedsala 21’ê re dibêjin ku sedsala mafê mirovan e. Rêber Apo, jî gotiye ku sedsala 21’an sedsala jinê ye û niha jî pir baş îfadeya xwe dibîne. Dema ku mirov li serhildanên gel temaşe dike mirov, dibîne ku serhildan bi pêşengtiya jinan têne rêvebirin û jin her di serê serhildanan de ne. Heta niha ti pêşengên mirovahiyê neketine, nav şert û mercên  wiha zor ên niha Rêber Apo bi wan re rûbirû ye. Sedema wê jî  diyar e. Rêbertî esîrê fikir û ramanên xwe yên azadîxwaziya jin û civakê ye. Lê belê di sedsaleke ewqasî aştî; azadî û demokrasîxwaz de Rêber Apo ji mafê xwe yê herî rewa mahrûm e.

Rewşeke wisa li gorî hiqûqa mafê mirovahiya navneteweyî nayê qebûlkirin. Lê belê dewleta Tirk ti rêzê li hember wê hiqûqê û îradeya gel nade nîşandan. Hikûmeta ku berî hilbijartinê ji bo çareserkirina pirsgirekên siyasî û pêşxistina demokrasiyê soz dabû, niha jî di nava dirûtiyeke mezin de ye. Her carê bi rengekî diaxivin û xwe dixapînin. Bi qasî xwe dixapînin hewl didin gelê Kurd ê azadîxwaz jî bi xwe re bixapînin. Her ku dem diçe mercên Rêber Apo têde dijî tên dijwarkirin. Bi pêkanînên li ser Rêbertî dixwazin gelên Tirk û Kurd careke din bikişînin nav şerekî dijwar. Ev çar sal e, ku PKK bi hemû samîmiyeta xwe ji bo çareseriyê  gavên pir girîng û berbiçav diavêje, lê mixabin dewleta Tirk ti gavên biçûk jî navêje. Rêber Apo mafê gelê xwe yê rewa tîne ziman û ji bo çareseriyê têkoşîn dike. Dewleta Tirk mafê Rêbertî yê hiqûqî jî red dike.

Dewleta Tirk her di rêbazên siyaseta kevin a înkarê û dermafiyê de, israr dike. Mirov dibîne ku bersiva wan ji gavên Tevgerê re jî êrîş e û dijwarkirina şert û mercên  Rêber Apo ne. Jixwe zirufên Rêbertî girantir kirin û bi êrîşên leşkerî li hemberî hezên HPG’ê şerekî dijwar îlan kirin. Erdogan di çûyina xwe ya Rûsyayê de got ku “Pirsgireka Kurd nîne.” Bi gotinê wisa nasnameya gelê Kurd tê înkarkirin.

Em çalakiyên jinên li Tirkiyeyê silav dikin. Çalakiyên ku Komeleya Mafên Mirovan a Cîhanê bi jinan re yekparebûna xwe da nîşandan em bi wate dibînin. Ji ber têkoşina jinan a dijberî şer û ji bo azadiya Rêbertî pêş dixin girîng in. Ev çalakî bi înisiyatîfa jinan hatine pêşkistin. Ji Stenbolê heya Qibrisê û Silopiyayê em tevahî çalakiyan pir bi wate dibînin û dibêjin divê hîn xurtir bibin. Roleke ji bo çareserkirina pirsgireka gelan û azadiya Rêbertî çalakiyeke bi wate û bi hêz e. Dîsa çalakiyên PJA’yê li Libnan, Ewropa, Qamişlo, Helebê rêxistin kirine çalakiyên demokrasî û azadiyê ne. Jin wê azadiya Rêber Apo pêk bînin. Rêber Apo dostê herî sadiq ê jinan e. Mamosteyê xweşikbûnê, evînê û azadiyê ye. Em jî pêwîst e ji dostaniya Rêbertî re sadiq bin. Em ê vê bi çalakiyên xwe yên demokratîk îfade bikin. Em ê hêza rexistinê di şexsê xwe de mezin çêbikin û çalakiyên xurt pêş bixin. Dema jin bibin yek û xwe pêş bixin wê pirsgirêk çareser bibin. Dema xwe bi rê ve bibin wê karibin cîhanê biguherînin.

Bi vê mebestê jî em çalakiyên ciwanan jî silav dikin. Jin û ciwan wê xwe bêçare nehêlin û çalak bibin. Wê hêza xwe û çalakiyên xwe bi kelecan, hêvî û hezkirin birêxistin bikin. Wê asta çalakiyên xwe bi daxwaza ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bilind bikin.

*Ji nirxandina hevrê Şîlan Kobanê ya beriya şehîd bikeve nivîsandiye hatiye wergirtin     

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button