Fêmkirina komployê ji bo gelê Kurd bi qasî av û hewayê girîng e
Asya Weşûkanî

9’ê Cotmehê ji bo me weke neteweya Kurd bû rojeke reş û trajîk e. Ev roj bû weke lekeyeke reş li ser eniya mirovahiyê. 9’ê Cotmeha 1998’an ê li pey wê jî 15’ê Sibata 1999’an di dîroka Kurdistanê de bû roja ku têde biryar hatiye dayîn gelê Kurd were înkarkirin û bi temamî were qirkirin. Yên ew biryar dane jî hêzên sermayedar ên navdewletî ne. Ew roja reş a em qet li benda wê nebûn ku em bibînin û bijîn, mixabin me dît û bi janeke mezin me jiya.
Tevgera gelê Kurd a vê carê tevgereke Rêbertiyê ya pir serkeftî bû. Ew hêzên komploger ji ber vê yekser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hedef girtin. Dewletên sermayedar tevî dewletokên herêmê yekser ketin nav liv û tevgerê da ku Rêber Apo bigirin û radestî Tirkiyê bikin.
Dema hêzên komploger ên nûnertiya herî dawî ya şaristaniya sermayedar dikin Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kirin, dewleta Tirk ket nav şaşwaziyekê. Rayedarên Tirk ên demê hew dizanîn wê çawa bikin. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît lewma got, “Min fêm nekir bê çima Apo radestî me kirin.”
Rêber Apo têkildarî komployê dibêje ku NATO’yê ew weke topeke ji agir avêt nav Tirkiyeyê ji bo xwe ji her du gelan (Kurd-Tirk) jî xelas bike. Mirov dikare bibêje ku dewletên dirinde yên sermayedariya global hewl dan du çivîkan bi hevdu re nêçîr bikin. Taybetmendiyên wan hêzên navdewletî û serwer weke “sermayedar û sûdmend” jixwe li ser wan e.
Êrîşa li ser Rêber Apo êrîşa li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd û neteweya Kurd e. Rêber Apo ji Tevgera Jin jî got: “Hûn weke zayend û netewe ji min zêdetir di nava çarmixê de ne.” Ev jî pir zelal diyar dike ku hêzên komploger hewl dane di şexsê Rêber Apo de neteweya Kurd li ser rûyê dinyayê rakin.” Eger em li dîroka tevgera Kurd temaşe bikin em ê bibînin ku Rêber Apo tevgera PKK’ê ji sifrê da destpêkirin, xwe bi xwe derfet çêkir û gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir. Ji bo ciwanên Kurd beşdarî nav şoreşê bike û wan ji bo şeref, namûs û xaka wan bide şerkirin ew gava mezin avêt. Heya wan şoreşgerên Apoger çekek bi dest xistin gelek zor û zehmetî dîtin, ji tinebûnê hebûn çêkirin. Bi destpêkirina têkoşînê re Rêber Apo weke pêşengên gel û şoreşan ên li ser esasê armancekê dest bi hûnandina bîrdoziyê kirin, ji xwe re kadro ava kirin û piştre pergala xwe çêkirin, tevgeriya û şoreş mezin kir û bi awayekî serketî anî roja me ya îro.
Jixwe tevgera PKK’ê ji gava derketiye holê heya van rojan, ji gelê Kurd re bûye weke bîreweriyeke pir fireh û kûr a dîrokî, ew ji xiyanet û xefletê şiyar kirine. Rêber Apo hebûna neteweyekê temsîl kir, ji wan re bû rêxistin, şekil û şemala neteweya Kurd, di têkoşîna xwe de daye îfadekirin. Rêber Apo her weke kesayet xwe di warê fikir û felsefeyê de kûr kir, bi perwerdeya kadro û gel re mijûl bû. Timî hewl daye Kurdê nûjen çêke. Ev zêdetirî 52 salan e li ser vê armanc û hedefê bêrawestan têkoşîn dike. Di encam de Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya bêhempa hewl daye civaka Kurd jî bike weke “Apo.”
Lê mixabin em weke civak 200 sal e di nav koledariyeke pir kûr de dijîn. Ev jî bûye sedem ku em di fêmkirina Rêberê xwe de zehmetiyê bikişînin û lawaz bimînin. Rêber Apo di pêvajoya komployê de diyar kir ku yên ew anîn Îmraliyê dostaniya sexte û hevaltiya kêm bû, weke Tevger û gel me ew his kir û jiya. Her çiqasî bi êş û jan be jî divê em bînin ziman, rexnedayîna xwe bidin, xwe ji wê rewşa nebes rizgar bikin, têkevin nava hewldana sererastkirinê. Divê her yek ji me ji bo pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk bibe hêz û çalak bibe. Teqez divê em rexnedayîneke dîrokî bidin ku cihê xwe di nav pelên dîrokê de bigire. Fikir, raman û felsefeya Rêber Apo cîhanî bû, tê pejirandin, hezkirin û gel xwedî berxwedan û têkoşîna Rêbertî derdikevin.
Ev jî çavkaniya xwe ji ked, têkoşîn û kesayeta Rêber Apo digire. Weke em hemû jî dizanin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema birin Girava Îmraliyê got, “Ez gelekî hizirîm û min di serî de got, ‘Ez ê jî weke hevalên xwe yên pêşeng û qehreman Mazlûm, Kemal û Xeyrî li ber xwe didim.’ Lê piştre min dît ku mijara komployê pir mezin e. Ji Şêx Seîdan dest pê kiriye û min zindan kir weke akademiyekê.” Rêber Apo li ser van esasan dest bi mezinkirina têkoşîna xwe kir. Hêzên komploger derxistin holê û ket nav hewldana komployê vala derxîne. Bi hemû hêza xwe ya fikrî û felsefî komplo pûç kir. Zindan wergerand cihê paradîgma nûjen. Îro jî fikir û ramanên Rêbertî bûye malê hemû civakên pêşverû. Ev fikir û raman roj bi roj weke stêrka Gelawêj ji bo hemû mirovahiyê bi hemû xweikbûna xwe dibiriqin.
Îro cîhan tevahî şahidiyê vê dike û hemû mirovahiya azadîxwaz hêviya xwe bi Rêber Apo tîne ziman. Rêber Apo weke aktorê bingehîn ê çareseriya aştî û civaka demokratîk dibîne. Pêwîst e îsal di 9’ê Cotmehê de hemû mirovahiya aştîxwaz û azadîxwaz helwesta xwe ya dijberî hêzên komploger deyne holê. Divê sistahî û necidiyeta rayedarên Tirk nîşanî wan bidin û bêjin: “Bes e ji tecrîdê re.” Banga min ji hemû mirovahiyê û bi taybet jî jin û ciwanên çalakvan û berxwedêr ew e ku em van rojan bikin rojên têkoşîn, berxwedan û serketinê.