GELO HÎTLER MIR?
Asya Weşûkanî

Her dema komkujî tên bîra mirov, pêre jî kesayeta Hitler a faşîst jî tê hişê mirov. Lê dema mirov li xwe dizîvire pirseke wiha ji xwe dike, gelo em neheqiyê li Hitler dikin?.. Jixwe tekez wê bersiv, “Na!” be. Lê em nikarin girêdana gotina komkujiyan tenê bi Hitler, Şerê Cîhanê yê Duyemîn û komkujiyên li hember gelê Yahudî ve girê bidin. Ji ber tiştekî welê wê bibe neheqî û wê rastî jî neyê xuyakirin. Komkujiyên li hember mirovahiyê ji kevin de û beriya Hitler jî hebûn. Piştî Hitler jî bi rengên pir cuda hatine berdewamkirin.
Piraniya wan komkujiyan jî ji aliyê desthilatdariya dewletên netewe yên şoven ve çêbûne û hîn jî didomin. Naxwe hişmendiya Hitlerî hê jî nemiriye û berdewam dike. Tevî Hîtler di aliyê fizîkî de wenda bû û mir jî hişmendiya wî didome û bi dehan Hitler hene. Gelek hêz û dewlet hene ku qirkirinên fizîkî li ser gelan didin pêkanîn. Ne tenê komkujiyên fizîkî di heman demê de qirkirinên civakî, çandî û aborî jî pêk tînin. Bi rastî ew rêbazên bi hişmendiya şoven û faşîst bûne cewherê pergala sermayedariya cîhanî ya di roja me ya niha de.
Eger ne wiha be, ma mirov çawa dikare golên xwînê yên li Iraq, Afganistan, Filistîn û Sûriyeyê şîrove bike? Heke ev hişmendî li tevahî cîhanê belav bibe tekez wê ti hêzeke ji bawer jî nikaribe pêşiya wê bigire. Ne jî wê karibe ser wê rewşa her roj û li her deverê tê xuyakirin bigire. Mimkun e Hitlerên nû wer texmîn dikin ku bêyî têkevin tengasiya Hitler van komkujiyan pêk bînin. Ji ber komkujiyên li Helebce, Sebra, Şattîla, Amed, Botan, Darfur, Iraq û hwd. tenê bi destê Saddam Hisên, Arîel Şaron, Tansû Çîller û El Beşîr ve nehatine kirin.
Bi esasî li pişt wan kesên me nave wan nivîsand hêzên temsîla pergala sermayedar dikin hene. Ew berpirsiyarên tevahî komkujiyan in. Piştî komkujiyan ew hêz rondikên tîmsehan dibarînin ango xemgîniyeke ne rast nîşan didin. Li dû wê jî êrîşî dewletên netewe yên wan bi xwe hişmendiya van dane çêkirin dikin. Mudaxeleyî Afganistan û Iraqê kirin, ew der tarûmar kirin. Lê dîsa jî feyde nake. Ji ber heman pratîk e û nikarin ti guhertinê çêbikin. Her wiha nikarin bêjin ku ew ne hevkarên wan dewletan e, şirîkê komkujiyan nînin û li dijî tundrevan e.
Ew jî Hîtlerên roja me ne. Lê xwe weke mirovhezan didin nîşandan û dibêjin, “Em hemdemî ne.” Jixwe welatên Ewropayê li hember komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk tîne bêdeng in. Her wiha hevkarên pergala Baas a li Iraq-Sûriye bûn û hevalbendên Îranê ne. Ev jî delîleke pir zelal e ya hevkariya wan bi pergala Hîtler û hişmendiya wan a Hitlerî.
Pêwîst e were zanîn ku civak zana bûye û hew siyaseta wan dadiqurtîne. Her tiştên wan derketiye holê. Lewma civak êdî wekî berê nayên xapandin. Gelan rêya rizgariya xwe hilbijartine û ew jî bi rêbazê şoreşê ye. Dijberiya wê hişmendiyê yekem car ji aliyê Rêber Apo ve hat kirin. Gelê Kurd jî bi têkoşîna Rêbertî pêş xist li çar parçeyên welêt û li her cihê lê dimînin şiyar bûye. Gel biryara xwe daye ku wê bi şoreşê bigihêje serkeftinê. Her çiqasî pergala serwer xwest bi komploya navneteweyî pêşî li Rêber Apo bigire jî bi ser neket. Careke din hewldana wan badilhewa çû.
Niha jî 21’emîn salvegera komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an e. Bi vê mebestê em tevahî şehîdên qehreman bi bîr tînin û dibêjin soza me tolhildana wan e. Em li ser şopa wan têkoşîn dikin û em ê serkeftinê bi dest bixin.
Ez ji tevahî malbatên şehîdên raperîna Qamişlo re sersaxiyê dixwazim. Sozdariya xwe ya bi şehîdan re didim nîşandan û dibêjim dem dema serkeftina gelan e. Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo re wê çareserî pêkan bibe.