Ji xwînmijên Osmaniyan heya Colanî
Azadî Helebce

6’ê Gulanê di bîra gelê Sûriyeyê de rojekê bi êş e. Ji ber 6’ê Gulana 1916’an împaratoriya Osmanî li ser destê xwînmij hejmareke mezin ê rewşenbîrên Ereb ên ji Sûriyeyê û Lubnanê bi dar ve kirin. Ji bo vê li Sûriyeyê û Lubnanê 6’ê Gulanê weke Roja Şehîdan tê pênasekirin.
Colaniyê xwe weke hemwelatiyekî Sûriyeyê pênase dike û her roj soza ku wê nirxên gelê Sûriyeyê biparêze dide, çawa vê rojê û vê komkujiya Osmaniyan nabîne? Vê împaratoriya Osmanî bi sedêsalan gelê Ereb di komkujiyan re derbas kir. Di roja me ya îro de jî dewleta Tirk a ji bermahiya wê împaratoriya xwînmij ava bû, heman kiryaran didomîne.
Pêwîst e mirov di vê mijarê de ecêb nemîne. Eger gotin li cih be Colanî ji dewleta Tirk zedetir Osmanîperest e. Di roja dewleta Osmanî şoreşger û rewşenbîrên Ereb îdam kiribû de kujerê şoreşgera jin Hevrîn Xelef weke fermandarê Firqa 68’an erkdar kir. Ew kesê qatil yek ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk e û destê wî di gelek komkujiyên li hember jin û zarokan de jî heye. Ev biryara erkdarkirina wî kujer û qatilî bêhurmetiyeke herî mezin a li hember gelên Sûriyeyê û jinên azadîxwaz e.
Ji bo wê pêwîst e em hişyar tevbigerin. Di neteweya demokratîk û Sûriyeyeke nenavendî de, li ser esasê azadiya jinê israr bikin û li hember her siyaseteke derveyî me em ser bi xwe bin.