Pêşxistina têkoşînê ji bo azadiya jin û civakan nebe nabê ye
Asya Weşûkanî

Jineolojî weke têgeh nû ketiye rojeva şoreş û civakê. Rêber Apo got ku jiyan li derdora jinê şekil girtiye û peyva jiyanê ji wateya jinê hatiye. Rêbertî bi van şîroveyên xwe bala gelek zanyar, akademîsyen, jinên şoreşger û azadîxwaz kişand. Rêbertî bi demê re ev xisûs hîn berfirehtir kir, jin û civak tevlî lêhûrbûneke wiha kir. Mînakên ji jiyanê da û daneyên weke bermahiya jiyana civaka xwezayî danîn ber çavan.
Rêber Apo roj bi roj mijara girêdana jinê ya bi jiyanê re kûrtir girt dest û şîrove kir. Sala 2008’an bi rêya parêznameya xwe ya Sosyolojiya Azadiyê nêrînên xwe fermî kirin û diyar kir, jin tê wateya jiyanê û jiyan bi jinê ava dibe. Ji ber koka vê têgeha “Jin-Jiyan” bi zimanê Kurdî ye, di nava gelê Kurd de baştir hate fêmkirin û qebûlkirin.
Vê xisûsê herî zêde jî di nava gerîlayên jin de bandora xwe kir. Ji ber Rêber Apo weke model gerîla digirt dest. Gerîla ji civakê re pêşengtiyê dike. Gerîlayên jin di destpêkê de bi şermokî behs dikirin, lê bi demê re li ser esasê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” êdî bi dengekî bilind dihat vegotin.
Paşê kete rojeva tevgera jin a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Her çû bû rojeva sereke ya jinên çalakvan. Dirûşma, “Jin jiyan e, jinê nekujin” jî li her deverê belav bû. Bi hevgirtin û xwepêşandanên jinên çalakvan û çeleng re dirûşma, “Jin jiyan azadî” cîhanî bû. Bi serhildanên li Îranê re yên di encama qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re pêş ketin, ev dirûşm bû dengê herî bilind ê tevahî jinên azadîxwaz û serbilind. “Jin Jiyan azadî” bû bingehê yekbûna jinan.
Bêguman hêzên dewletperest û çeteyên tundrew ên hov zanista jinê jineolojiyê dikin hedef. Divê mirov vê mijarê tiştekî wer ecêb nebîne. Ji ber hişmendiya wan a mêrperest û desthilatdar vê li ser wan ferz dike ku dijbertiya jinan û zanista wan bikin. Jixwe eger dijminatiyê nekin divê em ecêb bimînin. Pergala wan xwe li ser dijbertiya jin û jiyanê ava kiriye.
Sedema ew hêzên mewzûbehs êrîş dikin ew e ku têkoşîn û xebata me pir bandor e. Ango têkoşîna me textê wan ê li ser ked û xwîna mirovan hatiye bicihkirin dihejine û dirizîne. Divê akademîsyenên zanista jineolojî, ji her demê zêdetir ji xwe bawer û çalak bin. Bi rengekî pir aktîf meşandina kar û xebatan, li hember hêzên mijokdar pêşxistina têkoşînê ji bo rizgariya tevahiya jinan, civakan û xwezayê nebe nabê ye.
Pûçkirina hişmendiya wan a mêrperest û êrîşkar, tê wateya bêbandorkirina tevahiya zanistên pozîtîvîst ên pergala sermayedar. Li ser vî esasî divê em têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li ser cihî belav bikin.