Serhildana Jin Jiyan Azadî

Asya Weşûkanî

Sê sal di ser Serhildana Jin Jiyan Azadî re bihurî û niha jî derbasî sala xwe ya çaremîn dibe. Weke em dibînin pergala meleyan a Îranê hîn jî dest ji tundî û zilma xwe neqeriyaye. Heman siyaseta xwe ya qirker berdewam dike. Pergala tundrew bi xwe jî pir baş dizane ku ti dijbertiya xwe ya Îsraîl û Îngîltere, Elmanya û Fransa tineye. Ji ber ew bi xwe jî heman fikrên bi vîrus ên mêrperest û tundiya desthilatdar li ser jin û civakê pêk tîne. Ev rewş jî pergala olperest, meletiya wan û Îsraîlê weke hev dike. Bila meleyên dirinde û hov qet jinan û civakê nexapînin û nebêjin, ‘Merg ber Amerîka, merg ber Îsraîl (Mirin ji bo Amerîka, mirin ji bo Îsraîlê). Ji ber hemû derew û munafiqî ye. Ez bi xwe ji bo pergela komara Îranê wiha dibêjim: Komara Îslamî ya Îran ti Îslamiyeteke xwe ya rast û heqîqî tineye û ew bi xwe ji Amerîka û Îsraîlê zêdetir kafir û tundrew in.

Komara Îranê gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nav tirseke mezin de dide jiyandin. Wiha li gelan hatiye ku hew dikarin çavên xwe ji tirsa darvekirinê  vekin.  Her di nava fikar û xofeke mezin de ne. Komara Îslamî ya Îranê jin û civak di nav pencên xwe yên hesinî de diperçiqîne. Wiha li wan dike ku di nav qalibên bûzê de bijîn.  Her di bin gefên meleyan de ne, xewnên şevên wan li wan dibin kabûs û şevreşk. Dema pergala meleyên Îranê qala kafiran dikin ez jî dihizirim û dibêjim: “Gelo kafir kî ne û mirovên çawa ne gelo? Ma qiloçên wan hene? Gelo em ê ji hovîtî û dirindebûna meleyên ser bi şaşik re çi bibêjin? Ma ew ne kafir û munafiq in? Meleyên kafir welat ji xelkên wê yên resen re kirine dojeha sincirî. Rojane bi dehan mirov ji welatê xwe yê dayikniştiman direvin. Xwe li sînorên biyaniyan digirin. Pir ji warê xwe yê otantîk hez jî dikin, lê ji mirin û darvekirinê direvin.

Komara Îranê ya kevneperest her ketiye nav pêşbirka çêkirina çêkên Nûkleerî. Teqez ev jî hedefa wê ye ku bi hêzên dirinde yên sermayedar re bikeve pêşbirka desthilatdariya cîhanî. Hemû hewla wan ew e xwe bikin serwerên cîhanê. Li gorî nêrîna min komara Îranê hewl dide vegere serdema Şahneşahiyê, xwe bike hêzeke global û cîhanî. Ew jî bêguman xeyal û xewn e. Ji ber beriya wan jî gelek dewletan tecrûbe kirin, lê serketin qezenc nekirin. Serdem gelekî hatiye guhertin. Ne Îran, ne  Rojhilata Navîn, ne jî cîhan weke serdema berê ye. Çi bi xweşî be, çi bi darê zorê be, wê Îran jî weke xwe nemîne. Gelên Îranê bi hemû rengên xwe, xwedî ezmûnên dîrokî ne. Em hemû jî dizanin ku di serdema şahê Îranê de Xûmeynî li Fransa xwe bi cih kiribû. Gelên Îranê bi hemû beşên xwe li hemberî Şah Riza rabûn serhildanê, jinan jî pêşengtî ji serhildanê re kirin û serketin bi dest xistin.

Me sê sal di ser dîroka Serhildana Jin Jiyan Azadî re, bihurand û em derbasî saleke nû ya serhildanê dibin. Pergala meleyên despot qet guhertin û veguhertin çêne kir.  Hîn jî hişmendiya xwe ya tundrew diparêzin. Rojane bi dehan mirovên bêguneh darve dikin û ev xisûs qet ne xema wan e.  Berevajî wê jî di propagandayên xwe de dibêjin, ‘Em kesên xayîn, sîxur û munafiq darve dikin. Em sozdariya xwe bi Xweda re pêk tînin. Ev jî erka me ye.”  Ez jî wiha dinirxînim û dibêjim ku gelo erka wan meleyên munafiq kuştina kesên sivîl û bêguneh e? Bi rastî mirov gelekî mixabiniya xwe bi wan tîne. Li şûna ji mucrim û tawanbaran hesab pirs bikin, wan mirovên weke ferîşteyan qetil dikin û gunehan li ser xwe dibarînin. Baweriya wan meleyan qet bi ol û Xweda nîne. Olê ji xwe re weke perdeyekê bi kar tînin û xwe li pişt wê xwe vedişêrin, mirovên pak û mumin pê dixapînin.

13’ê Îlona 2022’yan hemû cîhanê şahidî ji kuştina jina ciwan Jîna Emînî re kir. Me dît bê çawa “nîgehbanên şerefê” (nobedarên namûsê) di nav bajarê mezin û paytexta Îranê Tehranê de êrîşî ser jina ciwan Jîna kirin, ew kirin qurbana despotiya xwe. Wan zebaniyên dojehê jina ciwan a weke milyaketekê qetil kirin. ez Jîna ciwan di salvegera şehadeta wê ya sêyemîn de bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînim, sozdariya xwe jêre nû dikim. Jîna ji bo hemû jinan bû îlhama serhildana azadiyê. Jin û gelên Rojhilatê Kurdistan, tevahî jinên pêkhateyên Îranê û cîhanê tevî civakên wan rabûn ser piyan. Serhildan bû Serhildana Jin Jiyan Azadî. Jina ciwan Jîna ku wateya navê wê jî jiyan e bû pêşenga jiyana azad. Ew dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya ji beriya salan  Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan bi kar anî, bi şehadeta jina dilêr Jîna re jiyanî bû.

Dirûşma Jin Jiyan Azadî li her devera cîhanê tê jiyandin, îlhama, berxwedan û têkoşînê dide hemû jinan. Bi helwesta Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo a dijberî destdirêjiya li ser jinê û mafê wê, bi sedan jinên wêrek beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bûn. Rêbertî ji bo pêşveçûna têkoşîna azadiya jinê partî û artêşa wê ava kir. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ya bi felsefeya Rêbertî hatiye hûnandin,  16’ê Îlona 2022’yan weke daxwaz û hêviya jiyana azad a jinê derbasî meriyetê bû. Bi sedan jin, mêr û tevahî beşên civakê li her deverê rabûn serhildanê. Dirûşma Jin Jiyan Azadî bû şoreş. Wê serhildanê hêz û bawerî da tevahî jinên çalakvan ên cîhanê.

Careke din di salvegera şoreşa Serhildana Jin Jiyan Azadî de dibêjim, teqez divê jin li her devera cîhanê xwe bikin yek. Tevî mêran li ber xwe bidin û bêrawestan têkoşîn bikin. Weke tê zanîn Rêber Apo pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk daye destpêkirin. Em hemû jî dizanin ku Rêbertî  dijberî şer û tundiyê helwesta xwe daniye holê, banga aştî û demokrasiyê bilind kiriye.  Em jî bi mebesta salvegera sêyemîn şehadeta dilêr Jîna Emînî soza xwe ji şehîdên qehreman re nû dikin.  Em ê têkoşîna xwe li hemberî zilamên qatil kastîk ên Îranê xurt bikin. Em ê dawî li darvekirina mirovan bînin û hişmendiya qatil kastîk bi dawî bikin, aştî û demokrasiyê pêk bînin. Di şexsê qehreman Jîna Emînî de sozdarî û hurmeta xwe ji tevahî şehîdên şoreşa Serhildana Jin Jiyan Azadî re didim raberkirin. Dibêjim, Dem dema aştî û civaka demokratîk e. Em ê bi têkoşîna xwe jinan, zalimên qatil tevahî têk bibin. Bijî serhildana jinan û gelan. Jin jiyan azadî.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button