Baweriya me ya bi Rêbertî wê me bigihîne serketinê

Gaziya şer Destîna Bêrîtan diyar kir ku têkildarî pêvajoya Rêbertî daye destpêkirin divê hemû beşên civakê ya ji destê wan bê bikin û got, “Ji bo pêvajo bi serketinê tacîdar bibe divê em timî çalak bin. Pêwîst e kes xwe li benda kesî nehêle. Em heya dawiyê ji Rêbertiya xwe bawer in. Ew bawerî wê me bigihîne serketinê.”
Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Destîna Berxwedan têkildarî pêngava Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin nêrînên xwe anîn ziman.
Destîna Bêrîtan bal kişand ser hewldanên Rêbertî yên ji bo aştiyeke bi rûmet û got, “Rêbertiya me bi salan e ji bo meseleya Kurd bê xwîn çareser bibe di nav hewldanên pir mezin de ye. Gelek caran agirbest ragihand û her bang kir ku ev mesele bi rêyên demokratîk çareser bibin. Lê dewleta Tirk her tim bi êrîş û şer bersiv da. Rêbertiya me tevî van hemûyan jî 27’ê Sibatê careke din bang kir û pêvajoyeke nû da destpêkirin da ku êdî dawî li şer û pevçûnan were. Lê belê dema ku mirov li gotinên rayedarên Tirk guhdarî dike mirov dibêje, ‘Temam e wê dewleta Tirk gavan biavêje.” Lê kar û emelê wan cudatir xuya dike. Mirov matmayî dimîne û gumana ‘Gelo dixwazin vê carê jî pêvajoyê xerab bikin’ bi mirov re çêdibe.”
Gaziya şer Destîna diyar kir Rêber Apo pir bi bawerî û îradeyeke xurt dest bi pêvajoyê kir û wiha dewam kir, “Em jî weke şagirt, heval û hogirên wî bi Rêber Apo re ne. Rêbertî dizane ku hêza civak û gelê rêxistinkirî ji çek û teknîkên herî modern jî xurttir e. Em jî weke Rêber Apo ji gelê xwe pir bawer in. Ev gelê ku bi sedê salan e rastî komkujî, girtin, sirgûnan hatiye ti carî dest ji jiyaneke azad berneda. Em serbilind û bi rûmet in ku me ji bo vî gelî berdêl dane.”
Endama FGBRS’ê û gaziya şer Destîna Bêrîtan îşaret bi xwedîderketina jinan a li pêvajoyê jî kir û got, “Ez di serî de wan jinên leheng ên ji Amedê heya Enqereyê meşiyan û di meclîsa Tirkiyeyê de dirûşma, ‘Bijî Rêber Apo’ berz kirin bi coş û hezkirin silav dikim. Divê hemû beşên civakê tişta ji destê wan bê bikin. Ji bo pêvajo bi serketinê tacîdar bibe divê em timî çalak bin. Pêwîst e kes xwe li benda kesî nehêle. Em heya dawiyê ji Rêbertiya xwe bawer in. Ew bawerî wê me bigihîne serketinê.”