Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê

Gaziya şer Sorxwîn Çîçek Têkoşîn a şehîdên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi bîr anî got, “Mirov dikare bêje ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bû çirûsk û bingehê şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Sorxwîn Çîçek Têkoşîn bi wesîleya 43. salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yan nêrînên xwe anîn ziman.

Em dilsoziya xwe ya bi vê pêvajoyê re didin diyarkirin

Gaziya şer Sorxwîn diyar kir ku meha Tîrmehê hem ji bo Tevgera Azadiyê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn meheke pîroz û watedar e û got, “Em di şexsê şehîdên vê mehê de bejna xwe li hember hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û yên enternasyonal ditewînin. Em soza bicihanîna hêvî û xeyalên wan didin.”

Sorxwîn bal kişand ser banga Rêber Apo ya bi dîmen û ev xisûs anî ziman ziman, “Bi rastî jî piştî 26 salan bi dîmen be jî bi dîtina Rêbertî û bihîstina dengê Rêber Apo weke gaziyên jin em pir kêfxweş bûn. Rêber Apo di bin tecrîd û şertên pir giran de bû. Nêzî 6-7 salan destûr nedihat dayîn dengê Rêbertî bigihîje me. Dixwestin Rêbertî bi temamî ji gel û Tevgera Azadiyê qut bikin. Lê nikarîn. Herî dawî 27’ê Sibatê Rêbertî Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo hem ji bo Rojhilata Navîn û gelên herêmê gelekî girîng û stratejîk e.  Vê bangê hem di nav me hem jî di nav gel de heyecan, motîvasyon û moralekî mezin çêkir.”

Berxwedêrên zindanê  ji bo gelan canê xwe helandin

Sorxwînê wer dirêjî da axaftina xwe, “Di pêvajoyeke ku bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek li holê nemabû, Tevgera Azadiyê PKK, di pêşengiya Rêber Apo de derket holê. Di şexsê heval Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçek de asta fedaîtî û  berxwedan, her wiha hevrêtî û ruhê Apocîtiyê di nav Tevgera me de belav bû. Bi hezaran şervanên azadiyê îro li ser vê xetê bimeşin.”

Gaziya şer Sorxwîn da xuyakirin ku 1980’î li hember Tevgera Azadiyê û tevgerên çepgir-sosyalîst darbeyeke faşîst û eskerî çêbû û wiha axivî, “Di merheleya darbeya faşîst û eskerî ya 12’ê Îlonê de li hember hevalên me yên li Zindana Amedê îşkence û zexteke pir mezin hebû. Dijmin li hember hevalan şerekî taybet ê şikandina rûmetê dida meşandin. Her cure rêbazên dij exlaqî û dij mirovî li ser hevalan pêk dianîn. Li hember vê zilm û zextê yê destpêkê çirûska berxwedanê pêxist heval Mazlûm Dogan bû. Piştre jî berxwedan û çalakiya mezin a Çaran pêk hat. 14’ê Tîrmeha 1982’yan ji bo şikandina zilm û zexta cûntayê, ji bo  mirovatiyê û gelê Kurd heval Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî û hevalên din dest bi Rojiya Mirinê ya Mezin kirin.”

Em ê têkoşîna şehîdan bi serketinê tacîdar bikin

Gaziya şer Sorxwîn got ku di şexsê Kemal Pîr de ber bi tevgereke enternasyonal ve diçin û wiha domand, “Yek ji hevalên bi Rêber Apo û gelê Kurd re hevrêtiyeke durist û ji dil da meşandin hevalê Kemal Pîr bû. Di pêvajoya Rojiya Mirinê ya Mezin de tevî canê wî her kêlî diheliya jî hevalê M. Xeyrî Dûrmûş digot, ‘Li ser kêla gora min deyndarê gelê xwe ye’ binivîsin. Heval Kemal jî dibêje, ‘Em bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.’ Bi têkoşîn û berxwedana wan hevalan wê jiyaneke komînal, azad û wekhev pêş bikeve. Weke hevrêyên wan em ê ala berxwedanê heya serketinê li ba bikin. Weke gaziyên şer ji bo em bibin xwedî kesayeteke sosyalîst, ji bo li tevahiya Rojhilata Navîn pêşxistina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê têbikoşin. Bi vî awayî em ê hêvî û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û bi serketinê tacîdar bikin.”

Endama Federasyona gaziyan Sorxwîn Çîçek Têkoşîn di dawiyê de jî behsa şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Mirov dikare bêje ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bû çirûsk û bingehê şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî. Asta berxwedaniya wan hevrêyan hişt em hevaltiya xwe xurt bikin,  girêdayî nirxên şoreşê bin û şoreşa gelan pêş bixin. Armancên hevalên me di oxira wê de şehîd bûn, îro bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de berbiçav dibe. Em ê heya dawiyê girêdayî şehîdên xwe û xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê bin.  Wan hevalan li dijî, xiyanet, teslîmiyet û zextan bi dirûşma, ‘Berxwedan Jiyan e’ di oxira azadiya gelan de canê xwe dan.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button