“Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe”

Şehadeta hevrêyê xwe gaziyê şer Mihemed Hemdan bi nasnav Ebû Wasil ê heya kêliya dawiyê ji bo azadiya gelan têkoşîna rûmetê bi îradeyeke mezin dimeşand, me bi xemgîniyeke mezin bihîst. Em hevalê xwe Mihemed ê 7’ê Cotmehê gihişt şehadetê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin.

Rêber Apo gaziyên şer weke şehîdên dijîn bi nav kirine û gelekî girîngî û qîmet dide hevalên gazî. Di salên berê de dema gerîla li çiyayên Kurdistanê birîndar dibûn û parçeyek ji canê xwe didan Rêber Apo ew ji çiya derbasî Qada Serokatî ya Şamê dikirin û bi wan re mijûl dibû. Rêber Apo bi hevalên gazî re pir mijûl dibû. Ew perwerde dikirin û ji wan re digot ku ên parçeyek ji canê xwe dane teqez divê ji bo azadiyê hîn zêdetir têkoşîn bikin û qîmetê xwe zanibin. Niha jî Rêber Apo gaziyên şer ji bîr nekirine. Rêbertî dibêje: “Çawa di şer de berdêl dane pêwîst e di siyasetê de jî rola xwe pir baş bilîzin. Yên şer kirine dikarin siyasetê jî bikin.”

Divê gaziyên şer ji her kesî zêdetir têkoşîn bikin, xwedî li keda xwe derkevin. Yek ji wan gaziyên şer ê bi vê zanebûnê tevdigeriya jî hevalê Mihemed ê sala 2017’an tevlî nav refên şoreşa gelan bû. Hevrê Mihemed bi coş û dildariyeke mezin ji bo erka xwe ya dîrokî ya ji bo gelan pêk bîne têkoşîneke bi nirx meşand. Hevalê Mihemed di şer de her du çavên xwe ji dest dabûn. Tevî wê jî bi fikir, ruh û hestên xwe têkoşîn dikir û dilê wî ji bo azadî û wekheviya gelan lê dida. Carinan dema qala şoreşgeriya xwe dikir, digot “Xwezî ez li ser xwe bama û beşdarî şerê parastina cewherî bibama.”

Şehîd Mihemed her wefadar, çalakvan û şoreşgeriya xwe ji dil bû. Qehreman û egîdê çeleng timî ji bo yekîtî, xwişk û biratiya gelan têkoşîn dikir. Ji pêkve jiyana gelan bawer dikir. Hevrê Mihemed bi nameya Rêber Apo a ji rûspî û şêxên eşîrên Ereban re şandibû gelekî kêfxweş bibû û her tim digot, “Rêber Apo ji bo hemû neteweyan têkoşîn dike. Ez bi ked û têkoşîna Rêberê xwe bawer dikim ku wê bi ser keve.”

Şehadeta têkoşerê dilmezin û weke deryayê fireh, em gelekî xemgîn kirin. Em diyar dikin ku wê têkoşîna heval Mihemed timî berdewam bike û wê her di dil û fikrê me de zindî be.

Rêber Apo dibêje, “Em Şehîdan naspêrin axê, em wan dispêrin dilê xwe.” Li ser vî esasî  em sersaxiyê ji malbata hevalê şehîd Mihemed re dixwazin û dibêjin hûn pir bi şans in xwedî  kurekî wer qehreman û hêja ne. Serê malbatê, gelên me û Rêber Apo sax be.

Em careke din bejna xwe li hemberî mezinahî û heybeta şehîdê xwe Mihemed ditewînin û soz didin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bigihînin serkeftinê.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button