Di rêwîtiya dîrokê de rastiya jina Kurd
Cûdî Cizîr

Her rêwîtî ne tenê hêza gavekê ye. Her meş di fikir de rêwîtiyeke ji bo mirov dîroka gelekî pênase bike. Pêwîst e mirov bi heqîqetên di hundirê wê de tên jiyîn ve girêdayî binirxîne. Ji ber dîrok her tim zîndî ye û xwe nû dike. Her çiqasî di dîrokê de berdêla xwedîderketina li kedê bi dilêşî jî hatibe dayîn, di encam de serkeftin û guhertineke dîrokî pêş ketiye.
Dîroka gelê Kurd jî pêşeng û şopdarên her tim dijîn diafirîne. Dîrok jî weke avê ye. Çawa ti zindî nikarin bê av bijîn, mirovahî û ferd jî nikarin bê dîrok bijîn. Bixwaze jî wê demek şûnde weke nebatek bê kok hişk û ziwa bibe. Ji bo vê dîrok pir girîng e. Kesên wate û girîngiya dîrokê dizanin, dibin dîrok û ji bo dîroka rast têkoşîn didin.
Çiqasî zordarî hatibe meşandin jî, mirovahiyê ti carî xwe radestî zilmkar û desthilatdaran nekirine. Bi taybet jî jina Kurd ti carî teslîmiyet qebûl nekiriye. Bi rêbazên curbicur li rûmeta xwe xwedî derketî ye.
Gelek jinên Kurd mohra xwe dîrokê xistine. Bi ked û têkoşînê xwe xuliqandine. Her çiqasî di gelek milan de rastî zehmetiyan hatibin jî, berhemên gelekî qedirbiha bi dest xistine.
Mirov rastiya dîrokê dikare bi awayekî gerdûnî jî binirxîne. Mînak mirin û jiyan du cêwî û du rastiyên bêyî hev nabin. Heqîqeta di her kêliyê de tê dîtin e. Bi taybetî jî di rûyê jiyanê û her kêliyên wê de hestên mirin û jiyanê re rastî hev tên. Yê vê pir xweş dibîne jî rastiya tevahî jinan e. Bi taybet jî yên bi vê rastiyê re rû bi rû tên jî jinên Kurd ên leheng in.
Der barê dîrokê de Rêber Apo dibêje ku dîrok zindî ye, kes nikare bikuje û timî dijî. Di serdema îro de jina Kurd bi hişmendiya azadiyê têdikoşê. Mirov dikare bêje ku di pêşengiya Rêber Apo de rastiya dîroka azadiya jina Kurd ji sifirê dest pê kir. Îro têkoşîna jin a ji bo rizgariyê, di pêşengiya îdeolojî û polîtîkaya Tevgera Azazadiyê de, gihiştiye bi milyonan kesan û ev jî arîfeya serketinê ye.
Rêbertî jina azad afirand. Jin bû hêza dikare bi xwe biryara xwe bide û şer bike. Bi taybet jî jina di tarîtiya dîrokê de hatibû windakirin gihişt nasnameya xwe. Îro ji her warî de jina Kurd ji têkoşîna mirovahiyê re pêşengiyê dike.
Di sedsala 21’ê de rola pêşengiya guhertina civakê jin e û pirsgirêkên mirovahiyê bi îdîa û biryardariyeke xurt daye ser milên xwe. Bêguman pêşketina têkoşîna azadiya jina Kurd mohra xwe dîrokê xistiye û nîşanî tevahî cihanê kir. Dema mirov qala têkoşîna azadiya jina Kurd dike, bêguman bîrdoziya formê wê xwe disipêrê paradîgmaya Rêber Apo.