‘Pêşeng û xwedawenda azadiyê’
Asya Weşûkanî

11’ê Gulana 1992’yan fermandar û qehremana Kurd Mizgîn (Gurbet Aydin) li gundewarê Tatwan a girêdayî herêma Xerzanê di encama xiyaneteke tarî de ku leşkerên dagirker cihê lê ye dorpêç dikin, hevrê Mizgîn heya guleya xwe ya dawî li ber xwe de û tevlî karwanê nemiran dibe. Şehadeta fermandar Mizgîn ji her kesî re bû cihê xembariyeke gelekî mezin. Li pey şehadeta jina şoreşger û efsanewî Mizgîn gelek şêrejin û keçên çeleng berê xwe dane çiyayên, Kurdistanê û navê xwe kirin Mizgîn. Gelê herêma Tatwanê piştî şehadeta qehreman Gurbet Aydin, bûn welatparêzên herî jidil û piştgiriya gerîlayên çiyayî kirin. Fermandar Mizgîn bi zanebûn, sebir û înîsiyatîfa xwe dihate naskirin. Gelekî jî xwedî xwedî dengekî zelal û xweş bû. Mizgîn fermandar û hunermend bû. Ji wan hevalên jin bû yên di salên 1980’yan de beşdar bibûn. Li cih û qadên herî zor û zehmet têkoşîneke herî muezem meşand. Heval Mizgîn fermandar û lehenga azadiyê ye.
Fermandar Mizgîn li herêma Mêrdînê, li cihên şert û merc herî giran bû mabû û ji wir derbasî cem Rêber Apo dibe. Perwerdeyê dibîne û piştî wê derbasî qada Ewropayê dibe. Rêber Apo hevala Mizgîn erkdar dike û weke rêvebera tevgara jin ji bo pêkanîna Kongreya YJWK’ê dişîne welatên derve. Pêşenga jin Mizgîn di wê kongrê de bi roleke pir xurt radibe û weke pêşenga Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan tê erkdarkirin. Dema vedigere Rojavayê Kurdistanê careke din Rêber Apo, hevala Mizgîn erkdar dike û dişîne herêma Xerzanê. Hevala Mizgîn hem di rêveberiya eyaletê cih digire, hem jî di nav gel de xebatan dimeşîne.
Gelê herêmê gelekî ji hevala Mizgîn hez dikir û pê bawer bûn. Lê xiyanet careke din serê xwe radike û dibe sedema şehadeta hevrê Mizgîn. Dema hevala Mizgîn diçe maleke gundiyan îxbariya wê tê kirin. Dijmin dora mala fermandar Mizgîn lê ye dorpêç dike. Hevrê Mizgîn ji dayika malê re ya du zarokên wê hene re dibêje: “Ez pir baş dizanim ku wê dijmin dev ji me bernede. Ti zarokên xwe bibe derve, da ku hûn neyên kuştin. Her çiqasî dayik qebûl nake jî fermandar û leheng Mizgîn wê îqna dike û dişîne derve. Hevrê Mizgîn ji bo nekeve destê dijmin çalakiya fedaî pêk tîne.
Qehreman û şêrejina Kurd Mizgîn bi wêrekî û çelengî gihişt şehadetê. Ew ji bo me bû pêşeng û xwedawend. Heval û fermandar Mizgîn jineke jîr û jêhatî bû. li her cihê diçûyê bi reng û dengê xwe weke jineke fermandar û jixwe bawer beşdarî nav kar û xebatên têkoşînê dibû.
Fermandar û qehremanên weke Mizgîn qet namirin û her di dil, ruh û fikrên me de bijîn û wê her hebin. Em hemû şervan û şagirtên xwedawend Mizgîn in. Em soz didin tola Mizgîn û tevahî şêrejinan rakin, hedef û armancên wan pêk bînin.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî