Xewna min a qet nayê jibîrkirin

Barîn Kobanê

9’ê Cotmeha 2024’an min xewnek xwe dît. Bi xewna xwe kêfxweş bûm û dema ji xew şiyar bûm, min pir hewl da careke din jî xew bikim da ku xewna xwe berdewam bikim. Kesê min ew di xewna xwe de dît pêşengê gelê Kurd Rêber Apo bû. Ez gelekî dilfireh bûm û min gelekî xwest xewna min rastî bûya min Rêberê xwe bi ronahiya çavên xwe bidîta.

Di xewna xwe de ku min Rêber Apo yê pêşengê mirovahiyê û zanyarê sedsala 21’an dît pir û pir şad bûm. Di xewnê de tevî hevaleke jin em diçûn Tirkiyeyê û min ji Erdogan re digot ku ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim. Li ser vê Rêber Apo dihat û me bi Rêbertî re sohbet dikir. Min ji Rêber Apo re digot, “Rêberê min ez ê ji te re fêkî bînim.” Rêbertî jî digot, “Na.” Lê dîsa jî min fêkî dişûşt û dianî. Em tevî Rêber Apo li saloneke pir mezin rûdiniştin û me diyalog dikir.

Salon tijî nobetdar bûn. Ez hêrs dibûm û min di nava xwe de digot ku ev hemû nobetdar li vir çi dikin? Jixwe dema Rêber Apo hat salonê silav li me kir û em bi hev re rûniştin. Rêbertî pirsa rewşa min kir û piştre got, “Tu hevalek gazî yî?” Min jî got, “Rast e Rêberê min ez gazî me.” Rêbertî navê min pirsî û min got ku navê min Barîn Kobanê ye.

Jixwe piştî min sêniya fêkiyan danî ber Rêbertî ji min re got, “Hûn gazî bi rastî jî bi hêz in.” Li cihê em lê rûniştibûn avek spî û mezin hebû, ew qasî mezin bû ku dawiya wê xuya nedikir û wê avê gelekî bala min kişand.

Piştî Rêber Apo nîqaşa xwe bi me re qedand, ji min û ew hevala jin re got, “Biçin û parçeyek qûmaş bikirin. Ji ber pêwîst e. Bila bi reng be.” Em çûn me li bazarê qûmaşekî rengareng kirî û me bir cihê em bi Rêbertî re rûniştibûn.

Dema min ew xewn dît, ez li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bûm. Dema min behsa xewna ji hevalan re kir gotin, “Dibe ku hevdîtin bi Rêber Apo re were çêkirin.” Min ji hevalan re got dibe ku xewna min qasid be. Bi rastî jî piştî xewna min bi 14 rojan 23’yê Cotmeha 2024’an biraziyê Rêber Apo çû cem û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Piştre min ji hevalan re got, “Naxwe xewna min û hestên min rast in.”

Niha jî em di meha Sibatê de ne û xewna min a wê demê hate bîra min. Min xwest ez bi we re, parve bikim û hestên xwe ji were bibêjim. Jixwe her xewn û xeyalê min bû ku ez hevdîtinekê bi Rêber Apo re çêbikim û niha jî salvegera komploya navneteweyî ye 15’ê Sibatê ye.

Ez vê komploya bêbext bi tundî şermezar dikim. Soz didim ez ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi hemû hêza xwe têkoşîn bikim. Bi hêvî me ku ez ê Rêber Apo bibînim û wê azad bibe. Em ê li ser birca Amedê Newroza xwe ya îsal bi hev re pîroz bikin. Hêviya min bi serketinê pir mezin e û serkeftin ji her demê zêdetir nêzîk e.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button